STENBOL – Xebatkar û temaşevanên TV10 bi daxwaza televîzyona wan ji nû ve vebibe di hefteya 77’emîn de çalakiya xwe li dar xistin û gotin ew ê li dijî zextan têkoşînê bikin.
Xebatkar û temaşevanên TV10 a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, bi daxwaza televîzyona wan ji nû ve vebibe di hefteya 77’emîn de li Qada Galatasaryê çalakiya xwe li dar xistin. Dayikên Şemiyê û gelek nûner û rêveberên saziyên elewiyan destek dan çalakiyê û pankarta “Dengê elewiyan TV10 nayê bêdengkirin” vekirin.
Xebatkarê TV10 Turabî Kîşîn axivî û got: “Daxwaza çalakiya me ew e, zext û zrodariya li ser azadiya ramanê û çapemeniyê bi dawî bibe û televîzyona me ji nû ve bê vekirin. Bi dehan sazî û dezgehên ragihandinê hatin girtin û hêj girtina van didome. Heke ku li cihekî azadiya çapemeniyê tune be, li wir ne pêkan e meriv behsa azadiyê bike.”
‘XEBATKARÊN ME BERDIN’
Kîşîn xwest xebatkarên TV10’ê Velî Buyukşahîn, Velî Haydar Guleç û Kemal Demîr ên girtî ne bên berdan û her wiha banga berdana tevahiya rojnameger û siyasetmedaran kir. Kîşîn bal kişand ser qanûna înternetê ya RTUK’ê û got ku heke ev qanûn bikeve meriyetê dê girtina saziyên çepemeniyê bi leztir bibe. Kîşîn got ku ew ê li dijî zextan çalakî û têkoşîna xwe dewam bikin.