ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, beşdariya danişînê ya bi SEGBÎS’ê beşdariya danişînê red kir û dadgehê danişînê taloq kir.
Danişîna 5’emîn a doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku bi hinceta parvekirina di hesaba xwe yê Twîtterê de tê darizandin, li 35’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Enqereyê hat dîtin. Di danişînê de parêzerên HDP’ê Bayram Aslan û Kenan Maçoglu amade bûn.
Demîrtaş neanîn danişînê û xwestin bi riya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bikin. Demîrtaş SEGBÎS’ê qebûl nekir û tev li danişînênebû. Heyeta Dadgehê bi hinceta rapora pispor ne amade ye û Demîrtaş beşdarî danişînê nebû doz taloqî 13’ê tebaxê kir.
Demîrtaş di 11’ê îlona 2015’an de têkildarî qedexeyên derketina derve de tweta “Hemû artêş li dijî gel bêçare ne” parve kiribû. Demîrtaş ji ber vê parvekirinê bi hinceta “Hikumeta komara Tirkiyeyê, daraaz, leşkerî û emniyetê biçûk xistin” tê darizandin.