Ji bo rojnamegerên girtî daxuyaniya girseyî: Ev 5 meh in darazê tiştek nekiriye

  • rojane
  • 14:40 16 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - DFG û MKGP’ê bi boneya 5’emîn meha girtina 16 rojnamegerên kurd, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan û wiha gotin: “Naxwazin îdianameya derheqê 16 hevalên me yên rojnameger de amade bikin ji ber ku dizanin ku îdiayên wan vala ne. Ev 5 meh in darazê tiştek nekiriye.” 
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) bi boneya 5’emîn meha girtina 16 rojnamegerên kurd di 16’ê hezîranê de, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyeke hevpar dan.  Di daxuyaniyê de pankarta “Çapemeniya Azad serî natewîne” hatibû daliqandin û gelek rojnameger û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn. Her wiha endam û rêveberên Komeleya Yekitî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) a Amedê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosûn, Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Baroya Amedê, Komeleya Jinan a Rosayê, Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiê û Xizmetên Civakî (SES) a Amedê, Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), Komeleya 78’an, Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED DER), Nûnertiya DÎSK’ê ya Amed3e, Odeya Bijîşkan a Amedê û gelek rojnameger di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Çapemeniya Azad bêdeng namîne” hat berzkirin. 
 
Daxuyaniya bi kurdî li ser navê DFG’ê Kadrî Esen û ya bi tirkî jî li ser navê MKGP’ê Gulşen Koçuk xwend. 
 
Di daxuyaniyê de Esen wiha got: “Di çarçoveya lêpirsîna li dijî xebatkarên çapemeniya azad de di 8'ê hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes hatin binçavkirin û piştî 8 rojan di bin çavan de man, bi awayekî bêhiqûqî ji aliyê dadgehê ve 16 rojnameger li Amedê hatin girtin. Ji ber hevalên me bi kamerayên xwe heqîqet diparastin, ji ber bêhiqûqiya îktidara dixwaze civakê bêhilm bihêle teşhîr kirin, ji ber bûn dengê kesên tên çewisandin, bûn dengê jin, ciwan û gelek kesan loma hatin girtin. Bi ser vê girtina êdî veguheriye îşkenceyê re 5 meh derbas bûn.
 
HER DESTHILATDARÎ JI EWIL ÇAPEMENIYÊ HEDED DIGIRE
 
Her partiyên ku li Tirkiyeyê bûn îktidar, di destpêkê de ji bo gihandina heqîqetê ya ji civakê re bê astengkirin, çapemeniya azad kirin hedef. Di her kêliyê de berî ku berê xwe bidin civakê di destpêkê de xebatkarên çapemeniya azad hatin binçavkirin, girtin, kuştin. Cihên xebatkarên çapemeniya azad lê dixebitîn hatin bombekirin. Tevî van êrişan jî xebatkarên çapemeniya azad gav paş de neavêtin. Yên guherîn û çûn her tim îktidar bi xwe bûn. AKP a ku bi sozên demokrasî, mafên mirovan, zagona sîvîl bû îktidar jî bi rê û rêbazên berê hatine ceribandin êrişî çapemeniya azad kir. Piştî di 16’ê hezîranê de 16 hevalên me hatin girtin, di 25'ê mijdarê de jî starta operasyoneke nû hat dayîn. Vê carê jî 10 hevalên me hatin girtin. Ev jî têr nekir, wekî salên 1990, 2011 û 2016'an bi ser bûroyên me de girtin, dest danîn ser hemû alavên me. 
 
DIZANIN KU ÎDIAYÊN WAN VALA NE LEWMA ÎDIANAMEYÊ AMADE NAKIN 
 
Bi ser girtina wan re 5 meh derbas bûn lê hîn lêpirsîna der barê 16 hevalên me de temam nebûye. Daraza ji bo baronên hişbirê, kesên sûcê mirovatiyê dikin û bersûcên tecawizê demildest dikeve meriyetê, ji bo rojnamegerên van sûcan derdixin holê ev 5 meh in di cihê xwe de sekinî ye! Em bi sedema vê rewşê baş dizanin; ji ber ku dema îdianame bê amadekirin wê derkeve holê ku ‘sûcê’ hevalên me tenê çêkirina nûçeyan e; wê derkeve holê ku bingeha girtin û binçavkirinên di bin navê ‘operasyona mezin de’ çiqasî vala ye. Ew ê derkeve holê ku alavên rojnamegeran ên di fezlekeyên emniyetê de wekî ‘alavên rêxistinê’ derbas dibin, di eslê xwe de alavên heqîqetê ne. Ji ber vê sedemê ye ku hevalên me 5 meh in girtî ne û îdianameya der barê wan de nehatiye amadekirin. 
 
