AMED – Rêveberên Odeya Tabîban a Amedê xwestin ku hevserokê odeya wan Dr. Şerîf Demîr ê 3 roj in di binçavan de ye bê berdan.
Odeya Tabîban a Amedê têkildarî binçavkirina Hevserokê Odeya Tabîban a Amedê Dr. Şerîf Demîr ê di 20’ê adarê de hat binçavkirin li avahiya odeya xwe civîna çapemeniyêl i dar xist. Tabîban bertek nîşanî binçavkirina Demîr da. Nûner û rêveberên ÎHD, TÎHV, Baroya Amedê Odeya Avîsaz û Endezyaran a Amedê beşdarî civînê bûn.
Li salona civînê wêneyê Demîr hat daliqandin. Beriya daxuyaniyê Serokê Odeyê yê berê Mahmut Ortakaya diyar kir ku ew li bendê ne Demîr îro derbixin edliyê. Ortakaya anî ziman ku odeya tabîban li qadên legal xebatê dide meşandin û xwest hevserokê wan bê berdan.
'EM HEKÎM IN’
Hevseroka Odeyê Dr. Semra Guzel jî daxuyanî xwend. Guzel destnîşan kir ku hevserokê wan Demîr bi awayekî dij hiqûq bi ser mala wî de girtine û binçavkirina Demîr ne li gorî hurmeta normê hiqûqê ye. Guzel da zanîn ku rewşa Demîr baş e û got: “Em bijîşk bêyî ku tu ferqê bixin navbera mirovan, mafê bingehîn ê jiyanê diparêz in. Em mirovan ji hemû belayan û êşan diparêz in. Em hekîm in û di çarçoveya pîşeya xwe de dixebitin.” Guzel got ku ew ê li dijî şer aştiyê biparêz in û kî dibêje çi bila bêje dê mirov ramanên xwe aşkere bikin û ew şer naxwazin.
‘EM LI DIJÎ TUNDIYÊ, AŞTIYÊ DIPARÊZ IN’
Piştî Guzel, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî jî diyar kir ku ew wek saziyên civakî yên sivîl dê li gel hemû zext û zordestiyan jî xebatên xwe dewam bikin û her kî peşkê li xebatê wan bixe jî dê ew mafê mirovan biparêz in. Bîlîcî anî ziman ku ew li dijî şer û tundiyê ne û got: “Li vî welatî heke mirov nikaribin ramanên xwe aşkere bikin, pirsgirêkek bingehîn e. Divê ku desthilatdarî li pêşiya aşkerekirina ramanên gel nebe asteng û dev ji vê polîtîkaya xwe berde.”