Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Li dijî faşîzm û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e

  • jin
  • 15:54 5 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL – TJA’yê li Stenbolê bi tevlibûna bi sedan jinan deklarasyona 25'ê Mijdarê aşkera kir û got: "Di tevahiya hefteya 25’ê Mijdarê de her roj û her saetê, li hemû qadên ku em lê ne em ê dengê xwe bilind bikin, berxwedanê mezin bikin. Tu kes nikare rê li ber têkoşîna azadiyê ya jinê bigire!"
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Eywana Dawetê ya Labella ya Şîşliyê bi dirûşma "Li dijî faşîzm û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e" deklarasyona 25'ê Mijdarê Roja li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navnetewî eşkere kir. Li eywanê pankartên wekî "Jin jiyan azadî", "Li dijî faşizme û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e" hat daliqandin. Her wiha wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar, Nagîhan Akarsel, Jîna Amînî, Garibe Gezer, Pinar Gultekîn, Hevrîn Xelef û Kader Ortakaya hatin daliqandin. 
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Fatma Kurtulan, Şevîn Coşkun, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, çalakvanên Nobeda Edaletê û bi sedan jin tev li bernameyê bûn. Deklarasyon ji hêla aktîvîsta TJA'yê Felek Erdem ve hat xwendin.
 
Deklarasyon bi gotina “Pêdiviya me bi dengekî heye ku bangî nava pêlên hest û ramana serdemê bike… Bi gotineke ku enerjiya me dike yek û dide hîskirin ku li gerdûnê em ne bi tenê ne…” ya endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen, nivîskar û rojnameger Nagihan Akarsel a ku di 4’ê cotmehê de li Silêmaniye hatibû qetilkirin dest pê dike. 
 
Di deklarasyonê de wiha hat gotin: 
 
"Ji xwîşkên Mîrabel heta Sarayan; ji Sêvêyan heta Aysel Doganan û Jîna Emîniyan. Ev dengê ku Nagîhan diqîre, ligel felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku ji  Kurdistanê dest pê kir û li tevahiya cîhanê belav bû, her ku diçe bilindtir dibe. Wek TJA, îsal, em careke din bi îdiaya xwe ya “Sedsala 21’emîn dê Bibe Sedsala Jinê!” 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî pêşwazî dikin.
 
JI BO GIRITIYÊN NEXWEŞ DÊ TÊKOŞÎN BIDOME 
 
Ew hişmendiya ku me di mal û zindanan de girtî dihêle û hewl dide ku ramanên me û hêza me ya rêxistinî asteng bike divê bizanibe ku em ê berxwedana xwe bidomînin û azadiya jinê mezin bikin. Û em ê pratîkên tundiyê yên dewleta mêrsalar ên wek lêgerînên tazî yên di girtîgehan de, heqaret, şewitandina înfazan, sepanên lijneyan, bêparhiştina ji pirtûk û rojnameyan tu caran nepejirînin. Bi vê boneyê jî, em bang dikin ku her kes li nobeta malbatên ku ev bi mehan in ji bo zarokên xwe yên ku di girtîgehan de mirin li wan tê ferzkirin têdikoşin û berxwedana dayika Emîne Şenyaşar a ku li hemberî bêdadiyê li ber xwe dide xwedî derkeve. Dîsa di şexsê Aysel Tugluk a ku bi têkoşîna gerdûnî ya hevpar a jinan hat berdan de, ji bo girtiyên nexweş ên di girtîgehan de bi heman biryardarî û astê de em ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
TALANKIRINA BI HÊCETA SERMAYEYÊ TÊ KIRIN 
 
Di serî de Dêrsim û Cûdî; polîtîkayên agirberdana bi destê dewletê, valakirina gundan, çêkirina qereqol, qeleqol, bendavan, kanên mehdenan û bêdarhiştinê; nîşaneyên hewla bi hinceta şer tunekirina xweza û dîroka Kurdistanê ne. Dîsa her wekî qetliyama ku li Çiyayên Kazdaglari hat çêkirin, çar aliyên Tirkiyeyê bi hinceta sermayeyê tê talankirin. Divê îşkenceyên ku li bedenên miriyên kurdan tên kirin, êrişên li ser goristanan jî wek domahîlka van polîtîkayan bên destnîşankirin. 
 
