Nobeta Edaletê di sala yekemîn de ye: Em ê heta dawiyê têbikoşin

img
AMED – Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan dane destpêkirin, salek li pey xwe hişt. Malbatên girtiyan ên li ber Edliyeya Amedê bi awayekî girseyî daxuyanî dan, bi lêv kirin ku wê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin.  
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Amedê dane destpêkirin salek li pey xwe hişt. Malbatên girtiyan û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî ku li ber Edliyeya Amedê kom bûn, têkildarî çalakiya salvegera ewil daxuyanî dan. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosûn, Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyat Ceylan, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78’an, Baroya Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê, Komeleya Jinan a Rosayê, Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristiyê û Civakî (SES) a Amedê, Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) Nûnertiya DÎSK’a Amedê  û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
‘EM Ê HETA DAWIYÊ LI EDALETÊ BIGERIN’ 
 
Xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler, Încî Guler spasiyên xwe pêşkeşî kesên tev li çalakiya wan bûne û wiha got: “Deriyek nema ku me lênexist. Tişta ku em ji dewletê dixwazin edalet e. Bêedaletiyê ava nekin.” Guler, da zanîn ku piştî ku dest bi çalakiya nobeta edaletê kirin girtî tî û birî hatin hiştin û wiha berdewam kir: “Em vê neheqiyê qebûl nakin. Em ê her tim li cem girtiyên xwe bin. Em ê heta dawiyê li edaletê bigerin.”  
 
‘DIVÊ ATK TENA SERÊ XWE BIRYARÊ NEDE’ 
 
Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran jî diyar kir ku girtîgeh birînên ne kewandî yên Tirkiyeyê ne û wiha got: “Girtî bi nameyan xwe digihînin me. Binpêkirinên mafan ên dijîn ji me re radigihînin. Em dibinin ku mafê xwe gihandina tenduristiyê tê astengkirin.” Tûran, qala rewşa girtiyên nexweş kir û wiha berdewam kir: “Tevî ku saziyên tenduristiyê raporan didin jî nayên berdan û wiha got: “Divê Saziya Tiba Edlî (ATK) tena serê xwe biryarê nede, divê bi wergirtina nêrîna bijîşkên pispor rapor bên amade kirin. Dixwazin ku girtiyên nexweş bên berdan.”
 
‘HERKESΠBIHÎST DESTHILATÊ NEBIHÎST’ 
 
Rêveberê MED TUHAD-FED’ê parêzer Yûsûf Çakas jî mirina bi dehan girtiyên nexweş û şewitandina înfaza bi sedan girtiyan bi bîr xist û anî ziman ku berxwedana dayikan mafdar e. Çakas, bang li desthilatê kir û wiha got: “Herkesê ev dengê edaletê bihîst lê deshilatê nebihîst. Vî dengî bibîhisin. Baran bibare jî lêgerîna edaletê didome. Em li cem vê lêgerîna edaletê têdikoşin. Bijî berxwedana zindanan.”
 
‘DIVÊ DAXWAZ BÊN BICIHANÎN’
 
Endamê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Serhat Eren jî diyar kir ku malbat havîn û zivistanê tevî sir û seqemê li ber girtîgeh, ATK’ê û edliyeyê lêgerîna xwe ya edaletê didomînin û got: “Malbatên me yên dest bi nobeta edaletê kirin dixwazin pêkanînên li dijî rûmeta mirovahiyê bi dawî bibin. Pirsgirêkên li girtîgehan diqewimin ne tene pirsgirêkên girtîgehan, pirsgirêkên malbatan, baroyan, saziyan û herkesên li welat dijînin. Têkoşîna mafên mirovan divê ji aliyê herkesê ve bê dayîn. Divê daxwazên mafdar ên malbatan demildest bên bicihanîn.”
 
Hevseroka Şaxa OHD’a Amedê Ozum Vûrgûn a dû re metna çapemeniyê xwend, da zanîn ku çalakiya nobeta edaletê ya malbatên girtiyan li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin dane destpêkirin salek li pey xwe hişt û bal kişand binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin. 
 
