Rewşa girtiyê ku bi teşhîsa xelet hatiye emeliyatkirin giran bû

  • rojane
  • 16:20 5 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Hate diyarkirin ku rewşa girtî Abdûlkadîr Kûday ku lingê wî yê rastê felc bûyê, di encama bi teşhîsa xelet hatiye emeliyatkirin de giran bûye. 
 
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 426’an a çalakiya xwe de li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin bahev. Di çalakiya ku pankarta “Tedawî maf e nikare bê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin de Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdûlkadîr Kûday ê li Girtîgeha Rehabîlîtasyonê ya Metrîsa Stenbolê tê ragirtin. 
 
Tûrgût, da zanîn ku Kûday 8 sal in di girtîgehê de ye û wiha got: “Kûday 6 sal an li Girtîgeha Tekîrdagê dimîne. Beriya 4 salan pirsgirêkên wî yên tenduristiyê dest pê kirine lê di vê pêvajoyê de qet nehatiye dermankirin. Berdin sewqî nexweşxaneyê bê kirin ne derxistine rewîrê jî. Malbatê ji bo tedawiya bê kirin rêveberiya girtîgehê û Wezaret di nav de serî li gelek saziyan daye. Di encama tetkîkên hatin kirin de teşhîsa fitika piştê hatiye danîn û di hezîrana 2021’an de bi teşhîsa fitika piştê emeliyat bûye. Lê ji ber teşhîs xelet hatiye danîn piştî emeliyatê rewşa wî baş nebûye û giliyên wî zêdetir bûne.”
 
Tûrgut, da zanîn ku lingê Kûday ê rastê felç maye û wiha axivî: “Di encama tetkîkên piştî 3 mehan hatin kirin de teşhîsa nexweşiya ALS hatiye danîn û tedawiya vê nexweşiyê tune ye. Lê belê bi bikaranîna dermanên ku dê pêşketina nexweşiyê hêdî bike, pêwîst e nexweş bi qasî ku derfet hebe rehet bike û jiyana xwe ya asayî di nava şert û mercên tendurist de bidomîne.”
 
DAXWAZA KURSIYA BITEKER QEBÛL NEKIRIN
 
Tûrgût, diyar kir ku ji ber nikare tedawî bibe di 12’ê çileyê de anîne Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê û wiha domand: “Li vê derê bi tena serê xwe tê girtin û nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne û cihê wî ji bo mercên paqijiyê ne guncaw e. Malbat; diyar kir ku di hevdîtinê de dîtine ku rewşa wî xirabtir bûye, tevî du gopalan jî êdî nikare xwe li ser piyan bigire, nexweşiya wî bûye sedema pirsgirêkên dîtinê, felca aliyê wî yê rastê bandor li ser rehikên rûyê wî kiriye û ji ber kewandina masûlkeyan ew nikare rûyê xwe hîs bike û ew ketiye erdê. Li gorî agahiyên dawî girtine, girtiyê nexweş kursiya biteker xwestiye, lê ev daxwaz nehatiye qebûlkirin. Çend roj berê jî dema bi gopal dimeşe ketiye.”
 
DAXWAZA TALOQKIRINA ÎNFAZÊ
 
Tûrgût, da zanîn ku bi daxwaza taloqkirina înfazê serlêdan hatine kirin lê tu encam nehatine girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ne pêkan e ku Abdulkadîr Kûday di girtîgehê de bimîne û di rewşa xwe ya heyî de jiyana xwe bidomîne. Şert û mercên fîzîkî yên li girtîgehan, derfetên kêm ên tedawiyê û astengiyên li pêşiya xwegihandina tenduristiyê, wê rewşa wî girantir bike. Pêwîste serlêdanên ji bo berdana wî di zûtirîn dem de bên qebûlkirin û bi wergirtina raporên wî re înfaza wî were taloqkirin.”
 