DIVÊ HEVALÊN ME BÊN BERDAN
 
Em dixwazin ev tişt bê zanîn; karê rojnamegerên di 8'ê hezîranê û 25'ê cotmehê de hatin girtin nîvco nema. Çapemeniya Azad, li dijî girtin û binçavkirinan serî hilda û wê ev serhildan bidome. Ji ber ku ev kevneşopiya li dijî zext û komkujiyan serî natewîne, ji aliyê civakê ve hatiye afirandin. Divê meqamên darazê yên bi polîtîkayên îktidarê bi teşe dibin jî êdî nebin temaşevanên vê rewşê; divê azadiya hevalên me ya fîzîkî pêk were. Divê êdî tu kes nebe hevparê vê fedîkariya ku veguheriye cezayekî.”
 

Sernavên din

23/03/2023
14:00 Di Doza Komkujiya Garê de daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:00 ÎMO: Divê modelek nû ya kontrola avahiya bikeve meriyete
13:38 Petrola ku ji xeta boriya BOTAŞ’ê herikî tev li Çemê Batmanê bû
13:31 Belgeya Helwestê ya Hilbijartinê ya KESK’ê: Em ê dengê xwe bidin jiyaneke birûmet
13:06 Îfadeyên Bîlgen û Tan bûne hinceta girtinê
13:02 Hêzên rejîmê li Rojhilat ciwanek qetil kirin
12:58 Li Wanê xebatên hilbijartinê dest pê kirin: Agahiyên navnîşanên xwe kontrol bikin
12:35 Li Mereşê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
11:58 Malbata Şenyaşar: Em bi hêvî ne ku wê meha Remezanê edaletê bîne
11:27 NPG: Dixwazin beriya hilbijartinê şer bidin desptêkirin
11:10 Navendeke terapiyê ya di hundirê çiyê de: Şikeftên Xwê
10:53 65 sal e sefariya ji ermenan maye dike
10:41 Xaniyê ku rapora kêmxesar dabûnê hilweşiya
10:15 Fezlekeya rakirina parêzbendiya Aydenîz di rojeva Meclisê de ye
10:02 Doza Pirtûkxaneya Ûmût veguhezandin AYM’ê
09:02 Mexdûrên erdhejê bêpaşîv rojî girtin
09:02 Li Îzmîrê avahiyên 45 nexweşxaneyan bi xetereyê re rû bi rû ne
09:01 'Em nikarin ji bo meha Remezanê jî tiştekî bikirin'
09:00 Kursiya biteker nedane girtiyê ku destekî wî û lingekî wî tune ne
09:00 Rojnamevan Naroûyî: Gelê Îranê dê her li qadan be
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2023'YAN
08:59 Li gundê Kulice yê di navbera Mahabad û Bokanê de coşa Newrozê
08:44 Derbarê îşkenceya li Licê de lêpirsîn hat destpêkirin
22/03/2023
22:07 Li Gever û Rûbarokê Newroz hat pîrozkirin
21:01 Li Qoserê du malbatên xeydan li hev hatin
19:48 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir ji girtîgehê derket
19:28 Girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:42 Li ber NY'yê daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan
17:45 Bernamzatê HDP'ê Ferît Şenyaşar: Ez ê bibim dengê hemû kesên ku rastî bêedaletiye hatine
16:59 MSD: Berpirsyarê komkujiya li Efrînê dewleta tirk û amûrên wê ne
16:48 Hevşaredarên Êlihê: Em ê dawî li vê pergala zilmê bînin
16:40 Baroya Amedê polîsên îşkence li zarok kirine gilî kir
16:30 Sancar û Klingbeil daxuyaniya hevpar da: Zextên siyasî nayên qebûlkirin
16:22 Ferît Şenyaşar ji bo bernamzetiya HDP’ê serlêdan kir
16:07 Li dijî Buroya Têkiliyan a Hilbijartinê ya HDP’ê êriş hate kirin
15:58 Mazlum Ebdî: Em ê heta dawiyê Şoreşa Rojava biparêzin
15:15 10 DAIŞ’î li Kerkûkê hatin girtin
15:13 Zarok îşkence kirin, gef li bavê wî xwarin: Hûn Torosên Spî dixwazin!
14:39 Danişîna peywirdarê cemaweriyê ku zarokek tacîz kiribû hate taloqkirin
14:18 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê vê pergalê biguherînin
14:17 Ji bo dosyaya jinên binçavkirî biryara bisînorkirinê hate dayîn
14:03 6 kesên beriya Newrozê li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:56 Malbata Şenyaşar: Yildiz di bin parastina parlamenterê AKP’î de emeliyat bûye
13:51 ‘Di dîrokê de cara ewile Gola Wanê ewqas vedikişe’
