‘Yên ku naxwazin cenazeyên zarokên xwe ji ATK’ê wergirin, bila tev li Nobeta Edaletê bibin’

  • rojane
  • 09:56 20 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL - Dayika Fînce Akman ku bi meha ye Nobeta Edaletê digire, wiha bang li xizmên girtiyan kir: “Heke hûn nexwazin cenazeyên zarokên xwe ji ATK’ê wergirin, wê demê tev li Nobeta Edaletê bibin û bibin dengê wan.” 
 
Girtiyê bi navê Yakûp Akman, di dema şewata li Daristana Aydos a li Pendîk a Stenbolê ya di sala 2019’an de bi telefonê agahî da komên agirkujiyê û polîsan. Lê belê piştre bi îdiaya ku şewat derxistiye hate girtin û cezayê muebbeta giran lê hat birîn. Yek ji dayikên ku bi daxwaza “edaletê” dest bi Nobeta Edaletê kirî jî dayika Akman, Fînce Akman e. Akman, anî ziman ku kurê wê û girtiyên din bi awayekî derhiqûqî li girtîgehê tên ragirtin û greva birçîbûnê jî di nav de, ji bo kurê xwe tev li gelek çakakiyên din ên sivîl bû. Akman, ev 11 meh in tevî dayikên din çalakiya xwe ya nobetê didomîne û bertek nîşanî sepanên li girtîgehê da. 
 
‘HÛN NIKARIN KURDAN TUNE BIKIN’
 
Fînce Akman, da zanîn ku bi eslê xwe ji Mêrdînê ne lê belê ev nêzî 20 sal in li Stenbolê dijîn û wiha got: “Di salên berê de jî li girtîgehan mirin çêdibûn. Lê belê ev mirin bi taybet jî di nava salên dawî de zêde bûn. Hema hema her hefte û mehan cenazeyên girtiyan derdikevin. Ji bo pêşîlêgirtina van mirinan jî me dest bi Nobeta Edaletê kir. Lê ji roja destpêkê heta niha nobeta me tê astengkirin. Hêj me dest bi axaftinê nekirî êrişî me dikin. Girtiyên siyasî rastî gelek binpêkirinên mafan tên. Lê li dijî van binpêkirinan bertekên pêwîst nayên nîşandan. Cîhanê jî li dijî vê zilma li kurdan tê kirin xwe kerr û lal kiriye. Gelo ma guneha kurdan çi ye? Bi awayekî fermî dibêjin ‘em ê kurdan tune bikin.’ Lê bi Xwedê hûn nikarin kurdan tune bikin.” 
 
BERTEKA LI DIJÎ BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
 
Di berdewamê de Akman diyar kir ku ev 11 meh in nobeta xwe didomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li her kolaneke Stenbolê geriyan. Nobeta me ne tenê ji bo girtiyan lê ji bo demokrasiyê jî ye. Ev nobet li dijî mirinan û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî jî tê girtin. Çekên kîmyewî li her devera cîhanê qedexe ne. Gelo ma tenê ji bo bikaranîna li dijî kurdan qedexe nîne? Yên ku îro wan dîmenan temaşe dikin û dengê xwe nakin divê bizanin ku sibe dê dor were wan. Divê mirovên ku ev dîmen dîtin derkevin kolanan û bibêjin ‘em vê qebûl nakin.’” 
 
LI NEZARETXANEYÊN KU MIŞK TÊ DE HATIN RAGIRTIN
 
Bi domdarî Akman anî ziman ku ew tundiyê jî didin ber çavan û wisa nobeta xwe didomînin û wiha pê de çû: “Piştî ku me dixin wesayîta binçavkirinê, cuda nêz dibin. Cemîle Karakaş 75 salî ye. Destên wê jî ji pişt ve kelemçe kirin. Dema me ji polîsan re digot; ‘ew kal e û wisa lê nekin’, ji me re digotin; ‘tiştek nabe, heke ewqas kal bûya bila li mala xwe rûniştibûya û nehatibûya vê derê.’ Şert û mercên nezaretxaneyên em lê tên ragirtin gelek xerab in. Mişk li wir tên û diçin. Mîna kujer û dizan nêzî me dibin. Tiryakfiroş, tecawizkar û diz li derve digerin lê me binçav dikin.” 
 
