Aydogan: Heke li dijî kîmyasalê bertek zêde bibin wê encam were girtin

  • rojane
  • 14:07 3 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Siyasetmedar Nûrsel Aydogan diyar kir ku Tirkiye bi dîmenên endamên HPG’ê yên bi bikaranîna çekên kîmyewî bi bandor bûne, tengav bûye û got: “Bi zêdekirina zextên demokratîk em dikarin encam bigirin. Di tabloya heyî de bendewariya ji dewletan wê encamê nede.”
 
Çalakî û aktîvîteyên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk a li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn a Herêma Kurdistana Federe tên lidarxistin didomin. Kurd û dostên wan ên li Ewropayê di pêşengtiya Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) de di serî de Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), li ber Konseya Ewropayê û gelek sazî û dezgehên girêdayî wê li dijî çekên kîmyewî çalakiyan li dar dixin. Çalakiyên wan bênavber didomin. 
 
Siyasetmedar Nûrsel Aydogan a di çalakiyan de cih digire, têkildarî bertekên kurdên li Ewropayê nirxandin kirin. 
 
‘SÛCÊ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN’ 
 
Aydogan, diyar kir ku têkildarî êrişên çekên kîmyewî ku dewleta tirk di sibata 2021’an de li Garê da destpêkirin û vir ve gelek delîl hatin tespîtkirin û dîmenên du endamên HGP’ê ku ji çekên kîmyewî bi bandor bibûn û jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr xist. Aydogan, da zanîn ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê peymanên navnetewî, Konvansiyona Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Peymanên Çekên Kîmyewî (CWC) û OPCW’yê ve hatiye qedexe kirin, weke sûc tê qebûlkirin û wiha got: “Tirkiye bi dîmenên her du endamên HPG’ê yên ji çekên kîmyewî bi bandor bûn, tengav bû û divê bersivekê bide lê ji ber ew jî dizanin ev sûcê mirovahiyê ye û divê neyên bikaranîn, ji ber vê qebûl nakin.”
 
‘DEWLET SÛCÊ XWE QEBÛL NAKE’
 
Aydogan, bi lêv kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, hin sererastkirinên NY’yê jî hene û wiha berdewam kir: “Di peymanên NY’yê de gelên bêdewlet tên parastin lê belê prensîbên hêzên emperyalîst car caran hewldanên NY'yê yên di vî warî de bê encam dihêlin. Kurd hem li ber OPCW hem jî li ber NY xwepêşandanan dikin û hewl didin NY'yê seferber bikin.”
 
‘DIVÊ SAZIYÊN SIVÎL ÊN CIVAKÎ BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ’
 
Aydogan, destnîşan kir ku divê rêxistinên saziyên sivîl ên civakî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê bikevin nava liv û tevgerê û got: “Divê wijdana civakê mirov têxe nava liv û tevgerê. Qasî ku civaka sivîl û NY di vê mijarê de zextên demokratîk zêde bikin dikarin encam bigirin. Divê di vê mijarê de zextên demokratîk bên domandin, ji ber ku em dikarin bi zextên rayagiştî ya demokratîk encam bigirin. Di tabloya heyî de bendewariya ji dewletan wê encamê nede.”
 
DESTESERKIRINA PDK’Ê YA MASKEYAN BI BÎR XIST
 
Aydogan, diyar kir ku PDK’a bi AKP’ê re hevkariyê dike polîtîkayên xelet dimeşîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke PDK bixwaze li rûyên gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn binere, divê şandeyên serbixwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî qebûl bike.” Aydogan, desteserkirina PDK’ê ya maskeyên ji bo endamên HPG’ê diçûn bi bîr xist û wiha domand: “AKP jî Erdogan jî dê biçin. Çûyîna AKP’ê wê PDK’ê bihêle rewşeke zor de. Divê PDK geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê baş bixwînin. Hem ji bo gelê kurd hem jî ji bo pêşeroja xwe divê li cem gelê kurd cih bigire.”
 