NERAZÎBÛNA LI DIJÎ ÇEKÊN KÎMYEWÎ MESELEYA RÛMETÊ YE 
 
Texrîbatên civakî yên ku ji ber çekên kîmyewî pêk tên jî her ku diçe zêdetir dibin. Netewdewletparêziya ku dibêje qey ew ê bi bikaranîna çekên kîmyewî yên li ser axa başûrê Kurdistanê têkoşîna azadiyê ya Gelê Kurd lawaz bike, li hemberî mirovahiyê tawanker e. Li hemberî van sepanên dermirovî hem hêzên herêmî hem jî hêzên navneteweyî bêdeng dimînin û dibin hemtawan. Ev êriş, bi tu awayî ji êrişên li ser jinan û êrişên li ser têkoşîna azadiyê ya jinan cuda nîn e. Ji ber vê yekê, divê em her buhista erdnîgariya xwe, xwezaya xwe û hemû kesên ku li ber xwe didin wek bedena xwe, wek ramanên xwe star bikin û biparêzin. Di kesayeta Şebnem Korur Fîncanci ya ku li ku derê dibe bila bibe bi tu awayî dev ji afirandina zanistê ya ji bo civakê bernedaye de, helwestnîşandana li hemberî çekên kîmyewî meseleya rûmetê ye. Careke din, wek TJA, em bang li hemû sazî û dezgehên herêmî û navneteweyî, raya giştî ya xwedîwijdan û demokratîk dikin ku li hemberî şer dengê xwe bilind bikin. 
 
POLÎTÎKAYÊN BIŞAFTINÊ KÛRTIR DIKIN 
 
Ji zimanê me yê dayikê bigire heta çanda me, wek jiyan di hemû qadên siyasetê de, nasnameya me ya jinbûnê, nasnameya me ya Kurdbûnê wek hêmanên tawanbar tên dîtin. Konserên hunermendên kurd, lîstikên şanoyê yên bi kurdî tên qedexekirin. Li hemberî vê çanda ku bi xerakirin, şewitandin û rûxandinê nayê tunekirin îro jî her wekî ku li Sûrê, li Cizîrê dikin, bi mîhrîcanên ku ji derve de gel tînin polîtîkayên bişaftinê kûrtir dikin. Li bajarên mezin ji ber ku bi zimanê xwe yê dayîkê diaxivin, hewl didin kurdan bikujin. Em soz didin ku li hemberî vê hişmendiya qedexeker, yekparêz û mêtinger em ê ji her demê bêhtir li zimanê xwe û çanda xwe xwedî derkevin.
 
ÇAPEMENIYA AZAD DÊ KEVNEŞOPIYA XWE BIDOMÎNE 
 
Çapemeniya nivîskî û dîtbarî hatî stendin û veguheriye amûreke propagandayê ya desthilatdariyê. Li hemberî vê yekê jî kedkarên çapemeniya azad angaşta xwe ya çêkirina nûçeyan a li ser şopa heqîqetê didomînin. Ji ber vê yekê jî têkoşîna me ya ku em li dijî tundiya li ser jinê dikin wek berpirsiyariyeke bingehîn xwedîderketina li pênûsa bi dehan jinên rojnameger ên ku di girtîgehan de ne li me ferz dike.
 
LI DIJÎ JINAN ŞERÊ TAYBET TÊ MEŞANDIN 
 
Wek polîtîkayeke şerê taybet, keda jinê ji aliyekî ve tune tê hesibandin û ji aliyê din ve jî tê mêtin. Di roja îroyîn de hîna jî jinên ku li malan, li zeviyan, li palûkeyan û li hemû qadên din ên jiyanê hilberandinê didomînin rûberî êrişên zayendî dibin; karkerên demkî rûberî êrişên nijadperestan dibin. Rêya rizgariya ji xizanî û bêpariya jinê ya ku em rûberî wan dibin û rêya rizgariya ji polîtîkayên mêtingeriyê ew e ku dîsa bi têkoşîna jinê ya rêxistinî, aboriya komunal a demokratîk bê avakirin. Şerê taybet ê ku li hemberî keda jinê tê kirin, li hemberî jinên ciwan zêdetir tê kirin. Di şexsê Îpek Er, Gulistan Doku, Pinar Gultekîn de bi tundiya sîstematîk a bi unîforma bênasnametî li jinên ciwan tê spartin. Ji aliyê din ve jî bi fuhûş û tiryakkêşiyê polîtîkayên ku ciwanan tune dikin, dejenere dikin û bêvîn dihêlin tên sepandin. Dîsa kapîtalîzm û şerên ku pergala mêrsalar diafirîne jinan, gelan ji cih û warên wan dûr dixin, wan sirgûnî ernîgariyên cuda dikin, dikin ku penaber rûberî sepanên dermirovî bibin.
 