‘JI ME DITIRSIN’
 
Akman, bi lêv kir ku ew heq û hiqûqê dixwazin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Têkoşîna me ji bo van e. Lewma jî dewlet ji me ditirse. Sedema tirsa wan a din jî ew e ku hejmara me zêde dibe. Daxwaza me ya ji dayikan ew e ku xwedî li zarokên xwe derbikevin. Heke nexwazin cenazeyên zarokên xwe ji Saziya Tipa Edlî (ATK) wergirin, bila bên pêşiya Qesra Edaletê ya li Çaglayanê. Ji bo ku zarokên me bitenduristin ji girtîgehan derkevin, bila tev li çalakiyê bibin.” 
 

Sernavên din

26/03/2023
12:40 Dorpêça leşkeran a li Geverê didome: Leşker daran dibirin û deriyan dişikînin
12:04 Girtiyê nexweş piştî rewşa wî giran bû hate berdan: Me nekarî bavê xwe hembêz bikin
11:11 Li Xaneqînê bi pileya 3.1 erdhej çêbû
11:06 Li DYA’yê ji ber bablîsokan 26 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:44 Li Îskenderûnê agir bi kon ket: 2 jê zarok bi giştî 3 kes birîndar bûn
10:43 Li girtîgehê mirineke biguman: Gardiyanan îşareta ‘bêdeng be’ kir
10:04 Kavilên avahiyan ên Meletiyê li navenda bajar tên komkirin!
09:37 Bîrdal: Tolê ji girtiyên nexweş hiltînin
09:36 Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Şêxo: Tirkiye bi destê çeteyan li Efrînê sûcan dike
09:21 Jinan bertek nîşanî girtinan dan: Dê têkoşîna me bidome
09:19 Ji kiryarên malbata Şenyaşarê Yildiz 5 salan rastî tu astengiyan nehatiye
09:06 Konteyner nedan mexdûrê erdhejê ku 7 caran emeliyat bûye
09:05 Li Islahiyeyê metirsiya lehî û hezazê
09:02 Nivîskar Altan: Tifaqa Ked û Azadiyê berpirsiyariyeke dîrokî hilgirtiye
09:00 ROJEVA 26’Ê ADARA 2023’YAN
25/03/2023
22:43 Kesên ku li Bazîdê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:44 Înfaza Dayika Aştiyê Bûlûtê hat şewitandin
18:38 Li Amedê civîna 'Di siyaseta Tirkiyeyê de kurd û hilbijartin'
16:51 Xelkê Samandagê rê li kamyonên kavilan vala dikin girtin
16:42 ‘Bila girtiyê nexweşê giran Ozkan bê berdan’
16:27 Lîstika ‘Nîsko’ derket pêşberî temaşevanan
16:24 Partiya Çep a Kesk û HDP xebata kampanya hilbijartinê didin destpêkirin
15:36 Êrişkarê ku dadgehê wî berdabû dîsa êrişî HDP’ê kir
15:32 Bêyî destûra Iraqê nikare petrolê bifiroşe Tirkiyeyê
15:00 Keskîn: Dewlet budçeyê ne ji bo jiyanê ji bo kuştinê xerc dike
14:27 Rêveberiya Xweser serdana Senatoya Fransayê kir
14:19 Xizmên Windayan û ÎHD: Zeynel Kursep û Tekçî li ku ne?
14:09 OHD: Em azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dixwazin
13:55 Dayikên Şemiyê li aqûbeta kesên ji aliyê Hîzbullahê ve hatin revandin pirsî
13:14 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê Tirkiye biryara tedbîrê ya NY'yê bi cih bîne
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin
11:23 Li Sêrtê du malbatan bi çekan şer kirin: 2 kes mirin
10:58 ‘Kurd di Newrozê de xwedî li Ocalan derketin, niha jî dora têkbirina îktidarê ye’
10:54 Li Meletiyê avahiyên ku divê bên hilweşandin li benda erdhejokan e!
10:28 Îşkence, kuştin û birîndarkirin dibe para zarokên kurd
10:23 Abdullah Ocalan: Ez bi heqîqetê li dijî tecrîdê li ber xwe didim
09:58 Mexdûrên erdhejê beriya rojiyên berê dikin!
09:29 Li Bazîdê 5 kes hatin binçavkirin
09:06 Kavilan li nav zeviyan û zozanan vala dikin
09:03 Bi Erzînê pesnê xwe dan, lê kon nedan welatiyan!
09:01 Bi hesreta dîtina lawê xwe û dîtina gora keça xwe dijî
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
24/03/2023
23:22 ÎHD: Ji ber têrnekirina mudaxeleyan bi sedan kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest da
23:01 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo zarokên herêma erdhejê derket ser dikê
22:22 Axaftina bi kurdî kirin hinceta 'serîhildanê'
