Îdianameya kujerê Berîvan Alturkê hat amadekirin

  • jin
  • 09:05 8 Mijdar 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê der barê kujer Metîn Şengîl de amade kir, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Şirnexê ve hat qebûlkirin. Taybet Uren, xwişka Berîvan Alturkê ku ji aliyê Şengîl ve hatibû qetilkirin, diyar kir ku tu kes bi hawara xwişka wê ve nehatiye û wiha got: "Ev, ji vê bêcazatiyê cesaretê digirin. Jinan bêqîmet dibînin. Dibêjin jinek hat kuştin ma çi bûye? Em dixwazin cezayê herî giran bidin wan da ku cesareta ku jinekê qetil bikin di xwe de nebînin."
 
Li navçyea Qileban a Şirnexê di 21'ê nîsanê de Metîn Şengîl, hevjina xwe Berîvan Alturkê ku dest ji wî berdabû kuştibû û di 23'yê nîsanê de hatibû girtin. Îdianameya der barê kujer Şengîl de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve bi îdiaya "Bi zanebûnî hevjîna xwe ya destjêberdayî kuştiye û bi zanebûnî keça xwe birîndar kiriye" hat amadekirin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Şirnexê ve hat qebûlkirin. Di îdianameya ku ji 3 rûpelan pêk tê, de îfadeyên şahidan û kiryar hene. Her wiha hatiye diyarkirin ku çeka ku Alturk pê hatiye kuştin jî winda ye.
 
Di îdianameyê de îfadeyên kujer Metîn Şengîl ku Berîvan Alturkê çawa kuştiye hatine dayîn û wiha hatiye gotin: “Çeka gumanbar a ku di çarçoveya lêpirsînê de nehatiye desteserkirin, xistine çenteyê gîtarê û ji cihê bûyerê birine. Ev kes telefonî hevalê xwe Ozgur Y. kiriye û li wesayîta vî kesî siwar bûye, çenteyê xwe yê gîtarê ku tivingek tê de bûye daniye ser kursiya paşî ya wesayîtê û li pêşiya wesayîtê rûniştiye. Saet di 20:30'yî de gava hevjîna xwe ya berê ku tevî zarokên xwe li Kolana Ataturkê dimeşiya dîtiye, tivingê ji çenteyê gîtarê derxistiye û tevî tivingê ji wesayîtê peya bûye û 2-3 derb lê teqandine. Lê gava hevjîna wî ya berê reviyaye, ew li dû çûye û li vir jî 3-4 derb berdanê..." 
 
ÇEK WINDA YE
 
Di îdianameyê de hatiye destnîşankirin ku tivinga gumanbar li cihê bûyerê nehatiye dîtin û winda ye û tevî hemû lêgerînan jî nehatiye dîtin. Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku kujer Şengîl di îfadeya xwe de gotiye ku piştî çûye cem hevjîna xwe ya berê kesa bi navê Taybet (xwişka Berîvan Alturk) bi çeka wî girtiye û di wê kêliyeê de çeka wî 2-3 caran teqiyaye, lê ne dîtiye ku fîşek li hevjîna wî ya berê an jî keça wî ketiye û piştî bûyerê reviyaye û tivinga xwe avêtiye çem. 
 
2 CARAN ÊRÎŞ KIRIYE 
 
Keça Bêrîvan Alturkê ku di bûyerê de birîndar bûbû jî di îfadeya xwe de gotiye gava bavê wê hatiye xaltîka wê Taybet mudaxileyî bavê wê kiriye û di dema vê mudaxileyê de ew, dêya xwe û birayê xwe jî ji cihê bûyerê reviyane. Keça Alturkê gotiye ku gava reviyane bavê wê jî daye dû wan û ji paş de bera milê dêya wê û nigên wê dane û saçmeyên pengizîne li wê jî ketine. 
 
Di beşa encamê ya îdianameyê de hatiye diyarkirin ku li cihê bûyerê 5 qewanên fîşekan hatine dîtin û 3 saçmeyên bi derba kuştinê li Berîvan Alturkê ketine. Di îdianameyê de hatiye xwestin ku ceza li kujer Metîn Şengîl bê birîn.
 
Di zabitnameyê de ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Şirnexê ve hatiye amadekirin, hatiye xwestin ku şahid tevlî danişînê bibin. 
 
