ELDH: Tecrîd ji aliyê gelên cîhanê ve tê zanîn

  • rojane
  • 13:01 8 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL - Cîgirê Sekreterê Giştî yê ELDH'ê Thomas Schmidt diyar kir ku wan ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nameyek bi îmzeya 775 parêzeran ji Wezareta Dadê re şandiye û tecrîd ji aliyê gelên cîhanê ve tê zanîn û divê dawî li tecrîdê were anîn. 
 
Ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 775 parêzeran bi daxwaza hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên bi navê Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar ên li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind di bin tecrîda girankirî de ne, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Paşê 350 parêzerên jî ji 22 welatan di 14’ê îlonê de; di 19’ê îlonê de jî 691 parêzeran ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên cuda yên Sûriyeyê heman serlêdanê kiribûn. 
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) li avahiya komeleyê ya li Beyogluya Stenbolê bi gelek parêzerên ji welatên cuda yên Ewropayê re civîneke çapemeniyê li dar xist. Ji Îtalyayê Fabio Marcelly, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Hiqûqnasên ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê ya Ewropayê (ELDH) Thomas Schmidt, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê (parêzerên Ocalan) û Hevseroka Giştî ya OHD'ê Îlknur Alcan û gelek parêzer beşdarî civînê bûn. 
 
'TECRÎDA DI NAVA TECRÎDÊ DE’ 
 
Hevseroka Giştî ya OHD'ê Îlknur Alcan diyar kir ku li Îmraliyê tecrîda mutleq heye û bi bîr xist ku ji 2011'an û vir ve ji bilî îstisnayan tu hevdîtina malbat û parêzeran nayê kirin û got: "Em êdî tecrîda li ser hatiye ferzkirin weke tecrîdê nabînin, weke tecrîda di nava tecrîdê de, yanî tecrîda mutleq dinirxînin. Girtiyên li Girava Îmraliyê tên girtin, ji tu mafî sûd wernagirin. Ji bo hevdîtinê 2 hezar parêzer serî li Wezareta Dadê dan, lê hê bersiv nehatiye dayîn.” 
 
‘EWROPA ÇAVÊ XWE LI BÊHIQÛQIYÊ GIRTIYE’ 
 
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez jî diyar kir ku ew 23 sal in li Îmraliyê li dijî "bêhiqûqiy3e" têdikoşin û wiha got: "Bifikirin ku di sîstema Konseya Ewropayê de girtîgehek heye û parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve bi tu awayî nikarin biçin vê girtîgehê. Wek îstîsna di sala 2009'an de bi 5 parêzeran re şêwirîn. Parêzer dikare bi birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevdîtinê bike. Bi gelemperî girtiyên pergala Ewropayê û li gelek deverên cîhanê telefon tên kirin, lê ya dawî di Adara 2021’an de pêk hat. Îro ne mimkûn e ku girtîgeheke bi vî rengî li London û Parîsê hebe. Lê ev girtîgeh li Îmraliyê heye. Hemû saziyên hiqûqî yên Ewropayê mixabin çavên xwe ji vê bêhiqûqiya mezin re digirin. Ya herî xemgîn ji bo me ev e ku ev bêhiqûqî nayê dîtin.” 
 
Bîlmez da zanîn ku bêhiqûqiya li Îmraliyê hemû Tirkiyeyê eleqedar dike û got: "Ev mesele êdî ne tenê meseleya kurdan û malbata birêz Ocalan e. Bi salane ev mesele li hemû welat belav bûye. Cezayê muebeda girankirî jî bi cezayê birêz Ocalan re xistin dewrê. Pêwîst e Tirkiye di vê meseleyê de sererastkirinan bike lê mixabin saziyên Ewropayê viya jî ji nedîtî ve tê.” 
 
