MÊRDÎN – Şêniyên gundê Pîremir a Qoserê diyar kirin ku 7 roj in DEDAŞ’ê ceryana wan qût kiriye û gotin: “Deyne me tune jî lê dîsa ceryana me qût kirin e. Dema avdana zeviyan ceryanê qût kirin. Em nikarim pêdiviyên xwe jiyanî pêk bînin.”
7 roj in ceryana bi dehan gundê girêdayî navçeya Qosera Mêrdînê birine. Şîrketa Anonînim a Ceryana Dîcle (DEDAŞ) bi hinceta welatî fatûrayên xwe ceryanê ranazînin û “ceryana qaçax” bikar tînin ceryanê birî û bi hezaran welatî mexdûr bûn. Şêniyên gundê Pîremîr a girêdayî Qoserê diyar kirin ku rojê 4 saet ceryanê berdidin û ji ber qûtkirina ceryanê nikarin pêdiviyên xwe rojane yên jiyanî pêk bînin û li dijî rewşê bertek nîşan dan.
‘EM NIKARIN ZEVIYÊN XWE PEMBO AV BIDIN’
Alattîn Solmaz ê 55 salî ku cotkariyê dike li dijî qûtkirina ceryanê nerazîbûn nîşan da û got: “Çima ceryana me qût kirine, me hêj fêm nekiriye. Em her meh pereyê ceryana xwe jî didin, lê dîsa ceryan qût kirin e. 5 roj in ceryana me qût kirin e û em perîşan bûn. Em li hev şaşbûne. Em zeviyên xwe yên pembo av bidin. Bêyî tu hişyariyê bikin qût kirin. Li gorî serê xwe tevger dikin. Gundî û cotkaran nafikirin.”
‘DI DEMA AVDANIYÊ DE CERYANÊ QÛT KIRIN’
Solmaz da zanîn ku di dema ew zeviyên xwe av bidin ceryan qût kirine û wiha got: “Bi zanebûn ceryanê qût kirin. Îsal baran jî zêde nebariya. Ziwayî heye. Îsal xesara me gelek e.”
‘EM PERE BIDIN NEDIN JÎ DIBIRIN’
Suleyman Olcan ê 66 salî jî destnîşan kir ku deynên fatûreyên wan nîn in û got: “Qaşo ji ber me fatûrayên xwe ranezandiye ceryanê birîn e. Em pere bidin nedin jî dîsa ceryana me qût dikin. Tişteka diguhere nîne. Tişta tînin serê me heqaret e. Em nikarin çandiniya xwe bikin û zeviyan av bidin. Zilmê li me dikin. Jixwe di demek her tişt bihaye de em derbas dibin, niha jî ceryanê qût dikin û hin bêtir me şerpeze dikin.”
Îsmaîl Solcan ê 68 salî jî li hember pêkanîna qûtkirina ceryanê bertek nîşan da û got: “Ji ber av û ceryan nîne em nikarin pêdiviyên xwe rojane pêk bînin.”
MA / Berzan Guneş