MÊRSÎN - Li Mêrsînê, xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Mûrat Ozbekê ku ji be rorjname belav dikirin hat biçavkirin, parvekirinên wî yên medyaya civakî wekî hincet hatin nîşandan û bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hat girtin.
Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Mûrat Ozbekê ku di 20'ê Adarê de dema li Taxa Demîrtaş a navçeya Toroslar a Mêrsînê rojname belav dikirin hat binçavkirin, piştî karên li emniyetê sewqî Edliyeya Mêrsînê hat kirin. Dozgeriyê parvekirinên medyaya civakî yên Ozbek hincet nîşan dan û bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doza girtina wî kir. Dadweriya lêpirsînê jî bi heman îdiayê biryara girtina Ozbek da.
Her wiha hat diyarkirin ku dema li emniyetê destên Ozbek kelmçekiribûne hatiye derbkirin.