BAL KIŞAND SER REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Vûrgûn, raporên ku ATK’ê ji bo girtiyên nexweş dide bibîrxistin û wiha got: “Divê ji bilî ATK’ê raporên nexweşxaneyên baş û nexweşxaneyên zanîngehê jî bên qebûlkirin. Divê ATK were guhertin û bibe saziyeke serbixwe û yek alî. Divê daxwazên girtiyên nexweş bên bicih, girtiyên nexweş bên berdan û xwe gihandina tenduristiyê pêk nayê.”
 

Sernavên din

23/03/2023
14:00 Di Doza Komkujiya Garê de daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:00 ÎMO: Divê modelek nû ya kontrola avahiya bikeve meriyete
13:38 Petrola ku ji xeta boriya BOTAŞ’ê herikî tev li Çemê Batmanê bû
13:31 Belgeya Helwestê ya Hilbijartinê ya KESK’ê: Em ê dengê xwe bidin jiyaneke birûmet
13:06 Îfadeyên Bîlgen û Tan bûne hinceta girtinê
13:02 Hêzên rejîmê li Rojhilat ciwanek qetil kirin
12:58 Li Wanê xebatên hilbijartinê dest pê kirin: Agahiyên navnîşanên xwe kontrol bikin
12:35 Li Mereşê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
11:58 Malbata Şenyaşar: Em bi hêvî ne ku wê meha Remezanê edaletê bîne
11:27 NPG: Dixwazin beriya hilbijartinê şer bidin desptêkirin
11:10 Navendeke terapiyê ya di hundirê çiyê de: Şikeftên Xwê
10:53 65 sal e sefariya ji ermenan maye dike
10:41 Xaniyê ku rapora kêmxesar dabûnê hilweşiya
10:15 Fezlekeya rakirina parêzbendiya Aydenîz di rojeva Meclisê de ye
10:02 Doza Pirtûkxaneya Ûmût veguhezandin AYM’ê
09:02 Mexdûrên erdhejê bêpaşîv rojî girtin
09:02 Li Îzmîrê avahiyên 45 nexweşxaneyan bi xetereyê re rû bi rû ne
09:01 'Em nikarin ji bo meha Remezanê jî tiştekî bikirin'
09:00 Kursiya biteker nedane girtiyê ku destekî wî û lingekî wî tune ne
09:00 Rojnamevan Naroûyî: Gelê Îranê dê her li qadan be
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2023'YAN
08:59 Li gundê Kulice yê di navbera Mahabad û Bokanê de coşa Newrozê
08:44 Derbarê îşkenceya li Licê de lêpirsîn hat destpêkirin
22/03/2023
22:07 Li Gever û Rûbarokê Newroz hat pîrozkirin
21:01 Li Qoserê du malbatên xeydan li hev hatin
19:48 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir ji girtîgehê derket
19:28 Girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:42 Li ber NY'yê daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan
17:45 Bernamzatê HDP'ê Ferît Şenyaşar: Ez ê bibim dengê hemû kesên ku rastî bêedaletiye hatine
16:59 MSD: Berpirsyarê komkujiya li Efrînê dewleta tirk û amûrên wê ne
16:48 Hevşaredarên Êlihê: Em ê dawî li vê pergala zilmê bînin
16:40 Baroya Amedê polîsên îşkence li zarok kirine gilî kir
16:30 Sancar û Klingbeil daxuyaniya hevpar da: Zextên siyasî nayên qebûlkirin
16:22 Ferît Şenyaşar ji bo bernamzetiya HDP’ê serlêdan kir
16:07 Li dijî Buroya Têkiliyan a Hilbijartinê ya HDP’ê êriş hate kirin
15:58 Mazlum Ebdî: Em ê heta dawiyê Şoreşa Rojava biparêzin
15:15 10 DAIŞ’î li Kerkûkê hatin girtin
15:13 Zarok îşkence kirin, gef li bavê wî xwarin: Hûn Torosên Spî dixwazin!
14:39 Danişîna peywirdarê cemaweriyê ku zarokek tacîz kiribû hate taloqkirin
14:18 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê vê pergalê biguherînin
14:17 Ji bo dosyaya jinên binçavkirî biryara bisînorkirinê hate dayîn
14:03 6 kesên beriya Newrozê li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:56 Malbata Şenyaşar: Yildiz di bin parastina parlamenterê AKP’î de emeliyat bûye
13:51 ‘Di dîrokê de cara ewile Gola Wanê ewqas vedikişe’
13:08 Li Hezexê du malbat bi şer çûn: 10 kes birîndar bûn