22:04 Mazlûm Ebdî: Tevî DYA'yê dê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê bidome
21:26 Li Bazîdê avêtina ser malan
21:10 Gundê Sîgêrê yê Amêdiyê hat bombeberankirin
20:04 Îşkence û binçavkirinên li Amedê hatin şermezarkirin
19:42 Partiya DEVA'yê di fitarê de serdana malbata Şenyaşar kir
17:56 Dê 60 milyon û 904 hezar û 499 kes dengê xwe bi kar bînin
16:49 Li Rihayê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 21 kesan
16:47 Li Meletiyê avahiya 5 qatî hilweşiya
16:44 Li Belucistanê protestoya înê
16:44 Tifaqa Ked û Azadiyê protokola xwe pêşkêşî YSK’ê kir
16:18 Li Êlih û Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
15:40 Li bajarê Xoyê bi pileya 5.6 erdhej çêbû
15:37 Dadgerê ku siyasetmedarên kurd ceza kirin bû Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr
15:24 Li Helebê di navbera rejîmê û komên paramîlîter de şer derket
15:11 TEV-DEM'ê ji bo Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî kir
14:31 Ji Bûldan û Sancar peyama hilbijartinê: Hedef 100 parlamenter e
13:57 Şandeya ji siyasetmedaran pêk dihat serdana malbata Ûl kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Dema parêzbendî rabû dê deriyê girtîgehê vebe
13:37 Parêzer li emniyetê hatin derbkirin
13:12 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:59 Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kirin
12:53 Baroya Mêrdînê ji bo dîmenên destdirêjiyê gilî kir
12:48 2 sal in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin
12:39 Partiya Çep: Em ê di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih negirin
12:10 Zext li girtiyê 28 salî hatiye kirin ku bi îstîxbaratê re hevdîtin bike
12:08 Diyargaz gel mexdûr dike
12:06 Li Qereyaziyê tundiya polîsan
11:24 ‘Êrişa li dijî cemxaneyan encama feraseta ku dewlet dixwaze biafirîne ye’
11:22 Gelo terîqetan Furkanê sê salî revandiye?
11:16 Hesaba Twîtterê ya Xwebûnê piştî îtîrazê hate vekirin
11:09 Di fitareyê de xwarina sar û nanê kartû didin mexdûrên erdhejê
10:52 Walîtiya Hatayê ji mexdûrên erdhejê xwest tev li torena Erdogan bibin
10:40 Petrol tevî Çemê Êlihê bû: Xerabiyeke li dijî xweza û jiyana mirovan e
09:48 Malbatên qurbaniyên komkujiya Cindirêsê: Divê civata navnetewî hesab ji kujeran bipirse
09:39 Di hotêleke Pendîkê de şewat derket: 2 kes mirin û 2 jî birîndar bûn
09:33 Li Stenbolê di nexweşxaneyê de şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
09:03 Îlham Ehmed bang kir: Siyaseta xwe ya qirkirinê ya li dijî kurdan bi dawî bikin
09:03 Girtiyê ku di erdhejê de malbata xwe winda kir dixwaze cezayê wî were taloqkirin
09:01 Çendî dîmen li holê ne jî polîsan tundî red kir û gotin: Em bi awayekî dostane ji hev qetiyan
09:01 Girtî Hayme: Em bi rêbazeke din a îşkenceyê re rû bi rû ne
09:01 Mexdûrê erdhejê yê di axurê de enfeksiyon girt jiyana xwe ji dest da
09:01 Mehmet Ocalan: Em bi hêza xwe tecrîdê bişkînin
09:00 Ji ber ku xwest sewqî Îmraliyê bê kirin berdana wê 6 mehan hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2023'YAN
23/03/2023
23:43 Di maça Euroleaguyê de pankarta 'Azadî ji bo Ocalan'
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
18:41 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê dê rapora xwe eşkere bike
16:57 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Çîçek hat girtin
16:08 Danişîna doza parêzerên Abdullah Ocalan hate taloqkirin
16:03 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
15:52 Tayînkirina qeyûman hat protestokirin: Em ê hesab ji wan bipirsin
15:44 Sancar: Divê hemû hêzên demokrasiyê bibin yek
14:21 HDP’ê têkildarî herêmên erdhejê 13 xalên pêşniyazên çareseriyê eşkere kir
14:10 Li Fransayê li dijî reforma teqawidiyê çalakiyên blokajê hatin kirin