DERSIM – Kemal Gun ku li Qada Seyîd Riza ya Dersimê ji bo hestiyên kurê xwe wergire 93 rojan di greva birçîbûnê de ma, îro hatibû binçavkirin. Gun ê 71 salî piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan.
Buroya Hiqûqê ya Gel ragihandibû ku Kemal Gun ê 71 salî yê ji bo hestiyê kurê xwe wergire 93 rojan di greva birçîbûnê de mabû hatiye binçavkirin. Piştî karên li Emniyeta Erzinganê Kemal Gun sewqî edliyeyê hat kirin. Gun piştî îfadeya li dozgeriyê, bi şertê venêrîna edlî hat berdan.