COLEMÊRG- Walîtiya Colemêrgê daxuyand ku 30 herêmên girêdayî navend û navçeyên Colemêrgê wekî herêmên ewlehiya taybet hatine îlankirin û ketin û derketina wan hatiye qedexekirin.
30 herêmên girêdayî navend û navçeyên Colemêrgê bi hinceta ewlehiyê heta 15 rojan hatin qedexekirin. Di daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê da hat diyarkirin ku 30 herêmên girêdayî navenda Colemêrg û navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê saet ji 00.01’ê 25’ê Adara 2018’an heta saet 23.59.59’ê 8’ê Nîsana wekî ‘herêmên ewlehiya taybet” hatine îlankirin û ketin û derketina wan hatiye qedexekirin.