Sernavên din

06/11/2022
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2022'YAN
05/11/2022
21:47 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî hatin dayîn
19:44 Gelê Silopiyayê vexwandin ‘Meşa Mirovahiyê’
16:51 Bi pankartê banga ‘Meşa Mirovahiyê’ hate kirin
16:29 ÎHD: Bila rojnamevan û Fîncanci bên berdan
16:20 Rewşa girtiyê ku bi teşhîsa xelet hatiye emeliyatkirin giran bû
16:02 Polîsan dîsa gef li fîrmaya otobusê xwar ku rojnameya Xwebûnê nebe
15:54 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Li dijî faşîzm û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e
15:40 Li Erdîşê mirina biguman a jinekê
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku girtiya nexweş Çakir bê berdan
15:08 ÎHD'ê aqûbetên Bayram, Yakar û Toraman pirsîn
14:35 Ji bo welatiyên 27 sal berê hatin gulebarankirin û şewitandin edalet hat xwestin
14:18 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetkirina serokê MHP’ê da
13:55 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Berlînê dest pê kir
13:49 Li Bedlisê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:42 Orbay ji Stenbolê heta Heciya Kurda hat pêşwazîkirin
13:32 Fîncanci: Ez ê tevkariya xwe ya li heqîqetê bidomînim
13:12 EMEP’ê ji bo piştevaniyê serdana ajansa me kir
13:11 Heman dadgerî Mûsa Orhan tehliye kir û serokê MHP’yî jî da beraetkirin
13:02 ‘Li Iraqê hebûna leşkerên tirk dagirkerî ye’
12:18 Malbata Şenyaşar: Rojên ku heqîqet derkeve holê nêz in
12:18 Parêzer Aryen Tûran: Em ê her bêhiqûqiyan vebêjin
12:00 Li Xarpêtê ji ber deynî şer kirin: 3 kes mirin
11:47 Eyşe Efendî: Divê kurd li dijî çekên kîmyewî hêza xwe bikin yek
11:30 Malbatên girtiyan: Çapemeniya azad rastiya me ye
11:30 Bi veguhestina pirtûkan xwestin girtiyê nexweşê giran Boltan îşkence bikin
11:07 Banga ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ ya li Silopiya: Bila hesab bidin
10:07 Li Kurdistanê ji bendavan ber bi kîmyasalê ve: Talana ekolojîk didome
09:37 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Heke xwesteka me neyê cih em ê biçin ber deriyê rektoriyê
09:37 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Yorûlmaz û Bagcik hatin berdan
09:09 Bavê Xemgîn Kiçî yê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin: Ji bo Xemgînan çû, serê me netewand
09:04 Banga ji bo 'Meşa Mirovahiyê': Werin em bi hev re li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
09:02 'Em li axa xwe bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakin'
09:01 Li Îmraliyê 'hîle-î şerriye' didome
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2022'YAN
04/11/2022
23:18 Sancar: Desthilat herî zêde ji çapemeniya azad ditirse
22:39 Doza Kobanê: Hûn jinên kurd didarizînin
21:46 Abdulhamît Orbay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:35 Rojbîn Perîşan li Amedê bi dirûşmeya 'jin jiyan azadî' hat pêşwazîkirin
18:40 Rojnamevan Şahînliyê bi awayekî destkelemçekirî muayene kirine
18:03 Serdanên piştevaniyê yên ji bo MA û Jinnewsê didomin
16:46 Agahî ji Brûkanliyê xwe şewitand nayê wergirtin
16:45 2’yemîn Konferansa Jinan a Navnetewî sibê dest pê dike
16:45 Di komkujiya Bartine de kesekî din jî jiyana xwe ji dest da
16:30 SOLIDAIRES û SNJ’ê ji bo rojnamevanên kurd banga piştevaniyê kirin
16:30 Berxwedana Jînayê di roja 50’an de ye
16:17 ÎHD’a Amedê: Em ê di aştiyê de israr bikin
16:05 ‘Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bersivê bidin tecrîdê’
