EDENE – Li Edliya Edeneyê polîsek bi navê H.A. li du zarokên binçavkirî tundî kiribû. Der barê polîs de bi daxwaza ji 4 mehan heta salekê doz hat vekirin.
Li Edliya Edeneyê di 21’ê tebaxa 2017’an de polîsan du zarok binçav kiribû û zarok li korîdora edliyê rastî tundiya polîsekê hatibûn. Di 22’ê kanûnê de ajansa me dîmenên vê tundiyê serwîs kir. Li ser weşandina van dîmenan Komîsyona Mafê Zarokan a Baroya Edeneyê ket tevgerê û di 28’ê kanûnê de der barê polîs de giliyê sûc kiribûn. Li ser gilîkirina endamên Komîsyona Baroyê, Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê der barê polîs H.A. yê tundiyê li zarokan kir lêpirsîn da destpêkirin û îdianame amade kir.
Di îdianameyê de hat diyarkirin ku bûyer d idi 21’ê tebaxa 2017’an de li odeya sekinandina zarokan a Edliya Edeneyê pêk hatiye. Li gel îfadeyên zarokên bi navê F.Ç. û S.S. hat girtin jî, lê di îdianameyê de cih nedan navê wan.
TUNDIYÊ KIR Û XWE PARAST
Polîs H.A. got ku ji ber zarokan wî tahrîk kiriye li wan daye û parastina xwe kir. Dozgeriyê der barê polîs de bi îdiaya “birîndariya sivik” de bi daxwaza ji 4 mehan heta salekê doz hat vekirin û îdianame amade kir. 22’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Edeneyê îdianame qebûl kir û di vê çarçoveyê de dê di 21’ê hezîranê danişîna ewil a dozê bê dîtin.