AGIRÎ- Li Giyadînê kevirên gorên PKK’iyan hatin şikandin û rûxandin.
Li Goristana Asrî ya navçeya Giyadîna Agiriyê kevirên gorên PKK’iyan hatin şikandin û rûxandin. Şahidekê ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe bide, diyar kir ku di saetên şevê de polîs û leşker hatin goristinê û gorên PKK’iyan rûxandin. Hat îdîakirin ku Qeymeqamê navçeyê Salîh Yaşar jî di dema rûxandin goran de hatiye goristinê. Hat dîtin ku gulên li ser goran hatine xemilandin jî, ji ser goran avêtine.
Di demên nêz ên cûda de jî li Bedlîs, Mêrdîn û Amedê, polîs û leşkeran gorên PKK’iyan rûxandibûn û hewl dabûn kevirên goran bigûherin.