WAN - Dadgehê 18 sal cezayê girtîgehê li Parlamenterê HDP’ê Lezgin Botan birîn. Dadgehê der barê Parlamenterê HDP'ê Adem Geverî de jî biryara beraatê da.
Danişîna biryarê ya Parlamenterên HDP'ê Lezgin Botan û Adem Geverî li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin. Di danişîna biryarê de Botan û Geverî tev li danişînê nebûn. Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Piştî parêzeran parastin kir, heyeta dadgehê biryar da. Heteya dadgehê der barê parlamenterê HDP’ê Lezgin Botan de ji ber axaftinên wî, bi îdîayên "Yekîtî û tevahiya dewletê perçe dike", "Propaganda rexistinê kiriye" û "Endamtiya rêxistinê" bi giştî 18 sal cezayê girtîgehê birî. Heyetê di heman demê de şertê kontrola edlî dan. Heyeta dadgehê, der barê Parlamenterê HDP'ê Adem Geverî de jî biryara beraatê da. Parêzerên Botan diyar kirin ku dê îtîraz bikin.