NAVENDA NÛÇEYAN: Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, da xuyakirin ku dê hêzên gerîla ji Şengal û derdora wê vekişin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyek nivîskî eşkere kir ku dê hêzên gerîla ji Şengalê vekişin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) KCK'ê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Derfetên 3'yê Tebaxa 2014'an ji holê rabûne û êdî rêxistinbûneke civaka Êzidî çêbûye. Ji ber vê yekê hêzên gerîla ji Şengal û derdora wê derdikevin. Reveberiya Iraqê jî hewl dide hemû daxwazên gelê Êzidî bi cih bîne."
KCK'ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Bê şik û guman, li Bakur, li Rojava, li Başûr û li Iraqê, li ku derê dibe bila bibe ger êrîşek li dijî Êzidiyan pêk were, em ê li cem gelê Êzidiyan bin. Gerîla ji bo Êzidiyan ji qirkirinê rizgar bikin, ketin Şengalê. Gerîla bi dilekî xweş û aram ku ev armanca xwe bi ser xistin, ji Şengalê vedikişin."