ERZÎNCAN - Li Erzînganê di navde Cîgirê Serokên Giştî yê Komeleya Çanda Pir Sultan Abdalê (PSAKD) Erol Yeter jî heye 16 rêveberên PSAKD'ê bi îdîaya "Alîkarî daye rêxistinê" hatin girtin. Serokê Şaxa komeleyê Salih Uru, diyar kir ku xebatên der barê bawerî û çanda elewiyan sûc hatiye dîtin.
Polîsan di 16'ê Adarê de li Erzînganê bi ser gelek malan de girtibûn û 16 rêveber û endamên Komeleya Pir Sultan abdal (PSAKD) binçav kiribûn. 16 kesên ku 8 roj berê hatin binçavkirin hatin girtin. Di navde Cîgirê Serokên Giştî yê Komeleya Çanda Pir Sultan Abdalê (PSAKD) Erol Yeter û Rêveberê Şaxa PSAKD'ê ya Erzînganê Akin Demîr jî heye 16 rêveberên PSAKD'ê bi îdîaya "Alîkarî daye rêxistinê" hatin girtin.
'DIXWAZIN XEBATÊN ME PÛÇ BIKIN'
Serokê Şaxa PSAKD'ê ya Erzînganê Salih Uru, diyar kir ku xebatên der barê bawerî û çanda elewiyan sûc hatiye dîtin û wiha got: "Dixwazin bi binçavkirin û girtinê rêxistinbûna me belav bikin û xebatên me pûç bikin. Em li herêmê tevî Rêxistinên Civaka Demokratîk xebatên xwe yên li ser bawerî û çanda elewiyan dimeşînin. Em baweriya xwe diparêzin. Hevalên me ji ber ve xebatê dimeşînin hatin girtin. Dixwazin parastina çanda elewîtiyê wekî sûc bidin qebûl kirin. Lê ev nayê qebûlkirin. Dixwazin bi binçavkirin û girtinê me bêdeng bikin. "