AMED – Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, rojnamevan Nûjyan Erhan û Evîn Bûldan ên sala çûyîn jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn.
Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), rojnamevan Nûjiyan Erhan ku di 3’yê Adara 2017’an de li şengalê Pêşmergeyên Rojê yên nêzî PDK’ê ew kuştin û edîtora Rojnameya Azadiya Welat Evîn Bûldan ku di 2’yê Nîsana 2017’an de ji ber qeyrana dilî mir bi bîr anîn.
Bîranîn li Amedê hat lidraxistin. Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca, Hevseroja HDP’ê ya Amedê Fîlîz Bûlûtttekîn, Hevberdevkê Înîsyatîfa Rojnamevanên Azad Hakk Boltan û gelek rojnamevan tev li bîranînê bûn. Li eywana ku bernameya bîranînê lê hat çêkirin, wêneyên Nûjyan Erhan û Evîn Bûldanê li dîwaran hatin daliqandin û pankartên li ser “Ji Gurbeteliyan heta Nûjiyanan di rêça heqîqetê de” nivîsandî hatin daliqandin.
‘EM Ê TIM HEQÎQETÊ RAGIHÎNIN’
Bernameya bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Berdevka MKGP’ê Ayşe Guney axivî û diyar kir ku kameraya Nûjiyanê heta kêliya dawşn jî vekirîbû. Guney, destnîşan kir ku ew bi saya Nûjiyanê hay ji tiştên ku jinên êzidî dijiyan çê bûne û got: “Bi piranî rojnamevanên mêr nûçegihaniya şer dikin. Lê belê Nûjiyanê bi nêrîna jinan hemû geşedanên li wir didan der. Em ê jî di rêça wê de heqîqetê ragihînin hemû cîhanê.” Guney bi lêv kir ku Evîn Bûldan jî di temeneke ciwan de miriye û got: “Evînê jî têkoşîn û rojnamegeriyeke zêde li temenê xwe yê ciwan bar kir. Li xakeke sirgûnî di rêça heqîqetê de bû.”
‘NÛJIYAN BÛ DENGÊ ŞENGALÊ’
Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca jî, destnîşan kir ku Nûjyan dengê Şengalê bû. Ûca diyar kir ku Nûjiyanê wehşeta DAIŞ’ê ragihandiye cîhanê û got: “Nûjiyan bandoreke mezin li Şengalê kir. Di vê sala dawî de şengaliyan navê Nûjiyan an jî Xezal li zarokên xwe kirin. Êzidiyan ji Nûjiyanê re digotin Xezala çiyayan.”
Piştî axaftinan bîranîn bi helbestxwendin û guhdarîkirina muzîkê dewam kir.