STENBOL – Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Hasan Ocak ê 23 sal berê hatibû windakirin pirsî. Dayik Emîne Ocak got: “Ez edaletê dixwazim. Edalet edalet… Wekî din ne tiştek.”
Dayikên Şemiyê bi boneya li aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 678’emîn de li Qada Galatasaryê kom bûn. Mirovên Şemiyê pankarta “Kujer diyar in, winda li ku ne?” raxistin û qurnefil danîn ser pankartê. Wêne, tembûr û bandên lê guhdar dikir ên winda Hasan Ocak danîn ber pankart. Beriya çalakiyê stranên Ocak jê hez dikir hat guhdarkirin. Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de li Stenbolê hat windakirin pirsîn.
‘EDALET Û EDALET…’
Piştî axaftina Tanrikulu yê Parlamenterê CHP’ê û Gulseren Yolerî ya Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, dayika Hasan Ocak Emîne Ocak axivî. Dayik Ocak bi zorê axivî û tenê dikaribû van gotinan bîne ziman: “23 sal e ez li vir disekinim. Bila qatil bên dîtin û edaletê dixwazim. Em bi hevalên xwe re derketin vê riyê. Ez edaletê dixwazim. Edalet edalet… Wek din ne tiştek din.”
‘LI HER KOLANÊN VÎ BAJARÎ BÎRANÎNÊN ME HENE’
Xwişka Hasan Ocak Masîde Ocak jî bi gotina “Hûn bi xêr hatine sifreya Hasan” dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Ji dema em ji Hasanê xwe re edaletê dixwazin vir ve, du wêne di wêne di bîra me de mane. Yek jê wêneyên ku niha di destê me de ye û ya didoyan jî li her sînema û şanoyê vê qadê cih digirin bîranînên me hene. Li her kolanê vî bajarê bîranînên me û Hasan hene. Tenê ne em, heval û dostên wî li vê qadê li benda hatina Hasan in. Dema me Hasan dît, ser û çavê wî hatibû parçekirin, ev yek qet ji bîra me naçe.”
‘BI ÎŞKENCEYÊ HAT KUŞTIN’
Piştî axaftinên malbatê, vê hefteyê daxuyaniya çapemeniyê rojnameger Pinar Gayîp xwend û bal kişand ser windakirin û têkoşîna ji bo Ocak hat dayîn. Gayîp diyar kir ku hemû wekîlan jî digot ku Ocak bi îşkenceyê hatiye kuştin û lê ev rastî ji nedîtî ve hat dîtin. Gayîp anî ziman ku hemû hewldan û serlêdanên hiqûqî bêendam man û ew ji bo Hasan Ocak edaletê dixwazin.
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.