Sozên ji bo Heskîfê ji bîr kirin

img

ÊLIH – Li Heskîfa ku rûxandin lê didome, bêyî ku qada cihnişînê ya nû temam bûbe, ji esnafan tê xwestin ku dikanên xwe vala bikin. Xwediyên kargehan destnîşan kirin ku sozê hatine dayîn bi cih nayên. 

Heskîfa xwedî dîrokeke 12 hezar salî ye û ji bo çêkirina Bendava Ilisûyê dibe qurban. Heskif, ji hêlekê ve tê rûxandin, ji hêlekê ve jî hin berên dîrokî bi rêbazên veguhastinê li quntarên Çiyayê Ramanê li cihê cihnişînê yên nû tên bicihkirin. Lê bêyî ku qada cihnişînê ya nû temam bûbe, ji xwediyên kargehan tê xwestin ku dikanên xwe vala bikin. Esnafan bi girtina derabeyan bertek nîşanî vê rewşê da. Esnafên ku meşa li dar xistin û bertek nîşanî rewşa heyî dan, polîsan mudaxileyî wan kiribû û ew derb kiribûn. Esnaf û şêniyên navçeyê destnîşan kirin ku ew hatine xapandin. 
 
SOZÊN HATIN DAYÎN HATIN JIBÎRKIRIN 
 
Keyayê Taxa Bahçelîevlerê Hasaan Yilmaz diyar kir ku dema diravdanên cemaweriyê hatin dayîn, soz dabûn ku heta qada cihnişînê ya nû neyê çêkirin û gel neyê veguhastin wê rûxandin dest pê neke, lê belê niha jî tê gotin ku divê di nav 15 rojan de dikan bên valakirin.  Yilmaz bi lêv kir ku gelê navçeyê hatiye mexdûrkirin û got: “Dema mirov xaniyên xwe yên nû nestendibin, dema hûn malên wan birûxînin û ceryan û ava wan qut bikin helbet em ê jî dest bi liberxwedayînê bikin.” 
 
Li gor Serokê Komeleya Çandê ya Heskîfê Ahmet Akdenîz jî ji ber ku qedandina projeye bi derengî ketiye gel tê mexdûrkirin. 
 
PÊŞÎ BILA MALÊN ME TESLÎM BIKIN 
 
Şêniyê navçeyê Mehmet Şîrîn Biçakçi jî destnîşan kir ku wan bi çalakiyên ku li dar dixin dixwazin dengê xwe ragihînin. Biçakçi bi lêv kir ku heta ku gel neçe qada cihnişînê ya nû, veguhastina dikanan ne rast e û got: “Hîn gel li vir e, tu radibû ji esnafan re dibêjî biçe. Li kuderê dinyayê tiştekî wisa heye. Evan kesan aqil xwarine. Pêşî bila malên gel teslîm bikin û paşê wê gel û esnaf tevde biçin.” 
 
Biçakçi anî ziman ku ew nizanin qada cihnişînê ya nû di çi rewşê de ye. Biçakçi destnîşan kir ku ji ber teqemeniyên li Çiyayê Ramanê zarokên li dibistanên li herêmê bi talûkeyan re rû bi rû dimînin. Biçakçi got: “Her roj rojê çar sed pênc sed kilo teqemenî tên teqandin. Ev teqîn jî li cihekî nêzî dibistanên zarokên me tên teqandin. Dema teqîn çê dibin zarokên me dibêjin qey erdhej çê dibe.” 
 
Esnafê navçeyê Omer Guzel jî, diyar kir ku ji bo pêdiviyên heskîfiyan b cih bên û esnaf neyên mexdûrkirin ew heta niha têdikoşin. Guzel destnîşan kir ku Heskîf veguherandine şantiyeyeke mezin û got: “Lin av taxan makîneyên karî yên mezin derbas dibin. Zarokên me diçin dibistanên li quntarên Çiyayê Ramanê û li wir her roj di wextê dersan de dînamît tên teqandin. Her woj di nav bajêr re makîneyên karî diçin û tên. Zarokên me bi rewşên talûke re rû bi rû ne. Dixwazin bi riya îcrayê dikanên me vala bikin. Herî kêm ji bo valakirina dikanan mehek lazim e. Heskîfî dibêjin heta ku qada cihnişînê ya nû temam nebe, ew ê necin. Ji me re dibêjin derkevin û ‘hûn diçin kuderê biçin, xwazî di konan de bijîn.’ Yek ji berpirisyarên sereke Miduriyeta Gişya ya DSÎ’yê ye. Dema em doza mafên xwe dikin, bi jop û gazê êrîşî me dikin.” 