Li hemberî vê cudakariya bi tewq û gerîneka tundiyê ya bi pergal, wek TJA, em careke din soz didin ku em ê bi perspektîfa jîneolojiyê ya ku zanista jinê û jiyanê ye, têkoşîna xwe xurtir bikin. 
 
DÊ BI BERXWEDANA JINAN Û GELAN HESAB BÊ XWESTIN 
 
Em di pêvajoyeke wisa de ne ku êdî hejmara jinên ku di rojekê de ji aliyê pergala desthilatdar a mêrsalar, failên mêr ve tên qetilkirin nayê hesibandin. Bi sepanên ku tundiyê meşrû dikin, polîtîkayên zayendparêz û li dijî jinan, qirkirina jinan tê pêkanîn. Di şexsê Şule Çet, Fatma Altinmakas, Emîne Bulut, Ceren Damar, Muzeyyen Boylu, Leyla Karaaslan de tevahiya jinên ku ji aliyê pergala serdest a mêrsalar û failên mêr ve hatine qetilkirin, tevahiya jinên ku tundî li wan hatiye kirin serhildana me ne, sedema têkoşîna me ne! Di nava vî şerê qirêjî yê ku li hemberî hebûna jinê hatiye destpêkirin de, wek kurdekê û wek jinekê, Jîna Emînî, ya ku ji aliyê rejîma molayê ve hat qetilkirin jî nîşaneya herî şênber a vê yekê ye ku pergala ku di rewşeke kaotîk de ye encax bi berxwedana jinan û berxwedana gelan dikare hesab bide. Li ser vê bingehê em berxwedana jinan û gelan a li Îranê silav dikin.
 
DIVÊ HEVDÎTIN BI OCALAN RE BÊ KIRIN 
 
Bi boneya 25’ê Sermawezê em careke din dubare dikin ku ji bo çareseriya kêşeya Kurdan muxatabê yekem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û divê demildest bi wî re hevdîtin bên çêkirin. Rejîma tecrîdê ya ku bi girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û her ku diçe di tevahiya qadên jiyanê de vediguhere teknîkeke rêvebirinê; pirsgirêkên civakî bê çareserî dihêle. Tekane rêya ku li hemberî hişmendiya faşîst a qirker paradîgmaya azadîparêziya jinê ya ku Abdullah Ocalan bi pêş xistiye bi ser bikeve; azadiya cenabê wî ya fîzîkî ye.
 
TU KES NIKARE RÊ LI BER TÊKOŞÎNA AZADIYA JINAN BIGIRE 
 
Em wek TJA; wek berpirsiyariyeke xwe dibînin ku em îro careke din bi bîr bixin ku hêza herî mezin a ku dê azadiya jinê û azadiya civakê pêk bîne, têkoşîna jinê ya enternasyonal e. Bi baweriya me ya ku dê li ser bingeha jiyana azadîparêziya jinê dê civak ji tundiyê bê şûştin û bi ruhê têkoşer ê 25’ê Sermawezê, em bang li tevahiya jinan dikin ku berxwedan û têkoşînê geş bikin. Soza me ew e ku; tu kes nikare rê li têkoşîna azadiyê ya jinê bigire!
 
Destpêka Bernameya 25’ê Mijdarê ya TJA’yê;
 
* Di 11’ê mijdarê de; Ji bo bîranîna Nagîhan Akarsela ku li Silêmaniyê di encama reşkujiyê de hat qetilkirin ji Enqereyê,
 
* Di 12’yê mijdarê de; Ji bo silavkirin û xwedîderketina li berxwedana ku di serî de jinan û gelên li Îranê dane destpêkirin, ji navçeya Qerqelî ya Wanê, 
 
* Di 12’yê mijdarê de; Li hemberî polîtîkayên şer ên taybet ên li hemberî jinên kurd ên pergala mêtînger a mêrsalar ji navçeya Qilebanê ya Şirnexê dê bername dest pê bike.
 
Wek TJA, di tevahiya hefteya 25’ê Mijdarê de, her roj û her saetê; li hemû qadên ku em lê ne û li kuçeyan; li meydanan û taxan em dengê xwe bilind bikin, berxwedanê mezin bikin û kêl bi kêl em ê qadên ku jin tê de azad dibin bihonin."
 