‘AKP Û MHP LI SER SÛC HATIN GIRTIN’
 
Aydogan, qala girtina Seroka Konseya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci ya ji ber daxuyaniyên wê yên zanîstî kir û wiha got: “Fîncanci rewşa heyî nirxand û xwest ji aliyê şandeyeke zanîst ve bê lêkolînkirin. Vê daxuyaniyê bi xwe jî desthilata AKP’ê û MHP’ê gelek tirsand, weke ku li ser sûc hatin girtin. Ji bo ku ev nêrîn belav nebe hêza zordariyê ya dewletê bikaranîn û Şebnem Xoce girtin.”
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’
 
Aydogan, destnîşan kir ku li gelek bajarên Ewropayê çalakî û aktîveteyên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî berdewam dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku OPCW serlêdanê li Iraqê bike û ekîbeke lêpirsînê ya ji aliyê NY’yê ve bê avakirin biçe Iraqê li cihê herêma pevçûnê lêkolîn û analîzan bike, we ev çalakî û aktîvîte bidomin. Ya ku bi hikumetê paş ve gavê bide avêtin jî ev e. Em ê heta ku di vê mijarê de paş ve gavê bidin avêtin, şandeyên serbixwe û mirovên zanîst ji wê derê re bên şandin, têkoşîna xwe bidomînin.”
 