Sernavên din

26/03/2018
13:23 Îdîaya ‘sabotajê’ ya doza Soma pûç derket
12:32 Karmendên Başûr qadan terk nakin
11:58 SOHR: 7 mîlîtanên OSO hatin kuştin
11:52 Xweşikahiya dîrok, xweza û biharê
11:35 Li Kerboranê qedexeya derketina derve hat îlankirin
11:30 Kalekolên cerdevanan jî li yên leşkeran zêde kirin
10:58 Beriya danişînê bi daxwaza 'adaletê' meşiyan
10:40 Temel: Rayedarên Tirkiye li ser Şengalê bazarên qirêj pêş dixin
10:10 Bûhayê lîtreya benzînê 6 TL derbas kir
09:19 SAMER: Li herêmê dengên AKP’ê dihelin
09:19 Nivîskar Faîk Bulut: Sedem ne PKK, ne jî PYD’ye, hedef xet kişandin e
09:18 Qeyûmê Dêrsimê şaredariyê derdixe bazarê
09:17 Budak ê ji sedî 96 astengdar bi îdîaya ‘Endamê rêxistinê’ hat girtin
09:15 Dozger hewce bi lêpirsîna polîsên bê destûr lêgerîn kirin, nedît
09:15 Buldan: Aşkerekirina rapora CPT a bi Efrînê re nîşan dide Tirkiye asê bûye
09:14 Dengîr Mîr Firat: Tirkiye li Efrînê bi ser neket
09:13 280 gundên ceyrana wan hat qutkirin, ava vexwarinê peyda nakin
09:11 Keda jinê, bi firotina berhemên xwezayî dîtbar dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2018'AN
07:51 Li Rûsya 9 jê zarok 53 kes şewitîn
25/03/2018
22:49 Li Çiyayê Mawa operasyon û pevçûn diqewime
21:53 Hêzên Iraq û Wezareta Parastinê Erdogan derewandin
17:43 Encamnameya SKM: Em ê îsyana xwe veguherînin şoreşê
16:27 Endamê MFT'ê: Ji bo mudaxaleyî Bogaziçî bikin provokasyon ‘loqma’ pêş xistin
15:56 Bersûcê îstîsmara zarok hat berdan
14:42 Li bendêye kesên hatibûn binçavkirin sibe derxin dozgeriyê
14:37 Jinên girtî ji bo kongreya SKM peyam şadin: Dê ji qezenc bikin
14:35 Pervîn Buldan tev li kongreya SKM'ê bû: Pêdivî bi têkoşîna hevpar heye
13:35 Beşdarên Newrozê piroz kirin û vexwandin 1'ê Gulanê
12:56 Erdogan ferman da polîsan xwendekar binçav kirin
12:38 Gel ji ber avakirin û xerakirina qeyûmê bêzar bû
12:10 ‘Zorê bikin ku Tirkiye hêza xwe ji Iraqê vekişîne'
12:03 Parlamenterên YNK'ê: Biryara derxistina leşkerên tirk pêk bînin
11:48 ‘Divê kongreya neteweya kurd bicive'
11:23 Çig: Yekdengkirina medya armanca kontrolkirina civakê ye
10:20 ‘Tayînkirina Walî ya li Efrînê dagirkerî ye'
09:21 Ava Mûnzûrê peşkêşî sermayeyê dikin
08:55 Yegîn: Di herban de remz tên tunekirin, bîr ji holê tên rakirin
08:54 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya Nîsanê aşkere kir
08:53 Cizîr, Nisêbîn, Efrîn: Navê vê yekê ne serketin, tengezarî ye
08:52 Aborîzan Ari: Krîz li ber derî ye
08:52 Kulîlkên li dijî rûxandina Heskîfê li ber xwe didin û berxên Hacerê
08:51 7 meh in agahî ji Gulmezê ku ji ber cezayê girtîgehê reviya nayên girtin
08:49 Cerdevanê zarok îstismar kir: Tu biqîrî ez ê diya te jî birevînim
08:49 Ciwanê ketiye tora esrarê: Li beramberî kuryeyê eroînê didin min
08:47 Girtiyê ji bo Ocalan di rojiya mirinê de ye: Ev çalekiya zindîhiştinina hêvîyekê ye
08:46 ROJEVA 25'Ê ADARA 2018'AN
24/03/2018
18:30 Karayilan: Agahiyên nû der barê Ocalan de hene
