RIHA – Siûd Huseînê rojavayî yê 5 mehan li Navenda Paşveşandinê hat ragirtin, anî ziman ku tiştên hatine serê wî dermirovî bûne û gumana wan ew e ku li navendê jinek bi istismara zayendî re rû bi rû mabe.
Siûd Huseînê rojavayî ku li Îzmîrê hat binçavkirin û polîsan ew şand Navenda Paşveşandinê. Huseîn behsa 5 mehên xwe yê li navendê û îşkenceya ku pê re rû bi rû maye kir. Huseînê ku li Îzmîrê li nêzî Saat Kûlesiyê hat binçavkirin û 17 rojan li Şaxa TEM’ê di bin çavan de ma, paşê ji bo bê dersînorkirin ew şandin Navenda Paşveşandinê. Huseîn 5 mehan li Navenda Paşveşandinê ya Işik Kent a Îzmîrê hat ragirtin. Huseîn got: “Li hundur tu şopên der barê mirovahiyê de tune ne.”
Huseîn diyar kir ku tu sûcdariya wî nehatiye dîtin, lê belê dîsa jî 5 mehan li Navenda Paşveşandinê ya Işik Kentê ya navçeya Çîgliyê hatiye ragirtin. Huseîn destnîşan kir ku nemaze jî kurdan dixsitin odeyên ku DAIŞ’î lê ne û her êvar îşkence li wan dihat kirin.
Huseîn bi lêv kir ku ew ji bo geştê çûye Îzmîrê, lê belê polîsên Şaxa TEM’ê ew binçav kirine. Huseîn behsa zor û zehmtiyên ku 5 mehan ew bi wan re rû bi rû ma kir: “Li Tirkiyeyê zêdeyî 5 mehan di girtîgehê de mam. Ewil 17 rojan li TEM’ekê hatim ragirtin. Dema hat fêmkirin ku ez bêsûc im, biryar dan ku min berdin. Lê belê dîsa jî min bernedan. Min şandin Navenda Paşveşandinê ya Işik Kentê ya Îzmîrê. Kesên li wê navendê dihatin ragirtin hemû penaber bûn. Di nav me de gelek DAIŞ’î jî hebûn. Cihê em lê dihatin ragirtin girtîgeh bû. Der barê mirovahiyê de tu şop nedixuyan. Telefon qedexe bû. Tu hevdîtin çê nedibûn. Ji derve nasekî we nikaribû bihatana. Tenê eger parêzerê we hebûna, ew dikaribûn bihatanan. Ew jî heftê carekê. Jixwe xizmên gelek penaberên di hundur de nizanibûn xizmên wan di girtîgehê de ne.”
‘EM HATIN ÎŞKENCEKIRIN’
Huseîn diyar kir ku li navendên paşveşandinê muameleyên kêfî dihatin kirin û êvaran carinan hin peywirdar penaber îşkence dikirin û got: “Zext û zoriyên giran li ser me hebûn û em dihatin îşkencekirin. Ji ber ku mirov nikaribû bi derve re peywendiyê deyne, ew ji ber vê bi cesaret dibûn. Di nav 5 mehan de bûm şahidê gelek tiştan.”
‘NAVENDA PAŞVEŞANDINÊ WEKÎ ÎŞKENCEXANEYÊ YE’
Huseîn ev tişt gotin: “Parêzerê min hebû. Ji ber vê dema nêzî min dibûn hinekî baldar bûn. Dizanibûn ez ê van tiştan ragihînim derve. Bi riya parêzerê min hat fêmkirin ku tu sûcê min tune ye. Min xwest derbasî welatê xwe bibim. Derbasî Rojavayê. Lê belê nemaze jî wan xwest min di ser Îdlîbê ku DAIŞ li wir in bişînin. Jixwe herkes dizane ka rêxistina terorî ya li wir çi dike ji kurdan. Ji ber vê ez derbasî rojavayê nebûm. Girtîgeh, navendên paşveşandinê wekî îşkencexaneyê ne.”
GUMANA ÎSTISMARA ZAYENDÎ
Her wiha Huseîn diyar kir ku 8 meh berê jineke belçîkayî anîbûn navendê û ducanî bû pitika nava wê 6 mehî bû. Huseîn bi lêv kir ku li gor penaberê li wir digotin, jina belçîayî hatiye îstismarkirin. Huseîn destnîşan kir ku li navendên paşveşandinê jiyana penaberan di talûkeyê de ye. Huseîn got: “Zarokekî biçûk ê jinekê hebû. Şevekê me qîrîniyek bihîst. Lê belê ji dûra dihat. Agirê pitika jinikê zêde bibû. Ez dibêm mir. Çimkî tu tiştekî miroviyî li wir tune bû.”