ŞENGAL - TAJÊ, rojnameger û Endama Ragihandina Azad Nûjîyan Erhan (Tuba Akyilmaz) a di êrîşa peşmergeyan de birîndar bû û di 22'ê Adara 2017'an de jiyana xwe ji dest da, di yekemin salvegera şehadeta wê de li Şehitgeha Şehît Berxwedan û Dilgeş bibîr anî.
Endama Ragihandina Azad, Nujîyan Erhan (Tuba Akyildiz) a di 3'ê Adara 2017'an de di êrîşa pêşmergeyên PDK'ê de li navçeya Xanesora Şengalê birîndar bû û di 22'ê Adara 2017'an de jiyana xwe ji dest da li ser gora xwe hat bibîr anîn. Nûjiyan Erhan, di yekemîn salvegera şehadeta xwe de li Şehitgeha Şehît Berxwedan û Dilgeş li ser gora xwe ji aliyê TAJÊ û rêhevalên wê yê çapamenîya azad ve hat bibîranîn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Bi dehan jin çûn ser gorê û Nûjiyan Erhan bibir anîn. Li Şehîtgehê li ser navê TAJÊ Şemê Remo Xwedêda axivî û got:" Nûjiyana rûyê jina kedkar her dem xwest bibe dengê Êzidxanê û rûreşiyên neyaran derxîne holê. Xwest bibe dengê jinên Êzidî yên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve di qefesan de hatin şewitandin. Heta em sax bin em ê li pey doza Nûjiyana ku xwest bibe dengê hemû jinan be."
Piştre Rojnameger Delîla Axîn ji daxuyanî xwend û wiha got: "Dê têkoşîna li dijî hêzên desthilatdar tê meşandin bidome. Em di şexsê Rojnamgera Jin Nûjiyan Erhan de şopdarên heqîqetê Gurbetelî Ersoz, Sarya Onur, Deniz Firat, Şîlan Aras ku xwestin bibin dengê rastiya gelên bindest, bi bîr tînin."
NÛJÎYAN HER DEM BÛ DENGÊ JINÊN AZAD'
Axîn, da zanîn ku Nûjiyanê her dem bûye dengê jinên cîhanê û wiha got: "Her dem hêzên desthilatdar li dijî gelan êrîşên hov pêk anîne. Jinên wekî Rojnameger Nûjiyan Erhan jî li dijî êrîşên van desthilatdaran ji bo bibe dengê gel berê xwe da qadên azad û têkoşînek bê hempa meşand. Nûjiyanê her dem bû dengê jinên hemû cîhanê. Em wekî rêhevalên Nûjiyanê soza şopandina heqîqeta wê didin. Em ê rêbaza gihaştina heqîqetê ya Nûjiyanê mînak bigirin û dê rastî di tarîtiyê de nemîne."
Rojnamegeran û nedamê TAJÊ piştî daxuyaniyê kulîlk danîn ser gora Nûjiyanê find pêxistin.