ŞIRNEX – Li Silpoyayê bi şideteke 3.1 erdhej pêk hat.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi şideteke 3.1’ê erdhej pêk hat. Resedxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçiyê û Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê daxuyand ku, binkeya erdhejê Bîrlîkkoy e. Erdhej saet di 22.30’yî de pêk hat û navçe kêliyekê hejiya.
Li navçeyê ji ber erdhejê gelek welatî derketin derve.