15:49 DFG: Hejmara rojnamevanên girtî gihîşt 88’an
15:42 Xizmên girtiyan: Tekane daxwaza me edalet e
15:41 Dayikan ji bo “Meşa Mirovahiyê” bang kirin: Bila êriş bên sekinandin
15:34 Çalakiya li Zanîngeha Dîcleyê didome: Meclisê dengê me bihîst lê rektor nebihîst
15:21 Sedemê cezayê li Guvenê hatiye birîn: Cezakirina wê pêdiviyeke lezgîn e
14:44 Doza Kobanê: Ev rojên tarî dê derbas bibin
14:38 Biryara jêrzemînên Cizîrê ya AYM’ê: Binpêkirin nîne, hêza kuştinê ji neçarî bûye
14:14 Parêzer Aryen Tûran hate berdan
14:09 Di Doza Kobanê de banga çekên kîmyewî li Akar hat kirin: Envanterên TSK’ê veke
14:03 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 ‘Bila parêzer Aryen Tûran bê berdan’
13:49 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Îktidar budçeyê ne ji ciwanan re ji şer re vediqetîne
13:18 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza herkesên ku dibêjin em mirov in e
12:59 Banga ‘Meşa Mirovahiyê’: Çekên kimyasal sûc e
11:42 HDP’ê ji bo 4’ê Mijdarê got: Xwestin vîna gelê me bişikînin lê nekarîn rê li ber meşa me bigirin
11:21 Leşkerek li Başûr di şer de hate kuştin
11:19 Şaredariya Panosê Rojên Çand û Hunerê li dar dixe
11:17 Belgefîlma 'Girtîgeh an jî Sirgûn’ li Bernê hat pêşandan
11:13 Daxwaza ‘budçeya perwerdeya zimanê dayikê’ nehate qebûlkirin
11:02 Ji bo meşa 6’ê mijdarê bang: Hûn jî li dijî sûcê şer tev li meşê bibin
10:50 Birîna daran a li Xozatê 5 meh in bênavber didome
10:47 Bi tarîfeya ‘tîcaretxaneyê’ fatûreyên ceyranê li girtiyan tên birîn
10:32 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da hunermendê kurd Samîn Yassîn
10:22 HDK’ê ji bo 6’ê mijdarê bang kir: Em xwedî li keleha berxwedanê derkevin
10:20 Rûreşiya Komarê
10:02 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî sibê tên dayîn
09:53 Dayikên Aştiyê: Heke em xwe bêdeng bikin, wê demê em jî dibin şirîkê sûc
09:11 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: HDP, li hemberî êrişên faşîzan ên AKP-MHP'ê bi ser ketiye
09:05 Pêşangeha li dijî talankirina xwezayê
09:04 Rêxistinên civaka sivîl: Em tev li Meşa Mirovahiyê bibin
09:03 Li Girtîgeha Dûmlûyê nahêlin tav li girtiyan bixe!
09:02 Gelê Wanê: Em tenduristiya Abdullah Ocalan mereq dikin
09:01 Parlamentera alman ji bo çekên kîmyewî serî li OPCW'yê da
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:16 Li Îzmîrê bi pileya 4,9 erd hejiya
03/11/2022
22:36 Li herêma leşkeriyê cenazeyê cerdevanekî hat dîtin
22:31 Li Şirnexê 20 karkerên kana komirê bi jehrê ketin
21:36 Tirkiyeyê cardin êriş bir ser Şengalê: Ciwanek jiyana xwe ji dest da
18:01 Hurriyet Dogan piştî 18 salan ji girtîgehê derket
16:49 Tirkiye Biradostê bombebaran dike
16:42 Serokwezîrê berê yê Pakistanê Han di êrişa sûîqestê de birîndar bû
16:33 Ji bo buroya MA’yê serdana piştevaniyê
16:05 Parêzerên îranî ji bo parastina gel bang kirin
15:57 Li Mêrsînê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang hate kirin
15:35 Ji ber ‘şahidên nepen’ bertek nîşanî şandeya dadgehê dan: Tu ferqa we ji hev nîne
15:32 ANF: Cenazeyê leşkerekî di destê HPG’ê de ye
15:27 ‘Bila tecrît bê bidawîkirin, girtiyên nexweş bên berdan’
15:20 ‘Em guhertina cihê avahiyê qebûl nakin’
15:17 ÎSÎG: Di 10 mehan de hezar û 521 karkeran canê xwe ji dest dane
14:07 Aydogan: Heke li dijî kîmyasalê bertek zêde bibin wê encam were girtin
13:48 Jiyana Ronaghî yê li Îranê hatiye girtin di talûkêyê de ye
13:40 Malbata Şenyaşar: Heke Fadil Şenyaşar neyê berdan em ê biçin Meclisê