EFRÎN – Şêniyên Efrînê ji ber bombebarana ji hewayî û bejahiyê ve neçar man ji bajar derbikevin. Efrîniyên li Şehbayê ya 15 kîlo mîtro dûrî Efrînê bicih bûn wiha bang kirin: “Dê zarokên me axa me rizgar bikin û paş ve vegerin. Em ê serê xwe bidin lê em Efrînê ji kesî re bernadin.”
Dagirkeriya TSK û OSO ya li Efrînê di roja 63'an de berdewam dike. Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê Artêşa Azad a Sûriyê (OSO) bênavber 63 rojin li ser hev ji hewayî û bejahiyê navenda Efrînê, navçe, gund û gundwaran bombebaran dike. Di encama êrîşan de bi zorê ket Efrînê. Her çiqas çapemeniya nêzî TSK’ê û dehilatdariyê nûçeyên “Gel kêfxweş e” binivîsîne jî, lê li Efrînê tablo tê nîşandan berejvajî vê yekê ye. Hêj di roja ewil de komên OSO’yê li navenda bajêr peykerê Kawayê Hesinkar hilweşand û mal û milkên gel talan kirin. Diziya endamên OSO’yê hêj di rojevê de deng vedide. Aramiya ev 7 sal bû li Efrînê, cihê xwe ji bêaramiyê re berda.
Bi sed hezaran efrînî ji ber bombebaranê neçar man bajar biterikînin û li Herêma Şehbayê bicih bûn. Efrîniyên li Şehbaya 15 kîlo mîtro dûrî Efrînê bicih bûn, bi çar çavan li benda vegerê ne. Efrîniyên li Şehbayê bicih bûn diyar kirin ku ew ê teqez vegerin ser mal û milkên xwe.
HÊRSA LI DIJÎ TIRKIYEYÊ
Yek ji cihê Efrîniya xwe lê girt jî gundê Merenaz e. Ev gund 15 kîlo mîtro dûrî Efrînê ye. Bi dehan malbatên li gund bicih bûne ewil ji navçeya Raco koçberî navenda Efrînê bûn û pişt re jî koçberî vî gundî kirin. Hêrsa malbatan li dijî Tirkiyeyê di asta herî jor de ye û gotin ku ew li ser daxwaza rêveberiya Kantona Efrînê li vir bicih bûne.
'KESÎ KEVIREK JÎ NE AVÊTIYE’
Efrînî kelûpelên xwe yên ji bombebaranê rizgar kirine li dora dibistana gund raxistine û berteka xwe tînin ziman. Efrîniyên zarok û kal û pîr jî di nav de hene destnîşan kir ku di şerê 7 salan ên Sûriyeyê de ji aliyê Efrînê kesî kevirek jî neavêtiye aliyê Tirkiyeyê. Malbatên efrînî diyar kir ku kurd, ereb, tirkmen û ermenî li Efrînê bi hev re dijiyan.
'EM EFRÎNÊ JI KESÎ RE BERNADIN’
Malbatan anî ziman ku ew li ser daxwaziya rêveberiya Kantona Efrînê ji bajêr derketine hatine li gund bicih bûne û wiha got: “Bila kêfa tu kesî neyê. Dê zarokên me mal û milkên me ji wan rizgar bikin û em ê jî paş ve vegerin. Em ê serê xwe bidin lê em tu carî Efrînê ji kesî re bernadin. Ew der cihê em lê hatine dinê, mezin bûne û axa em ê lê jiyana xwe ji dest bidin e.”
MA / Erdogan Altan