‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rasterast bandorê li jiyana girtiyan dikin'

  • rojane
  • 09:02 17 Mijdar 2022
  • |
img
WAN - Parêzer Nedîm Sarisaç diyar kir ku di saleke dawî de nêzî 70 girtî jiyana xwe ji dest dane û got ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rû didin êdî rasterast bandorê li jiyana girtiyan dikin. 
 
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê her ku diçe zêde dibin. Mafê ragihandin, ewlehî û jiyanê yên girtiyan tên binpêkirin û li dijî van binpêkirinan jî çalakiyên girtiyan didomin. Herî dawî li Girtîgeha Dûmlûyê ya Erziromê paceyên hucreyên yekkesî bi têlên hesin ên qalind hatibûn girtin. Girtiyan li dijî vê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kiribû. Her wiha li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê, li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê û li Girtîgeha Wanê jî binpêkirinên mafan zêde dibin. 
 
Endamê Komîsyona Mafên Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nedîm Sarisaç, got ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gihaştine asteke cuda.
 
MAFÊ JIYANÊ 
 
Sarisaç anî ziman ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bênavber didomin û got ku armanca van binpêkirinan jî tepisandina girtiyan e. Sarisaç da zanîn ku her rêveberiya nû ya tê girtîgehê ne hiqûqê, "rêbazên xwe" bi kar tîne û ev tişt gotin: "Mixabin her rêveberiya ku tê hiqûqê esas nagire. Ger mewzûatên têkildarî hiqûqê bihatana şixulandin, dê ev qas binpêkirin rû nedana. Em hatine cihekî wiha ku di saleke dawî de nêzî 70 girtî yan li girtîgehê yan jî piştî hatine berdan bi demeke kurt jiyana xwe ji dest dane. Êdî ji binpêkirinên mafan wêdetir, me dest bi parastina mafê jiyanê yê girtiyan kiriye. Lewre li girtîgehan êdî binpêkirinên mafan bandorê li jiyana girtiyan dikin. Ev jî, ji ber vê yekê ye ku rêveberiya girtîgehê li gorî berjewendiyên desthilatê hereket dike." 
 
BINPÊKIRINA MAFAN
 
Bi domdarî Sarisaç da zanîn ku porsiyonên xwarinê yên girtiyan hindik tên dayîn, av bisînor têdayîn û girtî bi awayekî kêfî tên sewqkirin û odeyên wan tên guherandin. Sarisaç diyar kir ku çendî pandemî bi dawî bûye jî hê jî çalakiyên sosyal tên astengkirin û wiha domand: "Bi taybetî gardiyan hewl didin girtiyan proveke bikin. Li gorî mewzûatê dema telefonê saet û nîv e, lê rêvebiriyên girtîgehan ew kirine 40 deqe." 
  
XWENEGIHANDINA TENDÛRISTIYÊ 
 
Di berdewamê de Sarisaç destnîşan kir ku li girtîgehan pirsgirêka herî bingehîn binpêkirina mafê tenduristiyê yê girtiyan e û ji bo vê ev tişt anî ziman: "Hema bibêje mafê xwegihandina tendûristiyê yê girtiyan tune ye. Bi taybetî jî di demên dawî de girtiyan nabin revîrê jî. Gava wan dibib revîrê yan jî nexweşxaneyê muayeneya bi awayê kelemçekirî li wan tê ferzkirin. Girtî jî vê yekê qebûl nakin û bêyî bên muayenekirin cardin wan tînin nexweşxaneyê. Bi vî awayî mafê wan ê xwegihandina tendûristiyê tê binpêkirin. Her wiha xwegihandina ava paqij jî tune ye. Fiyetên tiştên li qantînê pir biha ne, berên li qantînê bêqalîte ne, radyoyên wan tên desteserkirin. Tew radyoyên tên desteserkirin tên xerakirin û cardin radestî girtiyan tên kirin. Daxwaznameyên girtiyan naşînin û yên tên şandin jî nayên bersivandin. Nameyên ji girtiyan re tên jî piştî 7-8 mehan radestî wan tên kirin."
 
DARAZA KU KETIYE BER ÇERXA SIYASETÊ
 
Bi domdarî Sarisaç diyar kir ku hiqûqa van binpêkirinan ji holê rake nayê pêkanîn û wiha bi dawî kir: "Ev, li gorî xwesteka dozgeriyan û desthilatê tên kirin. Anku daraz ketiye destê desthilatê û li gorî desthilatê hereket dike. Sedema domandina van binpêkirinan ev e. Êdî divê dawî li van binpêkirinan bê. Ji bo vê jî ewilî divê hiqûq bê şixulandin û mafên mirovan ên bingehîn esas bên girtin."
 