Piştî parvekirina deklarasyonê jinan dowîzên "Çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye" vekirin. Dû re sînevîzona ku behsa têkoşîna jinan dike hat nîşandan.
 

Sernavên din

14/03/2023
14:22 Fîncanci: Em îro di şînê de ne
14:12 Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bo Bozdag nameya vekirî: Gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?
13:46 Ji nûçeya ‘Kujerên zarokan’ a Ozgur Gundemê re cezayê pere hate birîn
13:06 KCD, HDK, TJA, DBP û HDP dê li herêmên erdhejê bin
12:58 Rojnamevan Ferhat Çelîk hate berdan
12:51 Ji HDP’ê peyama ‘14’ê Adarê Cejna Tipê’
12:48 Pêvajoya hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
12:37 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest astengiya li pêşiya avê rake
12:24 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike
12:23 Pitika bi navê Elîsa ku sax ji bin kavil hat derxistin winda ye
11:51 ‘Newroza îsal dê bibe Newroza avakirina jiyaneke nû’
11:50 Li Antakyayê avahiya bi xesar hate hilweşandin
11:27 Rojnamevan Ûgûr Yilmaz tehliye bû
11:26 Şemzînan ji Newrozê re amade ye: Bi hezaran Kawa dê dakevin qadan
11:05 Ji salên 2000’î heta îro Newroza Amedê
10:42 Li Mereşê bi pileya 4.7’an erdhej çêbû
10:34 Rojnameger Ferhat Çelîk hate binçavkirin
10:31 Li ser pira berxwedanê ya Semayê bi milyonan mirov derbas dibin
10:29 Dîroknas Ulugana: Newroz bi tevgera kurd re xwedî wate bû
09:55 Li Şemzînanê wê agirê ewilî yê Newroza azadiyê bê hilkirin
09:36 ‘Divê girtî jî weke mexdûrên erdhejê bên qebûlkirin û tevdîr bên girtin’
09:29 Odeya Bijîşkan: Pirsgirêkên di warê av, serşok û paqijiyê de çareser bikin
09:28 Şaredariya Silopiyayê dê di Remezanê de jî li Bazarcixê be
09:27 Mexdûrê erdhejê yê ku nexweşîna penceşêrê pê re heye konteynerê dixwaze!
09:27 Dengê mexdûrên erdhejê yên astengdar nehat bihîstin
09:03 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Konferans bersivek bû ji êrişên Tirkiyeyê re
09:01 Dê li qadan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan biqîrin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2023'YAN
13/03/2023
20:36 Ji bo wênegira ku 7 sal in desteserkirî ye, gotin 'ne li gel me ye'
19:59 AFAD: Nêzî 17 hezar erdhejok çêbûne
17:34 OHD û Baroya Rihayê rapora xwe ya der barê îşkenceyan de eşkera kir
16:31 Li Colemêrgê banga Newrozê: Werin em azadiyê biqîrin
16:30 Hunermendên ku dê di Newroza 2023’yan de derkevin ser dikê diyar bûn
15:58 Wêneyên kesên êrişî HDP’ê kirin li Ocaxên Ulkuyê derketin holê
15:56 Li Geverê gelek xwendekar jehrî bûn
15:48 Kesên li Îzmîrê hatin binçavkirin hatin berdan
15:41 Fîncanci: Çima li hemû bajaran ji her 10 ASM’an 9 jê diherifin?
14:45 Ji ber kirêyên zêde naxwaze ji mala xwe ya pirxesar derkeve
14:43 Ji bo Newroza Îzmîrê bang: Werin em bi hev re agirî hilkin
14:15 Li Mêrsînê starta Newrozê hate dayîn
13:45 Pêvajoya hilbijartinê di 18’ê adarê de dest pê dike
13:42 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 48 hezar û 448'an
13:37 Beştaş: Tifaqa Cumhur ketiye nava tirseke mezin
13:17 Polîsan dest danî ser tabelaya ‘Parka Lîstikê ya Berkîn Elvan’
13:09 Ji werzîşvan Hîwa Azîzpour agahî nayê girtin
12:59 Duşunmez ê OHD’î: Li Geverê mafên sivîlan tune hatin hesibandin
12:42 Ferît Şenyaşar: Îktîdar bila ji ewil li pêşiya edliyeyê binêre û piştre qala edaletê bike
12:26 Li Îzmîrê HDP’î û Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
