STENBOL - Li Zanîngeha Bogazîçî, 7 xwendekarên binçavkirina hevalên xwe şermezar kirin û hatin binçavkirin, hatin berdan.
7 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî (BU), ji bo hevalên xwe yên di 19’ê Adarê de hat binçavkirin, bên berdan di 22’ê Adarê de xwestin daxuyanî bidin. Lê polîsan mûdaxiyeleyî xwendekaran kirin û binçav kirin. Polîsan xwendekarên anîn Qereqola Beyazîtê, piştî îfadeyê wan ê li Midûryeta Polîsan qediya, di saetên şevê de berdan.