MA / Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

20/11/2022
13:07 HDP ji ber êrişan dê sibe civîna awarte li dar bixe
12:50 Parlamenterê Iraqê: Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar anîn
12:44 Malbata Şenyaşar: Rêya jiyana biedalet piştevanî ye
12:40 Serhildana 'Jin, jiyan, azadî" di hefteya 10’an de ye
12:33 Bertekên li dijî êrişan: Roj roja bi ruhê Kobanê rabûna ser pêyan e
12:13 Di êrişên Tirkiyeyê de 11 sivîl û rojnamegerek hatin qetilkirin
11:56 Tirkiyeyê li Kobanê nexweşxane kir hedef û bi temamî rûxand
11:40 Rojava dê li dijî êrişan dakeve qadan
11:38 Di êrişa li dijî Şerayê de 10 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin
11:33 Mazlûm Ebdî: Heke êriş bidomin dê ziyan bigihije her kesî
11:14 Li Dêrikê Komkujî: Di encama êrişa Tirkiyeyê de 9 kes hatin qetilkirin
11:08 Di êrişa hewayî de nûçegihanê ANHA’yê hate qetilkirin
10:56 Hevserokê Herêma Firatê: Dixwazin vîna me têk bibin lê em ê bi bersiveke dîrokî bi ser kevin
10:28 ‘Kovara Destarê li dijî her cureyê wêjeya serdest raperîneke wêjeyî ye’
10:14 BMG: Kobanê dê nekeve, em ê faşîzmê hilweşînin
10:13 Tirkiyeyê dîsa êrişî Kobanê kir
09:58 Emeliyata girtiyê bi penceşêrê ketiye bi derengî tê xistin
09:56 ‘Yên ku naxwazin cenazeyên zarokên xwe ji ATK’ê wergirin, bila tev li Nobeta Edaletê bibin’
09:46 Di wesayîtên biraziyên serokên AKP û MHP’î de tiryak hat girtin
09:10 Zarokên ku xeyalên wan hatine têkbirin
09:10 Da pey şopa jiyana Meryem Xanê, xwe gihand agahiyên rasteqîn
09:08 Koçerên ku ji Bestayê vegeriyan: Çar aliyê me kamera bûn
09:07 Sara Aktaş: Têkoşîneke ku navenda wê azadiya jinê nebe dê encam negire
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:33 Foza Yûsif: Em ê serî netewînin û xaka xwe biparêzin
08:14 KCDK-E û DBP: Divê hemû kes li her derê xwedî li Rojava derkeve
07:54 Mazlum Ebdî: Bi êrişê gef li tevahiya herêmê tê xwarin
07:47 Artêşa tirk noqteyên rejîma Şamê bombebaran kir
00:48 Gelek deverên Rojava û Herêma Federe ya Kurdistanê hatin bombebarankirin
19/11/2022
20:19 Li Amedê kesek ji ber dûmanê fetisî
18:45 Banga TJA û Platforma Jinan a Şahmaranê ya ji bo têkoşîna li dijî tundiyê
18:36 TJA li Elkê bi jinan re civiya
17:55 Meclîsa Jînan a HDP’a Geverê jin vexwadin meşa 25'ê Mijdarê
16:38 Îfadeyên kesên ji teqîna Taksîmê hatin girtin derketin holê
16:37 Konsera 25’ê Mijdarê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hate astengkirin
16:14 Faîlên jinên hatin windakirin hatin pirsîn: Em edaletê dixwazin
16:13 Hat xwestin girtiyê nexweş Şahîn tavilê bê emeliyatkirin
15:57 Keskîn: Sedema pirsgirêkên li Tirkiyeyê îdeolojiya fermî ye
15:42 Li aqûbeta zarokên windakirî pirsîn
15:22 ÎHD: Girtiya nexweş Acar berdin
15:10 Sancar li Agiriyê axivî: Hûn ne bêalternatîfin, HDP heye
15:09 Têkildarî êrişa Taksîmê 8 kesên din hatin binçavkirin
14:51 Li Amedê panela ‘azadiya çapemeniyê’ hate lidarxistin
14:18 Xwişka Hayrettîn Eren: Dewlet dibe şirîkê sûc
13:30 DTO’yê bertek nîşanî binçavkirina Dr. Mûstafa Yaşa da
13:19 Tora li Dijî Tundiyê: Bila Mûsa Sevîm bê girtin
12:43 Li Egeyê jin dê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dakevin qadan
11:46 Li Amedê zarokek hat binçavkirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Heya edalet neyê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
11:03 Temellî: Îktidar di Taksîmê de li ser sûc hat zeftkirin
10:34 Girtiyê li Girtîgeha Eregliyê: Nikarim bêhnê bistînim
10:03 Li Girtîgeha Sîncanê sepanên 12’ê Îlonê di dewrê de ne
09:41 'Xwendekar ne yekîne ne jî şeqşeqkerên we ne'
09:12 Serhildan mezin dibe: Jina azad civaka azad e
09:09 Mîmar Aslan: Sûrên li Ben û Senê derketin holê divê bên parastin
09:02 Li dû wê, tenê wêneyê wê yê bi dîwêr ve ji zarokên wê re maye
09:02 Ji Şemsê Allakê heya Jîna Emîniyê: Jin ber bi azadiyê ve dimeşin
09:01 Nerazîbûna ji bo çekên kîmyewî: Bêdengî mirin e
09:01 Cêwiyên 5 salî wekî "delîl" hatine bikaranîn
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2022'YAN
18/11/2022
19:45 Li Girtîgeha Bakirkoyê îşkence: Mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin
17:53 TJA, li Şemrexê bi jinan re civiya
16:38 Jin li pêşiya edliyeyê ne: Ji Mîrabalan heta Emîne Şenyaşaran em ê têkoşînê mezintir bikin
16:22 Bîlançoya teqîna li Silêmaniyeyê giran e: 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn
15:48 Li Edene û Mêrsînê ji bo jinên girtî qert hatin şandin
15:22 Ji bo girtiyên nexweş banga hestyariyê
15:16 Li Girtîgahe Eregliyê silavdayîn jî qedexe ye!
14:56 Li Semsûrê kesek hate girtin
14:54 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn
14:53 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza ji bo guherandina şandeya dadgehê hat redkirin
14:02 Bersiva ‘paramotorê’ da Soylu: Xwezî hûn jî hinek hêdî bifiriyan
13:41 Kujerê Meryem Sevîmê sîxûrê emniyetê derket!
13:38 Li Îranê jin 'tabûya heram a rejîmê' dişikînin
12:50 Li Mêrsînê malên elewiyan hatin îşaretkirin
12:44 Têkoşîna jinan hem jin û hem jî tundî berbiçav kir
12:08 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêk anîn hêza xwe ji piştgiriya Erdogan digirin
11:42 Endamê SES’ê Mûstafa Yaşa hate binçavkirin
11:42 Soylu dîsa biryara xwe guherand: Albashir ji Minbicê hatiye!
10:20 Karayilan: Biryara şewitandina leşkeran Akar da û Erdogan jî erê kir
10:17 Jinên SKM û OGKî hatin berdan
10:01 KON-MED: Divê li dijî sûcên şer xeta têkoşînê bê avakirin
09:59 'Ji bo berdana Ozkan hewcehî bi raporê nîne ji ber ku her tişt li pêş çav e ‘
09:23 Dayika girtiyê nexweş Mûtlû: Berî bimirim dixwazim berdana kurê xwe bibînim
09:01 Birayê girtiyê nexweş ê 74 salî: Ev îşkence ye
09:01 ‘Kurd divê li dijî bêhiqûqîtiya li girtîgehan deng derxînin'
09:00 OHD'ê bang li rêxistinên hiqûqî kir: Li hemberî tecrîdê xwe li nedîtinê daneynin
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:54 Li Mûglayê erdhej
08:49 Ji binçavkiriyên teqîna Stenbolê 17 kes jê hatin girtin
17/11/2022
23:08 Têkildarî teqîna li Taksîmê 17 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
21:48 Li Silêmaniyeyê teqîn: 3 xanî xera bûn
21:43 Li Kadikoyê polîsan avêt ser Komeleya Jinên Ciwan a Kaktusê
19:51 Platforma Jinan a Şahmaranê qert şandin ji girtiyan re
19:15 Di doza malbata Dedeogûllariyê de li tetikkêş Mehmet Altûn 7 caran cezayê muebeda giran hat birîn
18:38 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Heya niha 342 kes hatine qetilkirin
17:04 Li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdorveger hate destpêkirin
17:01 Di danişîna doza komkujiya Dedeogûllari de parêzer ji eywanê hatin derxistin
17:00 Albashir got ku ne ji Efrînê lê ji Idlibê derbasî Tirkiyeyê bûye
16:44 Xwendekarên welatparêz ‘Meclisa Xwendekarên Demokratîk’ ragihand
16:28 Baroya Enqereyê dê destûra ‘reglê’ bide xebatkarên xwe