12:23 Masal a pitik û malbata wê di konekî de têkoşîna jiyanê didin
11:36 Li konbajar cihêkarî li penaberên sûriyeyî tê kirin
11:33 Şertê tifaqa ku pêşkeşî AKP’ê hate kirin: Di rakirina 6284’an de pirsgirêk nîne!
11:19 Xaniyê ku 7 salan xebitî û çêkir hilweşiya: Em ê Samandagê ji nû ve ava bikin
11:09 Tîma lêgerîn-rizgarkirinê ya biyanî ji bo ‘şewbê’ hişyarî da
10:44 Hevjîn, zarok û xwesûya xwe winda kir: Tevî du zarokên xwe pêdiviya me bi her tiştî heye
10:34 TUÎK’ê zimanê Xwebûnê înkar kir
10:05 Li Girtîgeha Afyonê binpêkirinên mafan didomin
09:04 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Newroz dê bibe mizgîniya çûna îktidarê
09:04 Piştî 30 salan hat berdan: Ez bi ruh û baweriya serkeftinê li ser lingan mam
09:03 Nisêbînê qet ruhê Newroza 1992’yan winda nekir
09:03 Baroya Wanê giliyê berpirsên binpêkirinên erdhejê kir
09:03 Agirê Newrozê her serdemê medyaya îktidarê dike xwelî
09:02 Dîroka li Girnewas tê talankirin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2023'YAN
12/03/2023
22:56 Li Rojava agirê Newrozê yê ewil hat vêxistin
22:09 Fîncanci: Em ê li gorî ruhê zindiyan pergalek tenduristiyê ava bikin
17:08 HDP’ê li Rihayê starta hilbijartinê da: Em ê vê desthilatdariye bişînin
15:39 Di salvegera 19’an de qurbaniyên Komkujiya Qamişloyê hatin bibîranîn
14:50 Êrişên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê berdewam in
14:14 Serokê Giştî yê TMMOB’ê: Sedema karesatê, neamadebûna saziyan bû
13:39 Piştî 30 salan hate berdan: Dê têkoşîna me bidome
13:19 Êrişên bi gazên jehrî yên li Îranê berdewam in
13:08 Bi hezaran kesan Komkujiya Gaziyê protesto kirin
13:08 Hejmara 2’yan a Kovara Jin’ê derket
12:48 Îsraîlê ji hewa ve êrişî Sûriyeyê kir
11:40 Li Îranê teqîn: 5 kesan mirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Ên ku li dijî bêedaletiyê bêdeng dimînin, neçarî têkçûnê ne
11:17 Qedexeyên hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
11:14 Cihê ku agirê Newrozê qet lê nevemirî: Kurdistana Biçûk
10:38 Li Stenbolê 9 kes hatin binçavkirin
10:36 Pirsgirêkên tenduristiyê yên li herêmên erdhejê zêde dibin
10:08 Keda wan a salekê di bin kavilan de ma!
09:44 Bajar bi bajar bernameya Newrozê
09:30 Dr. Mansouran: Li Îranê 5 hezar xwendekar hatin jehrîkirin
09:12 Şîrket destûr dayê tev li xebatên rakirina kavilan bibe lê bêyî hincet ew ji kar derxist
09:11 Zirig: Dahata Şaredariya ji bo saziyên derî peywira şaredariyê hatiye seferberkirin
09:10 Kirikhanî ava vexwarinê dixwazin!
09:09 Ji ber erdhejê demeke dirêj neçûn malên xwe lê fatûre ji yên her wextî bêtir hatin!
09:04 Bi eşkerekirina roja hilbijartinê re qeyûm dest bi firotina milkên şaredariyê kir
09:03 Li Samandagê ji bo nobedê gazî tenduristkarên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne tê kirin
09:00 ROJEVA 12’Ê ADARA 2023’YAN
11/03/2023
22:47 Parlementerê HDP'ê yê berê Bînîcî hat girtin
21:25 Li Îzmîrê agirê Newrozê hilkirin
19:41 Serdanên Gerok MA'yê yên li herêmên erdhejê didomin
18:54 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 47 hezar û 975'an
17:16 Serdanên KNK’ê didomin
16:58 Welatiyê ji Alanyayê li Nûrdagiyê mirî hat nîşandan
16:54 Şandeya Skotlandê li Kobanê ye
16:47 Ciwanê ku polîsan wî revandiye: Ewelehiya canê min nîne
16:46 Artêşa tirk topên fosforê bi kar tîne
16:35 Hîzbûllah dê di berdela 2 parlamenteran de piştgiriya Erdogan bike