ENQERE – Li Cizîrê di qedexeyên derketina derve de 251 kes hatibûn kuştin û zêdeyî 2 hezar avahî hatibûn rûxandin. Têkildarî van qewimînen derket holê ku tenê li “peywirdarekî ewlehiyê” doza cemaweriyê hatiye vekirin.
Li Cizîra Şirnexê di qedexeya derketina derve ya sala 2015’an de 251 kes miribûn, ji 2 hezarî zêdetir avahî hatbûn rûxandin. Parlementera HDP’ê ya Rihayê têkildarî qewimînên li navçeyê pêşniyazpirsek berpêş kiribû. Di bersiva ku Wezareta Dadê da de, derket holê ku der barê qewimînên li navçeyê de tenê der barê “pewyirdarekî ewlehiyê” de doza cemaweriyê hatiye vekirin.
Di pêşniyazpirsa Ocalan de pirsa “Li Cizîrê di dema qedexeyan de peywirdarên ewlehiyê yên hatine teqîbatkirin hene? Eger hebin bi kîjan sûcî hatine teqîbatkirin?” hat pirsîn.
Pêşniyazpirsa ku berpêşî Wezîrê Dadê Abdulahmît Gul hatibû kirin, çend roj berê hat bersivandin. Hat diyarkirin ku Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê di lêpirsîna hatiye vekirin de tenê der barê pewyirdarekî ewlehiyê de doz hatiye vekirin. Doz li Dadgeha Cezayê Asliye ya 2’yemîna Cizîrê hatiye vekirin û niha jî didome.
LI CIZÎRÊ ÇI QEWIMÎ?
Li Cizîra ku tenê der barê peywirdarekî ewlehiyê de doz hat vekirin, di dema qedexeya ku di sala 2015’an de hat îlankirin û heta nîveka ewil a 2016’an bi qasî 80 rojî doman de, 177 jê di jêrzemînan bi giştî 251 mirov mirin. Ji van kesan yek jêê pitik, 42 jê zarok û 22 jê jî jin bûn.
Di ser bûyerê re gele dem derbas bûye, lê belê hîn jî nasnameya 79 kesên mirine nehatiye diyarkirin. Her diha li navçeyê piştî qedexeyê hatibû tespîtkirin ku 2 hezar û 700 avahî hatine texrîbkirin.
MA / Hayri Demir