AMED - Parêzer Mahmut Vefa diyar kir ku fikara ku dosya kuştina Parlamenterê DEP'ê Mehmet Sincar û parazvanê wî Metin Ozdemir bincil bikin heye. Vefa, anî ziman ku Cihan Yildiz ê têkildarî kuştinê ceza girt dibe ku ji ceza bê paqijkirin.
Li Êlihê di 4'ê Îlona 1993'an de Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sincar û parazvanê wî Metin Ozdemir rastî êrîşa çekdarî hatibûn. Di êrîşêde Sîncar û Ozdemîr jiyana xwe ji dest dabûn. Têkildarî bûyerê tenê Cihan Yildiz wekî bersûc hatibû dîtin û rastî cezayê muebetê hatibû. Parêzerê malbata Sîncar Mahmut Vefa, diyar kir ku 9’emîn Daîreya Ceza ya DAdgeha Bilind ceza erê kir, lê Serdozgerê Dadgeha Bilind ceza îtîraz kir. Vefa, anî ziman ku 16’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind îtîraza dozgeriyê red kir û wiha got: " Piştî dozger îtîraz kir û dadgehê îtîraz red kir, dê dosyayê bişînin Lijneya Giştî ya Ceza. Vefa, da zanîn ku ew li benda biryara Lijneya Giştî ya Caza ne.
Vefa, anî ziman ku bi salan e dozê dişopîne û dozgerên Dadgeha Bilind li ser vê dosyayê gelek radiwestin û wiha got: "Di rewşên asayî de dosgerên dadgeha bilind ew qas li ser van dosyayan ranawestin. Piştî 25 salan bersûc rastî ceza hat. Tenê bersûcek heye. Em bi fikarin ku ser vê dosyayê bincil bikin û bersûc ji sûc paqij bikin. Em bawer dikin ku ji bo bersûc neyê cezakirin hin kesên siyasî û polîtîk destê xwe xistine nava vî karî. Gel ji nêzîk ve doza Sincar û Ozdemir dişopîne. Kuştina Sîncar yek ji bûyerên tarî yên li Tirkiye ye. Dos li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) û Dadgehên Rayeya Taybet hatin ditin. Lê tu encam ji van dadgehan derneket. Herî dawî di 2010'an de di serdegirtina malekê de çeka ku pê Sîncar hatiye kuştin hat dîtin. Pişti vê bûyerê dosya ji nûve hat vekirin. Piştre îfadeya bersûc Cihan Yıldız hat girtin. Ligel Yildiz, Mehmet Ali Oguzhan, Sinan Yakut, Musa Ozer, Rıfat Demir, Mehmet Ali Geçer hatin darizandin. Ji doza kuştina Sincar beraat kirin, lê ji dozên din rastî ceza hatin. Tenê bûyer xistin sitûyê bersûcekî û ser dosyayê girtin."
Vefa, anî ziman ku di îfadeyên Mehmet Ali Oguzhan, Sinan Yakut, Musa Ozer, Rıfat Demir, Mehmet Ali Geçer ên li midûriya polîsan û qeydên li mala Rêberê Hîzbûllahê ya li Stenbolê hatin girtin nişan dide ku Edîp Gumuş Cihan Yildiz xistiye nava lêpirsînekê. Lê tevî vê yekê tenê Yildiz rastî ceza hat.
Vefa, anî ziman ku pişt perdeyê r oni nikerin û dixwazin dozê tenê bi bersûciya kesekî bigirin û wî jî ji sûc paqij bikin û wiha got: "Di wê serdemê de Mufettişê Serokwezîr Kutlu Savaş raporek amade kir. Di raporê de diyar kir ku di kuştina Sincar de îtîrafkarên JİTEM'ê piştgirî dane."