STENBOL - Li Buyukadayê dem civîn pêk tanîn gelek kes hatibûn binçavkirin, 8 ji wan girtî der barê 11 parêzvanên mafên mirovan de heta 15 salan ceza tê xwestin.
Parêzvanên mafên mirovan dema li Buyukadaya Stenbolê civîn pêk tanîn, polîsan bi ser cihê civînê de girt û gelek kes hatin binçavkirin. Welatiyê alman Peter Frank Steudtner û welatiyê Îsveçê Alî Ghravî jî di nav de, 8 ji wan girtî der barê 11 kesan de îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de ji 11 parêzvanên mafên mirovan re bi sûcdariya "Alîkariya rêxistinê kirine" û "Endamê rêxistinê ne" heta 15 salan ceza tê xwestin.
Îdianame şandin şandin Dadgeha Cezayê Giran.