AMED– Li Amedê bi îdiaya 3 xwendekarên keç îstismar kiriye, mamosteyê Dersa Ol û Ehlaqê E.Y. ji peywirê hat dûrxistin. Her wiha polîsan E.Y. li dibistanê binçav kir.
Mamosteyê Dersa Ol û Ehlaqê E.Y. ku li dibistaneke navçeya navendî ya Yenîşehîr a Amedê mamostetiyê dike, bi îdiaya 3 xwendekarên keç îstismar kiriye, ji peywirê hat dûrxistin. Piştî ku mamosteyê rehbere yê dibistanê têkildarî bûyerê girtenameyê nivîsand û ji Miduriyeta Perwerdehiya Netewî ya Navçeyê re şand, E.Y. ji peywirê hat dûrxistin. Her wiha E.Y. ku der barê wî de lêpirsîn hat destpêkirin, îro polîsan ew li dibistanê binçav kir.
Hat hînbûn ku xwendekarên ku hat îdiakirin hatine tacizkirin jî di bin kontrola derûnas, parêzer û dozger de birine Navenda Şopandinê ya Zarokan.
Hat diyarkirin ku têkildarî bûyerê li Miduriyeta Perwerdehiya Netewî ya Navçeyê mufetîş hatiye peywirdarkirin.