Sernavên din

11/03/2023
16:25 ÎHD’ê bal kişand ser 44 jinên girtî yên nexweş
15:47 Bi girseyî serdana şîna Dorûdemîr hat kirin
15:43 Hunermend Taşdogan li ser talankirina Kurdistanê klîbek amade kir
15:39 Endamên SGDF’ê hatin binçavkirin
15:32 Girtîgeha Çankiriyê hate valakirin
15:22 Faîlên Ozturk a beriya 31 salan bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn
15:09 Girtiyê nexweş dest kelemçekirî hatiye emeliyatkirin!
14:53 Girtiyê nexweş ê diranên wî ketine nikare xwarinê bixwe
14:50 Xizmên Windayan li aqûbeta rojnamevan Nazim Babaoglû pirsîn
14:23 YSK’ê lîsteya partiyên ku dê bikevin hilbijartinê aşkere kirin
14:13 Sancar: Em ê bi agirê Newrozê ber bi veguherîna demokratîk a mezin ve bimeşin
13:49 Li Wanê dê di 19’ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin
12:37 Kiliçdaroglû li Elbistanê ye: Wê her kes di malên biewle de rûnê
12:36 Girtiyê nexweş Degîş piştî 31 salan hate berdan
12:20 Malbata Şenyaşar: Li dijî Nemrûdan Îbrahîm dê serbikevin
12:12 Li ser rêya nexweşxaneyê tundî li girtiyê destek û lingekî wî nînin kirin
11:39 Cenazeyê Dorûdemîr hat veşartin
11:23 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hat eşkerekirin
11:16 Keysbaziya erdhejê: Îhale dan zava û konut li ser eraziyên çandiniyê tên çêkirin
10:22 Li Stenbolê 44 sal in agirê Newrozê tê hilkirin
10:21 Li goristana erdhejê de zarokên bêkes
09:48 'Em dest ji Samandagiyê bernadin, em ê ji nû ve ava bikin'
09:47 Şaredariya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin xesp kir
09:44 Mexdûrê erdhejê: Pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin
09:42 Hewl dide bi textên ji bin kavil derdixe deriyê serşokê çêke
09:41 Polîsên ku îşkence li malbata Samûrê kirin sixurtî li keça wan ferz kirine
09:23 Bi darê zorê girtiyan tazî kirine
09:22 Li herêma erdhejê ji bo zarokan 'Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan' hat avakirin
09:08 Nazim hê jî 19 salî ye: Pênûsa wî her dinivîse
09:06 Ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem Newroz
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2023'YAN
10/03/2023
23:23 Dayika girtî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
18:15 Hejmara kesên di erdhejan de mirin gihîşt 47 hezar û 932'yan
18:12 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Meqama îdiayê doza beraeta bersûcan kir
16:46 Waliyê Semsûrê îstîfa kir
16:27 Ji HDP’ê parvekirina 14’ê gulanê: #EmAmadeNe
16:08 Ji Serokê YSK'ê daxuyaniya roja hilbijartinê
15:59 Tifaqa Kurdistanî bi rojeva hilbijartinê civiya
15:29 Baro û OHD’a Wanê rapora erdhejê eşkere kirin
15:28 Îtîraza li dijî biryara astengkirina malperên Xwebûn û Jinnews’ê hate redkirin
15:01 Kiliçdaroglû: Gelo dewleta sosyal ne niha be wê kengê be
14:52 Serokwezîrê Iraqê bi sefîrê Tirkiyeyê re civiya
14:23 Erdogan biryara hilbijartinê îmze kir
13:52 Jinên ku di 8’ê Adarê de serî hildan wê piştevaniyê mezin bikin
13:19 Danişîna Ercan ê ji tacîzkirina xwendekaran tê darizandin hate taloqkirin
12:50 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:47 Bûldan: Newroz wê ji bo guhertinê bibe mizgîniya 14’ê Gulanê
12:17 Rêjeya betaliya ciwanan ji sedî 20 bihûrî
12:12 Malbata Şenyaşar: Ya ku hezê dide me baweriya me ye
11:43 Strana Newroza 2023’yan: Rakin meşala Newrozê
11:33 Hejmara Kovara Jineolojiyê ya nû derket
11:28 Sancar: Em ê ji nû ve serî li AYM’ê bidin
11:18 Lehî û erdhej li vî gundî dibin sedema felaket û xetereyê
11:06 Deklarasyona Newroza 2023’yan: Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin
10:56 Dê dev ji Samandagê bernedin
10:54 Daxwaznameyên hatin paşguhkirin bûn sedema mirina 72 kesan
10:38 Erdogan wê biryara hilbijartinê aşkere bike
10:33 Bi valakirina kavilan herêma Mamûrekê jehrî dikin
10:08 Kurkçu: Veguherîna rasteqîn bi ‘Rêya Sêyemîn’ pêkan e
10:05 Li Girtîgeha Erzînganê ferzkirina ‘qawişa bêalî’
09:57 Derbarê bajarê me de tiştên xweş binivisîne keko…
09:35 Tespîta xesarê: Ji derve wêne kişandin û çûn
09:05 'Dixwazin demografiya bajaran biguherînin'
09:04 Xaltiya Xanim a 77 salî banga vegerê li mexdûrên erdhejê kir
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Banga Bafil Talabanî îşaretek e ji bo avakirina yekîtiya niştimanî
09:02 Li Botanê jin di hedefa darazê de ne: Li mala xwe rûnên, derdê we çi ye?
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2023'YAN
09/03/2023
23:59 Rojnamevan Firat Bûlût hat binçavkirin
22:53 PFDK'ê ceza li Bûrsasporê birî
20:36 Li PE’yê Konferansa Kurd: Divê firsenda agirbestê bê nirxandin
19:58 Li Bagokê operasyona leşkerî
17:44 Têkoşîna edaletê ya malabata Şenyaşarê ket sala 3'yan: Em li cem malbata Şenyaşarê ne
16:42 Matur xwest kesên îşkence lê kirine bên darizandin
16:19 Midurê girtîgehê: Îşkenceya li dijî girtiyan li gorî mewzûatê ye
16:09 Gerok MA'yê ji bo zarokan atolyeya muzîkê li dar xist
15:57 Sancar: Muxabatê me namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet e
15:47 AYM’ê biryara bloqekirina hesaba xizîneyê ya HDP’ê betal kir
15:00 Cenazeyê Hevserokê HDP’a Bazarcixê Îper hate veşartin
14:32 ‘Emîne Şenyaşar dê bibe sembola edaleta vî welatî’
14:20 Şaredariya Rezanê dixwaze avahiyên xelkê hilweşîne
14:19 MKGP û DFG: Çima îdianameya hevalên me nayê amade kirin?
14:12 Li Meletiyê xalîkirina xirbeyan a li nêzî jîngehan hate protestokirin
13:57 Kiliçdaroglû: Bêguman ez ê biçim serdana HDP’ê
13:55 Rapora Freedom House: Di 2023'yan de pêwîstî pê heye li Tirkiyeyê lêkolîn bê kirin
13:13 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em û zarok dê jiyana nû bi hev re ava bikin
13:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:12 Li Qers û Agiriyê bazarên heywanan hatin girtin
12:24 Dîroka parastina devkî ya HDP’ê hate taloqkirin
11:25 Gundê terkkirî, mala belavbûyî, qesra hilweşiyayî!
10:59 Hunermend Alî Baran hat binçavkirin
10:57 Ferîde Uysal: Dengên ‘em bêhnê nastînin’ dihatin
10:52 ‘Felaketa rastî piştî erdhejê hat serê me’
10:42 ‘AFAD li taxa hemberî me bû lê 4 rojan mudaxile nekir’
10:22 Abdullah Ocalan: Bi agirê Newrozê mirovahî ji nû ve vejiya
10:10 Sûriyeyî bi darê zorê ji konbajaran tên derxistin: Xizmê te çima hat serdanê!
09:51 'Bi hezaran miriyên di fermiyetê de nehatine qeydkirin hene’
09:22 Starta Newroza 2023’yan ku diyarî qurbaniyên erdhejê tê kirin tê dayîn
09:16 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Iraq dê poşman bibe ku rê dide Tirkiyeyê
09:13 Sîxurtî û çûna ber HDP'ê li wan tê ferzkirin
09:04 Dozgerê ku îdianameya rojnamevanan 9 meh in amade nekiriye: Belgeyên dîjîtal pir in