12:43 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir hate tehliyekirin
12:25 Ji bo rojnamegerên girtî Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe
12:20 Kesên di Newroza Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li ser gora Jîna Emînî meşaleya Newrozê hate vêxistin
11:38 Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê Serokkomariyê dernaxîne: Em ê hesabê bipirsin
11:24 Li bajarên Ewropayê coşa Newrozê
11:15 Nûçeya giliya derbarê cîgirê serbijîşk de hate astengkirin
10:56 AYM’ê serlêdana HDP’ê qebûl nekir
10:56 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:44 Piştî 30 salên girtîgehê niha li qada Newroza Amedê ye: Bedela me dayî vala neçûye
10:28 Polîsan destên zarokê ku bi lêdanê anîn ber mirinê girêdan û avêtin çem!
09:47 Jinan ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Em ê tecrîdê bişkînin
09:01 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2023'YAN
21/03/2023
21:54 Li Amedê polîsan dest danî ser cil û bergên kurdî yên zarokekî 3 salî
21:11 Li Bandirmayê agirê Newrozê
20:24 Ciwanan piştî pîrozbahiyê meşek li dar xist
19:12 Oranê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
18:14 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn
18:09 Li Cizîrê bi hezaran kes piştî Newrozê meşiyan
17:06 Li bajarê Nagihan Akarsel agirê Newrozê hate vêxistin
16:51 Li Rojhilat pîrozbahiyên Newrozê
16:51 Newroza Cizîra Botan: Em kurd in, li vir in û kes nikare pêşiya me bigire
16:34 Li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî jiyana xwe ji dest da
16:26 Sancar bang li sedhezaran kir: Ji Newrozê re merhaba, ji îktîdara AKP’ê re elweda
16:25 Danişîna doza Çelîk û Akin hate taloqkirin
16:11 Gelan li Çanakkaleyê Newroz pîroz kir: Em ê bi hev re bi ser bikevin
16:09 Li ser rêya Colemêrg û Wanê qezaya trafîkê çêbû
15:56 Li Newroza Amedê posterên Ocalan hatin vekirin
15:50 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dengê Ocalan bû hêviya azadiyê
15:25 Li Herêma Egeyê civîna bi rojeva ‘hilbijartinê’
15:19 Ji Bafil Talabanî bo Newrozê Amedê peyam: Siyasetmedar û rêberên me berdin
15:07 Nisêbîna rengîn agirê azadiyê pêxist: Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze
14:56 Malbata Şenyaşar: Bijî têkoşîna me ya mafdar
14:54 Akdag: Berxwedan bi ruhê Mazlum Dogan didome
14:12 Elewiyan li Edeneyê Newroz pîroz kirin
14:02 Di Newroza Amedê de peyamên yekitiya neteweyî
13:59 ‘Em ê bi agirê Newrozê biherikin ser sindoqan’
13:56 Ji Mizrakli nameya Newrozê: Teqez em ê bi ser bikevin
13:48 Temel: Tecrîd wê rabe û em ê dengê Ocalan bibihîzin
13:29 Newroza Golanê: Dengê me li çar aliyê cîhanê tê bihîstin
13:20 Kûrkût li cihê lê hat qetilkirin hate bibîranîn
13:06 Deklarasyona 2013’an bi bîr xist: Newroz îradeya çareseriyê ye
12:56 Ahmet Turk: Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e
12:38 Di Newroza fînalê de agirê serhildanê cara 2635’emîn hate vêxistin
12:07 Newroza fînalê dest pê kir: Amed bû lehî û herikî qada Newrozê
11:23 Li Hatayê ji bo demekî dest danîn ser cihên çandiniyê
11:22 Li Qada Newrozê hêrsa li dijî tecrîdê
11:21 Gelê Cizîra Botan bi ruhê azadiyê Newrozê pîroz dike
11:07 Li 9 navendan agirê Newrozê tê hilkirin | ZINDÎ
11:01 Bi hezaran bazîdî bi meşaleyan ber bi qada Newrozê ve dimeşin
10:48 Nisêbîna rengîn bi berzkirina dirûşmeyan diherike qada Newrozê
10:40 Li Parka Newrozê dîmenên dagirkeriyê!
10:32 Xelkê Amedê pêl bi pêl diherike qada Newrozê
10:23 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin