COLEMÊRG - Heyeta HDP û DBP'ê li Geverê welatî ziyaret kir. Heyet rastî eleqeyek mezin hat.
Heyeta HDP'ê bi şîara "Em ranawestin. Em dê faşizmê rawestînin" li Colemêrg û navçeyên wê gel ziyaret kir. Parlementerên HDP'ê Hûda Kaya, Bedîa Ozgokce, Lezgîn Botan û Nîhat Akdogan, tevî endam û rêveberên HDP, DBP yên navend û navçeyên Colemêrgê gel ziyaret kirin. Heyetê destpêkê esnafa Geverê zîyaret kir. Gel bi kêfxweşiyeke mezin heyet pêşwazî kir. Piştî serdana esnafan heyetê serdana gundên Pakê û Serdeşt kirin. Parlementeran di serdanan de tevî dawetên gundan bûn û govend gerandin. Di civînên gel de pêvajo nirxandin. Heyet li avahiya HDP bi gel re hat cem hev. Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Hûda Kaya diyar kir ku hesreta azadiyê dûr nîne û wiha got: Têkoşîna azadiyê dê berdewam bike. Ez serî de Mam Celal bi rêzdarî bibîrtînim. Em hêvîdarin ku dê têkoşina wî riya me a azadiyê ronahî bike. Li Tirkiyeyê her roj dibistanên Îmam Hatîp tên avakirin. Lê her roj bi hezaran îstîsmarên zayêndî pêk tên. Bê exleqiya herî mezin jî li Tirkiyeyê diqewime. Li Tirkiyeyê exleq kete di nav kirêti yê. Em ji bo jiyaneke azad û mirovahiyê tedikoşin. Li hemberî nijadperestiyê em têkoşineke azad didîn meşandin. Her kes baş dizane ku tişta li ser navê ol tê nîşandin ne ol e. Em dê her dem li dijî zaliman têbikoşin. Azadî nêzîk e."