ÎZMÎR - Endamê Meclîsa HDP'ê Berat Kiran ku di 20'ê Adarê de hat binçavkirin, bi riya parêzeran diyar kir ku 3 saetan rastî lêdanê hatiye û gafa "Em çi bînin serê te tu nikare texmîn bike" hatiye.
Endamê Meclîsa HDP'ê Berat Kiran ku di 20'ê Adarê de hat binçavkirin, bi riya parêzeran diyar kir ku rastî lêdanê û gefan hatiye. Kiran di 20'ê Adarê de di serdegirtina malê de hat binçavkirin û li Medûriyeta Polîsan a Vatanê di bin çavan de tê girtin. Kiran, bi riya parêzera xwe Burcu Gul agahî da û diyar kir ku li wî îşkence hatiye kirin. Prz. Gul, diyar kir ku wê bi muwekile xwe re hevdîtin kiriye û muwekilê wê diyar kiriye ku rasti lêdanê û gefan hatiye. Gul anî ziman ku Kiran rastî gefa "Em te bibin nava daristanê. Tişta em bînin serê te tu nikare texmîn bike" hatiye. Gul, da zanîn ku Kiran, ji saet 18.00'an heta 21.00'an rastî lêdan û îşkenceyê hatiye. Dîsa rastî gefa "Ger ku dozger te berde jî dîsa em dê te binçavbikin" hatiye.
Malbata Kiran serî li şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê da. Malbatê li ÎHD’ê tevî rêveberên HDP'ê daxuyanî da û banga hestiyariyê kir.