EFRÎN - Wêneyên talankirin û dagirkirina Efrînê, asta hewldana talan û diziyên komên hevkarên Tirkiyeye OSO derdixe holê.
Komên El Nusra û selefiyên DAIŞ’ê yên dibin navê OSO de, ligel Tirkiyeyê Efrîn dagir kirin, asta talan û diziya li navenda Efrînê bi hemû awayî derdikevin holê. Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan, berê OSO şibandibû hêzên “Kuvay-î Mîlliye” û parastibû. Piştî Efrîn hat dagirkirin komên OSO yên hevkarên Tirkiyeyê navenda bajêr talan û bi talankirina Efrînê ji rojeve dernakevin. Wêneyên herî dawî yên ji Efrînê gehiştin berdestên me, asta dizî û talan kirin Efrînê radikexe ber çavan.
Weneyên geşhiştin Ajansa Mezopotama (MA), rastî û awayê talan kirin Efrînê radikexe ber çavan. Di wêneyan de xuya dike ku hemû derî û paçayên dikandarên sûka Efrînê şkandine û ketine hûndirê wan û hemû amûr, alaf, eşya û malzeme hatine dizîn û talan kirin. Ji ber hewldana talanê hemû amûrên di dikanan de derxistine kolanan. Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan derbarê talan û diziya li Efrînê de wiha gotibû: “Me û komên OSO bi hev re dest bi tevgera Afrînê kir. Em û OSO bi hevre ketin Afrinê. Lê dihenek koman de feraseta xenîmetê heye. Demildest me mûdaxile kir. Li dijî wan tedbîr hatin girin. Bi wan re hat axaftin û ev rewş hat sererast kirin.”
Cardin Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu jî gotibû ku komên ji aliyê Helebê ve hatin ev yek kirin û hewl dabû komên OSO biparêze.