HEWLDANÊN OCALAN ÊN JI BO AŞTIYÊ 
 
Bîlmez bal kişand ser pirsgirêka kurd û wiha axivî: “Ji pirsgirêkên herî bingehîn jî yek jê ev e. Yên ku dewletê bi rê ve dibin, her tim polîtîkaya ewlehiyê dan pêş. Lê birêz Ocalan ji bo aştiyê çi ji destê wî hat kir. Hewldanên gelek ji dil ên birêz Ocalan hene lê bi encam nebûn. Tecrîdkirina birêz Ocalan çareseriyê ji pirsgirêka kurd re nayîne. Beriya 5-6 salan peyama birêz Ocalan li hemû dezgehên ragihandinê yên Tirkiyê bi awayekî zindî hat weşandin û li welêt atmosfereke pir erênî çêbû. Ka em li tabloya îro binêrin. Kes ne kêfxweş e, welat veguheriye girtîgeheke vekirî, aborî ber bi hilweşînê ve diçe. Lewma divê ev tecrîd bi dawî bibe. Ji ber vê yekê em girîngiyê didin hevkarên xwe yên biyanî ku vê tecrîdê bibînin. Ji 22 welatên cuda 350 hevalên me ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Li Rojhilata Navîn jî bi heman armancê 750 parêzer îmze dan kampanyayê. Bi dîtina bêhiqûqiya li Îmraliyê, hevgirtina hevkarên me yên biyanî yên bi me re gelekî bi nirx e, em dixwazin bi hev re vê hevgirtinê berfireh bikin.” 
 
NAMEYA KU JI WEZARETÊ RE HATIYE ŞANDIN 
 
Cîgirê Sekreterê Giştî yê ELDH'ê Thomas Schmidt, bal kişand ser hewldanên saziya wan û got:"Em ne tenê li Tirkiyeyê, li gelek deverên cîhanê ji bo gihandina parêzeran dixebitin. Lê belê em li Tirkiyeyê ji bo Abdullah Ocalan dixebitin. Nameyek me derbarê mijarê de ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê re nivîsand heye.” 
 
Nameya ku ji Wezareta Dadê re hatiye şandin wiha ye: "Birêz Wezîr, ji bo Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê girtî ne, bi awayekî derhiqûqî tên astengkirin ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve destûr nayê dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzerê xwe re hevdîtinê pêk bîne, Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar ji sala 2015'an ve ku sewqî Girava Îmraliyê hatin kirin heta niha carekê jî destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Li Girtîgeha Îmraliyê ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve tecrîdeke taybet û cihêkar tê meşandin. Qedexeya li ser parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta 2’ê Gulana 2019’an 8 salan bênavber berdewam kir. Di sala 2019’an de 5 hevdîtina parêzeran pêk hat û piştî şêwirmendiya herî dawî ya parêzeran a di 7’ê Tebaxa 2019’an de qedexeya bênavber dîsa dest pê kir. Em dibin şahidê fikarên malbat û hevpîşeyên me ku ji hevdîtina telefonê ya dawî ya 25'ê Adara 2021'an û vir ve agahî jê nayê girtin. Weke parêzerên ku geşedanên li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin, em jî bandorên siyasî û civakî yên vê rewşê dizanin.” 
 
NAYÊ QEBÛLKIRIN
 
CPT (CPT - Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê) di sala 2019’an de serdana Îmraliyê kir. CPT, di rapora xwe ya di 5'ê Tebaxa 2020'an de ya li ser serdana xwe ya Girtîgeha Îmraliyê weşandibû, qedexeya bi temamî ya bi cîhana derve re ya ji bo Ocalan û 3 girtiyên din weke hucreya yek kesî nirxand. CPT diyar kir ku rewşeke bi vî rengî nayê qebûlkirin û li dijî sazî û pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî ye. Her tim destwerdana mafê parastinê û tecrîda li ser Ocalan û girtiyên din ji aliyê rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî yên wekî ELDH (Komeleya Hiqûqnasên Ewropayê ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê), AED (Avocats Européens Démocrates) û Parêzerên Parêzeran hatin rexnekirin û ji aliyê toreke berfireh a parêzeran ve di demên cuda de ev yek nîşan dide ku mijar çiqas girîng e û bi berfirehî tê şopandin.
 