13:08 Li Hezexê du malbat bi şer çûn: 10 kes birîndar bûn
12:43 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir hate tehliyekirin
12:25 Ji bo rojnamegerên girtî Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe
12:20 Kesên di Newroza Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li ser gora Jîna Emînî meşaleya Newrozê hate vêxistin
11:38 Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê Serokkomariyê dernaxîne: Em ê hesabê bipirsin
11:24 Li bajarên Ewropayê coşa Newrozê
11:15 Nûçeya giliya derbarê cîgirê serbijîşk de hate astengkirin
10:56 AYM’ê serlêdana HDP’ê qebûl nekir
10:56 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:44 Piştî 30 salên girtîgehê niha li qada Newroza Amedê ye: Bedela me dayî vala neçûye
10:28 Polîsan destên zarokê ku bi lêdanê anîn ber mirinê girêdan û avêtin çem!
09:47 Jinan ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Em ê tecrîdê bişkînin
09:01 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2023'YAN
21/03/2023
21:54 Li Amedê polîsan dest danî ser cil û bergên kurdî yên zarokekî 3 salî
21:11 Li Bandirmayê agirê Newrozê
20:24 Ciwanan piştî pîrozbahiyê meşek li dar xist
19:12 Oranê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
18:14 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn
18:09 Li Cizîrê bi hezaran kes piştî Newrozê meşiyan
17:06 Li bajarê Nagihan Akarsel agirê Newrozê hate vêxistin
16:51 Li Rojhilat pîrozbahiyên Newrozê
16:51 Newroza Cizîra Botan: Em kurd in, li vir in û kes nikare pêşiya me bigire
16:34 Li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî jiyana xwe ji dest da
16:26 Sancar bang li sedhezaran kir: Ji Newrozê re merhaba, ji îktîdara AKP’ê re elweda
16:25 Danişîna doza Çelîk û Akin hate taloqkirin
16:11 Gelan li Çanakkaleyê Newroz pîroz kir: Em ê bi hev re bi ser bikevin
16:09 Li ser rêya Colemêrg û Wanê qezaya trafîkê çêbû
15:56 Li Newroza Amedê posterên Ocalan hatin vekirin
15:50 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dengê Ocalan bû hêviya azadiyê
15:25 Li Herêma Egeyê civîna bi rojeva ‘hilbijartinê’
15:19 Ji Bafil Talabanî bo Newrozê Amedê peyam: Siyasetmedar û rêberên me berdin
15:07 Nisêbîna rengîn agirê azadiyê pêxist: Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze
14:56 Malbata Şenyaşar: Bijî têkoşîna me ya mafdar
14:54 Akdag: Berxwedan bi ruhê Mazlum Dogan didome
14:12 Elewiyan li Edeneyê Newroz pîroz kirin
14:02 Di Newroza Amedê de peyamên yekitiya neteweyî
13:59 ‘Em ê bi agirê Newrozê biherikin ser sindoqan’
13:56 Ji Mizrakli nameya Newrozê: Teqez em ê bi ser bikevin
13:48 Temel: Tecrîd wê rabe û em ê dengê Ocalan bibihîzin
13:29 Newroza Golanê: Dengê me li çar aliyê cîhanê tê bihîstin
13:20 Kûrkût li cihê lê hat qetilkirin hate bibîranîn
13:06 Deklarasyona 2013’an bi bîr xist: Newroz îradeya çareseriyê ye
12:56 Ahmet Turk: Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e
12:38 Di Newroza fînalê de agirê serhildanê cara 2635’emîn hate vêxistin
12:07 Newroza fînalê dest pê kir: Amed bû lehî û herikî qada Newrozê
11:23 Li Hatayê ji bo demekî dest danîn ser cihên çandiniyê
11:22 Li Qada Newrozê hêrsa li dijî tecrîdê
11:21 Gelê Cizîra Botan bi ruhê azadiyê Newrozê pîroz dike
11:07 Li 9 navendan agirê Newrozê tê hilkirin | ZINDÎ
11:01 Bi hezaran bazîdî bi meşaleyan ber bi qada Newrozê ve dimeşin
10:48 Nisêbîna rengîn bi berzkirina dirûşmeyan diherike qada Newrozê
10:40 Li Parka Newrozê dîmenên dagirkeriyê!
10:32 Xelkê Amedê pêl bi pêl diherike qada Newrozê
10:23 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin