* Ji bo karkerên demsalî yên ji Rihayê berê xwe didin Manîsayê saleke zor û zehmet dest pê dike. Karkerên ku ji bo xebatê warê terk dikin û di konan de dijîn, rojê 50 lîreyî werdigirin. Daxwaza karkeran ew e ku şert û mercên xebatê bên başkirin.
* Rêxstinên rojnamegeriyê û rojnamegeran qanûna venihêrîna înternetê ya RTUK’ê ku di Meclîsê re derbas bû û firotina Koma Dogan Medyayê nirxandin.
* Welatiyên ku bertek nîşanî polîtîkayên êrîşîkariyê yên li ser Efrînê dan gotin: “Eger tu milyonek kurd bikujî jî, 39 milyon kurd dimînin. Em naqedin.”
* Siûd Huseînê rojavayî yê 5 mehan li Navenda Paşveşandinê hat ragirtin, anî ziman ku tiştên hatine serê wî dermirovî bûne û gumana wan ew e ku li navendê jinek bi istismara zayendî re rû bi rû mabe.
* Hiqûqnas û endama Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestînin Leyla Suren, diyar kir ku kujerên jinan li salonên dadgehê wekî ku tiştek nebûbe tev digerin û ev tevgera wan bêhestiyariya darazê ya li dijî jiyana jinan nîşan dide. Suren, anî ziman ku kujerê Helin Palandoken Mustafa Yetgin jî wekî ku dê teqez ji 'Halê Baş' sûdê bigire tev geriya.
* Koverek li weşangeriya kurdî zêde bû. Li aliyekî astengî û qedexekirina li ser weşangeriya kurdî û muxalîf didome û li aliyê din jî li gel ewqas astengî jî Kovara Dilop roja Newrozê dest bi weşana xwe kir. Dilop ji weşangeriya kurdî û muxalîf re dibe alternatîf. Reşo Ronahî yê nûnerê Kovara Dilop ê Amedê diyar kir ku ew ji bo wêje û çanda kurd dewlemendir bikin dest bi weşanê kirine û got: “Em jî dixwazin li deryaya weşangeriya kurdî bibin dilopek.”
* Dagirkeriya li ser Efrînê di roja 63'emîn de berdewam dike. Geşedanên der barê Efrînê de dê bên şopandin.
* Danişîna doza der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş dê li 35'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Enqereyê bê dîtin. (10.00)
* Komîteya Amadekar a Newroza Êlihê dê li avahiya HDP'ê ya Êlihê bi civîna çapemeniyê encama pirozbahiya Newrozê ya Êlihê binirxînin. (12.00)
* Sendîkaya SES'ê ya Stenbolê ji bo binçavkirina rêveberên SES'ê yên Amedê şermezar bike dê li şaxa SES'ê ya Şîşliyê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.30)
* Baroya Amedê, li Mînareya Çarling ji bo edaletê ji Tahîr Elçî re bixwaze dê di hefteya 119'an de daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30)