STENBOL – Welatiyên ku bertek nîşanî polîtîkayên êrîşîkariyê yên li ser Efrînê dan gotin: “Eger tu milyonek kurd bikujî jî, 39 milyon kurd dimînin. Em naqedin.”
Li Qada Bazara Gel a Bakirkoyê ya Stenbol, bi sedhezaran welatî hatin gel hev û Newroz pîroz kirin. Welatiyan nerazîbûnên xwe yên li dijî êrîşên li ser Efrînê anîn ziman.
‘WÊ GELÊ EFRÎNÊ BI SER BIKEVE’
Muhsîne Seç, Newroza Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û hemû girtiyan pîroz kir û got: “Tijekirina qadên Newrozê bersivdayîna êrîşa li ser Efrînê, tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e. Çimkî Newroz tê wateya aştî, biratî û wekheviyê. Her ku em dibêjin aştî ew dibêjin şer. Lê em ê li dijî şerê wan tim aştiyê biparêzin.” Remziye An jî diyar kir ku îktîdar zilmê li kurdan dike û got: “Kurd bi kuştinan naqedin. Çi dikin bila bikin em ê bi ser kevin. Li hemberî êrîşên hovane, em ê bi her tiştê xwe li cem Efrînê bin. Wê li Efrînê gelê efrînî bi ser bikevin.”
‘ÊDÎ BES E’
Gulîzar Kaya jî, diyar kir ku yên li Efrînê tên kuştin zarokên wan, xwişk û birayên wan in û got: “Erdogan doza çi li me dike? Em mirinê naxwazin. Dizên li kuçeyan bera me dide. Çi ji Efrînê dixwazin? Diçe zarokên li wir dikuje. Wê derê talan dike. Hêvîdar im wê dawiya wî bibe wekî ya Seddam. Êdî bes e. “ Ayşe Akturk jî got: “Em kurd in, em doza mafê xwe dikin. Li Efrînê bi sedan sivîl kuştin. Bajar talan kirin. Di mirovahiyê de cihê vê yekê tune ye. Li dijî van qetliyaman em ê doza aştiyê bikin û li gel gelê Efrînê bin.”
‘ERDOGAN QETLIYAMÊ DIKE’
Fatma Şahîn jî, diyar kir ku Ewropa li ji bo Efrînê bêdeng maye û got: “Tim behsa mafên mirovan dikin. Halbûkî divê behsa zilm û berjewendiyan bikin. Çimkî ya ku dikin zilm û berjewendî ne.” Leyla Tak jî got: “Newroz e, lê dilê me şikestî ye. Çimkî Erdogan êrîşî Efrînê dike. Erdogan niha li Efrînê qetliyamê dike.”
‘ÇI QASÎ BIKUJIN EM Ê EWQSÎ BÎNIN DINÊ’
Hasîbe Erez jî diyar kir ku li Efrînê zarok, extiyar tên kuştin û got: “Dema em dadikevin qadan li li dijî qetliyaman dengê xwe bilind dikin êrîşî me dikin. Ji me re dibêjin ‘Hûn kurd in, hûn nikarin doza tiştekî bikin.’ Lê dîsa jî em li qada ne. Xwazî bila bên û bikujin. Dibêjin qey em ê bi mirin û girtinan biqedin. Lê ew çiqasî bikujin û bigirin em ê ewqasî zarokan bînin dinê.” Fînce Akman jî bi lêv kir ku ew ji bo Efrînê li qada ne û got: “Çi karê Erdogan li wir heye? Efrîn a kurda ye. Tên dibêjin ‘em bira ne’, lê êrîşî Efrînê dikin. Ev biratiyeke çawa ye? Tu diçî wir talan dikî û dibêjî ‘em bira ne’. Biratiyeke wisa tune ye. Dibêjî ez misilman im, lê di misilmaniyê de cihê vê yekê tune ye. Wê Efrîn ji bo Erdogan, ji bo dagirkeran bibe goristan.”
‘PATRON DESTÛR NEDA, MIN JÎ DEV JÊ BERDA Û HATIM’
Mehmet Çetîn , diyar kir ku kardêr destûr nedaye ku biçe pîrozbahiya Newrozê, lê belê wî dev ji kar berdaye û hatiye. Çetîn got: “Ma ez neçim, wê kî biçe? Wê kî qadan tijî bike.” Velat Dûrdûr jî destîşan kir ku tevî her tiştî jî taliyê wê biratiya gelan bi ser bikeve. Yagmûr Kahvecî jî bi lêv kir ku ew bi ruhê Kawayê Hesinkar daketine qadan û ew ê li dijî zilmê û zoriyê tim li qadan bin. Ermîne Erbek jî got: “Wijdan û dînê wan tune ye. Di dema lêgerînê de şara min ji min stendin. Me tu carî dev jê bernedaye. Me bikujin jî, bavêin zindanan jî, çi bikin jî em ê dev ji vê riyê bernedin.”
‘EFRÎN BAJARÊ KURDA YE’
Seracettîn Ozel jî diyar kir ku Efrîn bajarê kurda ye. Ozel destnîşan kir ku Tirkiye tevî çeteyan bi tang û topan êrîşî Efrînê kiriye û malê kurdan talan kiriye. Ozel got: “Li ber çavê hemû cîhanê zilm li kurdan kirin. Ez vê yekê şermezar dikim, protesto dikim.”
Ahmet Yilmaz jî got: “Ji hêla Efrînê guleyek jî ber bi Tirkiyeyê ve nehatiye. Li wir tu milyonek mirov bikujî jî, em ê neqedin. 40 milyon kurd hene.” Îsmaîl Demîr jî diyar kir ku ew kesê peykerê Kawa rûxandin û Rûsyaya ku qada hewayî ji Tirkiyeyê re vekir şermezar dike û got: “Dewletê her sal bi çewisandinan xwestiye girseyan lawaz bike. Gel natirse, têdikoşe. Em berdewamiya Mahîr Çayan, Denîz û Mazlûm Doganan e. Em di rêça wan de ne.” Her wiha Gulîstan Çetîn jî got ew ê heta dilopa dawî jî xwedî li doza xwe derkevin û wê gelê kurd bi paş ve gav navêje.
‘EM KAWAYÊ HESINKAR IN’
Mehmet Kûzû jî, destnîşan kir ku tevî hemû çewisandinên dewletê û Rewşa Awarte jî gel qad tije kirine û got: “Li Efrînê peykerê Kawayê Hesinkar hat rûxandin. Di serdemeke wisa de gel qadên Newrozê tije kir. Bi vê yekê peyama ‘Em hemû Kawayê Hesinkar in’ hat dayîn. Helbet wê ev çewisandin biqedin, wê dîktator, kesên bi faşîzmê bi ser me de tên biqedin.”
Gamze Nîhal Îyîdogan jî got: “Li dijî emperyalîzmê ya ku dê me ber bi serketinê ve bibe wê têkoşîna gelan be. Li dijî dewleta faşist ku li Efrînê hewl dide me qetil bike, divê kedkar, elewî, xwendekar û karkerên tirkiyeyî rabin ser piyan.”