AMED – Daîreya Ceza ya 9’emîn a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê, biryara ku dadgeha herêmî ya ku der barê Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr de da, hema bêje bi heman awayî da. Her çend qeyda sicîla edlî tune ye, jî dadgehê ceza taloq nekir û ji ber vê dê parlementeriya Baydemîr bê betalkirin.
Dadgeha Cezayê Asliye ya 4’emîn a Amedê bi îdiaya “ji ber heqareta li peywirdarê cemaweriyê” sal û 5 meh û 15 roj ceza li Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr birîbû. Lê Daîreya Ceza ya 9’emîn a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê bi hinceta “dibe ku derhiqûqî be” ceza xera kiribû û biryara dabû ku ji nû ve bê darizandin. Lê belê di encama darizandina ji nû ve de, Daîreya Ceza ya 9’emîn a Dadgeha Îstinafê, biryara dadgeha herêmî ya ku berê bi hinceta “dibe ku derhiqûqî be” xirakiribû, hema bêje vê carê bi heman awayî esas girt û biryar da.
Parêzerê Baydemîr, Parêzer Serdari Çelebî biryara ku Dadgeha Îstinafê da nirxand. Çelebî, bi lêv kir ku ji ber muwekîlê wî Baydemîr ji ber polîs tund û bi awayekî derhiqûqî tev geriyeya hin gotin ji polîs re gotine û ji ber van gotinan doz lê hatiye vekirin. Çelebî, diyar kir ku Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya 4’emîn a Amedê bêyî ku dîmenên der barê bûyerê de û beyanên şahidan esas bigire, li gor girtekên polîsan tev geriyeya. Çelebî, bi lêv kir ku wan şahidekî bûyerê aniye dadgehê, lê belê dadgehê guh nedaye şahid û biryar daye. Çelebî, anî ziman ku ji ber biryar ne adil bûye wan îstinaf kiriye û îstinafê jî biryara hatiye dayîn xera kiriye. Çelebî, destnîşan kir ku Dadgeha Îstinafê biryara dadgeha herêmî xera kiriye û biryara ji nû ve darizandinê daye, lê belê Îstinafê vê carê biryara dadgeha herêmî hema bêje rasterast qebûl kiriye û li gor wê biryara daye.
‘EM Ê SERÎ LI HERMÛ RIYÊN HIQÛQÎ BIDIN’
Çelebî, bi lêv kir ku der barê muwekîlê wî Baydemîr de cezayekî hepsê yê teqezbûyî tune ye û qeydekî wî yê sicîlê jî tune ye, ji ber vê wan biryara hatiye dayîn berpêşî Dadgeha Îstinafê kiriye. Çelebî got: “Lê ligel vê yekê jî wekî ku berê der barê muwekîlê min de hikmek hatibe dayîn hebe, dadgeh tev geriyaye û serî li vebijêrkên wekî taloqkirina ceza nedaye. Ji ber vê ye ku em di warê têgihiştina vê biryara nehiqûqî de ditengijin. Ev biryara derhiqûqî, ji ber nasnameya siyasî ya muwekîlê min hatiye dayîn. Li dewleteke hiqûqê li ser birayereke nehiqûqî betalkirina parlementerekî nayê qebûlkirin. Em ê li dijî vê biryara derhqûqî serî li hemû riyên îtirazkirinê bidin.”