BI KUŞTINA ZAROKÊN WÊ GEF LÊ XWARINE
 
Taybet Uren, xwişka Berîvan Alturkê ku şahida bûyerê re Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Urenê got: "Her tim lêdixist. Di her lêdanê de xwişka min giliyê wî dikir. Emniyetê jî der heqê kujer de biryara 'dûrxistinê' dida. Lê ev kes guh li vê biryarê nedikir. Her roj peyam rê dikirin, bi mirinê gef lê dixwarin. 2-3 sal beriya niha dîsa lêxistibû û rakiribûn nexweşxaneyê. Pişt re ji wir jî xwişka min birin stargeha mala jinan a Şirnexê. Berîvan ji me re jî negotibû ku çûye wê derê. Pişt re min mereq kir û ez li wir geriyam. Wê ji min re got, 'Ez naxwazim bi wî re bimînim. Bila dozê vekin, min ji vî xelas bikin.' Min jê re got, 'em ê bên te ji wir bibin û bi me re bimîne.' Wê jî qebûl kir. Pişt re li gel me ma. Piştî ku hat vê derê, Metîn her roj gef li wê dixwarin. Jê re digot, 'Heger tu neyê ez ê zarokên te bikujim.' 10-15 rojan pişt re dîmenên ku dermanên mişkan diavêt nava avê dişandin. Ji xwişka min re digot, 'Yan tu dê sibê bê malê û şensekî din bidî min, yan jî tu dê biçî ser cenazeyên zarokên xwe.' Berîvan gelek qehirî got, 'ez ê biçim.' Bi girî çû malê. Pişt re sê caran bi wê tivinga ku ew kuşt hewl da wê bikuje. Pişt re Berîvanê ji min re peyama xwekuştinê şand û got, 'heqê xwe li min helal bikin.'  Ev mirov tu carî negûherî û heta dawiyê tundî li xwişka min dikir. Tundî li zarokên wê jî dikir. Pişt re 2 mehan cezayê dûrxistinê danê. Roj nebû ku gef lê nedixwarin. Carekê ji ber ku îhlal kiribû 15 rojan cezayê girtîgehê jê re hat. Pişt re ji Bêrîvan daxwaz kir ku gilî neke. Bêrîvanê jî gilî nekir. Lê pişt re jî nesekinî. Ji xeynî giliyên ku biryara dûrxistinê binpê kiribû, Berîvanê 5-6 caran giliyê wî kiribû."
 
'CESARETÊ JI BÊCEZATIYÊ DIGIRIN'
 
Urenê daxwaz kir ku kujerê xwişka wê bi cezayê herî giran bê cezakirin û wiha got: " Berîvanê giliyê wî dikir, lê mezinên me digotin,' Efû bike wê çê bibe.' Lê nediguherî. Her roj tundî, heqaret lê dikirin. Berîvan ji vî kesî bêzar bûbû. Ma qey jin ne însan in? Îro bi mîlyonan jin li ber çavê zarokên xwe tên qetilkirin. Heke cezayê darvekirinê bidana kesekî ji wan, an jî cezayê mûebedê bihatan birîn wê cesaret nekirana. Ev, ji vê bêcazatiyê cesaretê digirin. Jinan bêqîmet dibînin. Dibêjin jinek hat kuştin ma çi bûye? Em dixwazin cezayê herî giran bidin wan da ku cesareta ku jinekê qetil bikin di xwe de nebînin."
 
MA / Zeynep Dûrgût - Dilgeş Rûvanas
 
 
 

Sernavên din

11/11/2022
20:24 Li Erziromê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
19:02 Sancar: Dê Çapemeniya Azad serî netewîne
17:13 Li Kozagaçli û Tîmtîk 12 sal cezayê hefsê hate birîn
16:49 Bûldan: Ew ji Sûsûrlûkê baş dizanin ka lîstik çi ye
16:06 MATÛHAYDER çû serdana nobeta GOÇÎZDER’ê
15:40 Starta çalakiyên 25’ê Mijdarê li gundê Nagihan Akarsel hat dayîn
15:40 Rapora Rojhilat: Herî kêm 67 kes hatin qetilkirin
15:09 Nobeta Edaletê ya ji bo Geziyê di roja 200’an de didome
15:02 Şenyaşar: Ji ber adîlane nedarizandin 2 kes qetil kirin
14:56 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
14:47 Rektorê Zanîngeha Dîcleyê daxwaza xwendekaran red kir
13:53 Euro derket ser 19 lîreyan
13:49 Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an