17:23 Li Îzmîr û Uşakê 4 kes hatin girtin
17:01 Hûşyar Ebdullah: Divê Iraq helwesta li hemberî Tirkiye zelal bike
15:40 ÎHD'ê xwest girtiyên nexweş Deniz û Silik bên berdan
15:33 Xebatkarên TV10’ê: Em ê li dijî zextan li ber xwe bidin
15:23 Endamên KESK’ê: Bila yên îxrackirî paş ve bigirin kar
14:14 Dayika Hasan Ocak: Edalet û wekî din ne tiştek
13:48 Endamê Meclisa HDP'ê Kiran: Ez rastî lêdanê têm
13:36 Parlamenter Botan: Ceza birîna li dijî min biryarek siyasî ye
13:28 16 endamên PSAKD’ê hatin girtin
13:21 Xizmên windayan aqûbeta Dagli pirsî
12:20 Cotkarên Qoserê: Li gel deynê me nîne jî ceryana me qût kirin e
12:04 17 rojan bi ceyranê îşkence li Abay kirin û şandin girtîgehê
11:39 Xabûr: Dê faşîzm li Efrînê têk biçe
10:50 Prz Vefa: Dixwazin doza Sincar bincil bikin
09:59 Aktîvistê xwezayê: Projeya HES'ê dê Dersimê tevî binav bike
09:53 Ji polîsê tundiyê kir re salek ceza hat xwestin
09:29 Dadgeha Îstinafê pêşî got derhiqûqî ye, paşê heman biryar da
09:12 Di komkujiya Cizîrê de tenê ‘pewyirdarekî ewlehiyê’ bersûc e!
09:11 Sozên ji bo Heskîfê ji bîr kirin
09:11 Datliyên kilor hem çê dike hem jî difiroşe
09:05 Jinên bi şidetê re rû bi rû man: Sedema şidetê polîtîkayên îktîdarê ne
09:04 Îsal jî welatî ji ber qedexeyan nikarin gihayan kom bikin
09:02 Şakar: Ocalan hişyar kiribû ‘Hûn di nav şer de ne şer’
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2018'AN
23/03/2018
23:50 Li Silopiyayê erd hejiya
23:46 Kemal Gun hat berdan
22:57 30 deverên Colemêrgê hatin qedexekirin
22:04 Rojnamevan Nûjiyan Erhan û Evîn Bûldan hatin bibîranîn
20:59 Rojnamevan Erol hat berdan
20:48 Li Edeneyê xwendekarek hat kuştin
20:37 Li Atînayê Newroz hat pîrozkirin
19:41 Mamsoteyê Dersa Ol û Ehlaqê bi îdiaya istismara zayendî hat binçavkirin
19:31 Li Bismilê ji kesên hatin binçavkirin 8 jê hatin girtin
19:21 Dozgeriyê careke din serlêdana malbatan red kir
18:45 Kemal Gun hat binçavkirin
18:36 Xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasiyê hat girtin
16:11 Li Şirnexê hin kesên hatibûn binçavkirin berdan
15:52 KCK'ê ragihand ku gerîllayên wan ji Şengalê vedikişin
15:40 Rojnameger Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn
15:24 Di lêpirsîna Elçî de tenê gumanbarek jî tuneye
15:18 Odeya Tabîban xwest Dr. Şerîf Demîr bê berdan
15:05 Cezayê Baydemîr erê kirin
15:00 Li Atînayê dê ji bo Efrînê bimeşin
14:43 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re cara 740’emîn hat redkirin
14:41 Komîteya Piştevaniya bi Efrinê re: Em piştevaniyê mezin bikin
14:26 ‘Êlihê bersiv da çeteyên ku peykerê Kawayê Hesinkar hilweşandin’
14:25 Swîsre û Kanada ji bo Efrînê daketin qadan
13:50 Demîrtaş SEGBÎS red kir û danişîn taloq bû
13:47 Dadgehê îdîanameya rojnameger, parêzer û siyasetmedaran qebûl kir
13:16 Li Giyadînê gorên PKK'iyan rûxandin
12:56 Rojnameger Nûjiyan Erhan hat bibîr anîn
12:21 Salih Muslim: Bi hevkariya 3 hezar DAIŞ’î ketin Efrînê