JI 775 PARÊZERAN SERLÊDAN 
 
Di 10'ê hezîrana 2022'an de 775 parêzerên endamên 29 baroyên cuda ne û di nav de nûnerên saziyan û serokên baroyan jî hene serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn û xwestibûn qedexeya li Girtîgeha Îmraliyê bi dawî bibe û bi birêz Abdullah Ocalan birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayri Konar û birêz Veysi Aktaş re hevdîtinê bikin. Qedexekirina hevdîtina parêzeran a li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî eşkere Rêgezên Kêmtirîn Standard ên Tedawiya Girtiyan (Rêbazên Nelson Mandela), pêşniyarên CPT û Qanûna Înfazê ya Cezayê ya Tirk (Qanûna jimare 5275) ku di sala 2015'an de hat nûkirin, binpê dike. Dewlet mecbur in ku mafê girtiyan nas bikin û girtî û mehkûm karibin mafên xwe bi kar bînin, bêyî ku ferq û cihêkariya nasnameya xwe û cewherê cezayê ku distînin. Ev jî binpêkirina Prensîbên Bingehîn ên Neteweyên Yekbûyî yên li ser Rola Parêzeran e, bi taybetî maf û îmtiyazên parêzeran ên ku di Prensîbên Bingehîn 8 û 16 de hatine destnîşan kirin.
 
GIRTÎ XWEDÎ MAFÊ HEVDÎTINÊ YE 
 
Prensîba Bingehîn pir zelal e: 'Her kesê ku tê binçavkirin û an wan dixin girtîgehan, divê derfet, dem û rehetiya guncav jê re were peyda kirin ku bêyî ku dereng bimîne ji hêla parêzer ve were ziyaretkirin, bê navber danûstandinê bike û bi tevahî nepenî, bêyî sansurê bicive. Parêzer dikarin temaşe bikin lê guh nadin danûstandinan’. Bi heman awayî, di Prensîba Bingehîn 16 de, ji hukûmetan tê xwestin ku pê ewle bin ku parêzer dikarin hemî fonksiyonên xwe yên pîşeyî bêyî tirsandin, astengkirin, tacîzkirin an destwerdana nerast pêk bînin, û ew dikarin bi azadî rêwîtiyê bikin û bi wan re şêwir bikin. muwekîlên wan, hem di nav welatê xwe de û hem jî li derveyî welat berpirsiyar in. Weke ku tê zanîn li gorî xala 25’an a Rêziknameya Serdana Mehkûm û Girtiyan mafê parêzerên biyanî heye ku bi kesê ku li Tirkiyeyê hatiye mehkûmkirin re hevdîtinê bike, tevî ku parêzerê wan tune be jî, bi şertê ku li gorî rêziknameyê tevbigerin, peymanên navneteweyî yên ku Komara Tirkîyeyê alîgirê wan e û prensîba lihevhatinê ye.
 
MAFÊ PARASTINÊ
 
Tê dîtin ku têkoşîna hevkarên me yên li Tirkiyeyê li dijî tecrîdê û binpêkirina mafê parastinê di esasê xwe de têkoşîna ji bo bidestxistina mafên ku bi peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye jî di nav de ye, bi taybetî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tê parastin. Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, di çarçoveya xala 25’an a rêziknameya pêwendîdar de, em serlêdana xwe ya ji bo hevdîtinê pêşkêşî we dikin. Em hêvî dikin ku hûn destûra pêwîst bidin.”
 
'GELÊN CÎHANÊ BI TECRÎDÊ DIZANE’
 
Schmidt piştre bersiv da pirsên rojnamevanan. Schmidt diyar kir ku welatên Ewropayê ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan tu xebat nekiriye, lê gelên Ewropayê bi vê tecrîdê dizanin. Schmdt diyar kir ku paradîgmaya Abdullah Ocalan ji aliyê hemû gelên cîhanê ve tê zanîn. 
 

Sernavên din

11/11/2022
20:24 Li Erziromê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
19:02 Sancar: Dê Çapemeniya Azad serî netewîne
17:13 Li Kozagaçli û Tîmtîk 12 sal cezayê hefsê hate birîn
16:49 Bûldan: Ew ji Sûsûrlûkê baş dizanin ka lîstik çi ye
16:06 MATÛHAYDER çû serdana nobeta GOÇÎZDER’ê
15:40 Starta çalakiyên 25’ê Mijdarê li gundê Nagihan Akarsel hat dayîn
15:40 Rapora Rojhilat: Herî kêm 67 kes hatin qetilkirin
15:09 Nobeta Edaletê ya ji bo Geziyê di roja 200’an de didome
15:02 Şenyaşar: Ji ber adîlane nedarizandin 2 kes qetil kirin
14:56 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
14:47 Rektorê Zanîngeha Dîcleyê daxwaza xwendekaran red kir
13:53 Euro derket ser 19 lîreyan
13:49 Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an