Buldan: Rojnamegerên hatine girtin rûmeta demokrasiyê ne

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku girtina rojnamegeran êrişeke li dijî azadiya mafê agahîgirtinê ye û wiha got: “Rojnamegerên hatine girtin rûmeta Çapemeniya Azad û demokrasiyê ne.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di civîna Koma Meclisê ya partiya xwe de têkildarî rojevên heyî axivî. Buldan, di serî de Partiya Karkeran û rêberê wê Lula Di Sîlva ku di hilbijartinên Brezîlyayê de bi ser ketin pîroz kir. 
 
DARBEYAN CIHÊ PLANÊN ISLEHKIRINA ŞERQÊ GIRT
 
Axaftina Buldan wiha ye: “Me 99’emîn salvegera damezirandina komarê li pey xwe hişt. Fikra demokrasî û xwerêveberiyên herêmî ya di dema destpêka damezirandina komarê de terikandin û li şûna wê pergala înkar, red û yekperestiyê ava kirin. Em qala rûxîneke sedsalî ya bi vî awayî dikin. Her çend ku rêveberî guherî be jî, ev zîhniyet tu carî neguherî. Weke civak em êşa vê hêj niha jî dikişînin. Li şûna Plana Islehkirina Şerqê û Mifetişiya Umumî, xespa qeyûm hat. Li şûna darbeyên 12’ê Adar, 12’ê Îlon, 28’ê Sibat û 2’yê Adarê, darbeya qeyûman a desthilatdariya AKP-MHP’ê di 4’ê mijdar û 19’ê tebaxê de pêk anîn girt. Hêj niha jî zimanê kurdî qedexe ye. Erê rast e pergala vesayetê dest guherand lê ew bi xwe qet neguherî. Îro jî weke vesayeta qesr û darazê didome. 
 
TUGLUK DERENG HAT BERDAN
 
Hevala me Aysel Tugluk ku rewşa wê ya tenduristiyê nebaş bû, di encama têkoşîna gelê me, me, jin û raya giştî ya demokratîk hat berdan. Ez bi vekirî dibêjim ku ev berdan, berdaneke derengmayî bû. Ez careke din ji siyasetmedara hêja Aysel Tugluk re dibêjim derbasî be û şîfaya xêrê jê re dixwazim. 
 
ASTENGIYA LI PÊŞIYA DEMOKRATÎKBÛNA KOMARÊ 
 
Pirsgirêka kurd, ev bi xwe ye. Girtiyên nexweş ên di nava nivînên mirinê de ne. Kurdiya qedexekirî ye. Qeyûmên bi rêya darbeyê li şaredariyên kurdan hatine tayînkirin in. Hestiyên xistine telîsan in. Goristanên hatine texrîbkirin in. Redkirina mafên hemwelatiya wekhev a bingeha xwe ji hiqûqa gerdûnî digirin e. Pirsgirêka kurd; polîtîkaya necezakirinê ya li hemberî îşkence, komkujî û sûcên li dijî mirovahiyê ye. Erê rast e, astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûnê, pirsgirêka kurd e. Ev pirsgirêk dike ku hemû pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê li cihê xwe bimînin. 
 
GIRTINA ŞEBNEM KORUR FÎNCANCI
 
Ji bo ku nehêlin heqîqet derkeve holê, berê xwe didin polîtîkaya zext û tundî û derewan. Ji ber ku mamoste Şebnemê bi dilwêrekî heqîqet vegot, girtin. Sekna mamoste, sekna li dijî şer e. Her kesên demokrasî û aştiya civakê dixwazin, divê piştgiriyê bide mamoste Şebnem. Ez li vir wê silav dikim. 
 
ROJNAMEGER RÛMETA DEMOKRASIYÊ NE
 
Tam di pêvajoyeke wiha de rojnamegerên Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS’ê girtin. Sedema vê jî ew e ku heqîqetê dinivîsin. Girtina rojnamegeran, êrişeke raste rast a li dijî azadiya agahîgirtinê ya gel e. Pêdiviya vî welatî bi rojnamegerên rasteqîn heye ku li gorî heqîqetê tevdigerin. Rojnamegerên hatine girtin, rûmeta Çapemeniya azad in. Rûmeta demokrasiyê ne! Ez silav û hezkirina xwe ji wan re dişînim. Dê pênûsa we ya giranbiha, hêj pir rûpelên birûmet ên dîrokê binivîsin. Yên ku hewl didin pênûsa we kelemçe bikin jî dê di nava rûpelên reştarî yên dîrokê de bên bibîranîn. Em li vir dîsa dibêjin; ev desthilatdarî, fikriyata zîhniyeta Apê Mûsa qetil kirî ye. Lê divê baş bizanin ku fikriyat û mîrasa têkoşînê ya Apê Mûsayan nexşerê û rêbera me ye. Wan jî serî netewand û em jî natewînin. 
 
DIXWAZIN ÎNKARA XWE DI VÊ SEDSALÊ DE JÎ BIDOMÎNIN 
 
Tam di roja 99’emîn salvegera damezirandina komarê de mamoste Şebnem û rojnameger girtin. Bi vekirî peyamê didin ku dê red û înkara xwe bidomînin. Yanî dixwazin sedsaleke din jî bi înkarê bidomînin. Serokê Giştî yê AKP’ê di bin navê ‘Sedsala Tirkiyeyê’ de propagandaya hilbijartinê dike. Qala hiqûq û edaletê dikir. Gelo bi rastî jî ew bi xwe ji van gotinên xwe bawer dike? Mesele, hemû kesî weke hemwelatiyên wekhev dibîne? Gelo baweriya wî ya ji hiqûqê heye? Gelo dixwaze înkarê bi dawî bike? Heke bixwaze, bila kerem bike û tecrîdê rake. Fermo, hemû girtiyên bi awayekî derhiqûqî dîl hatine girtin berde. Wê demê dev ji tetîkkêşiyê berdin. Were em bi hev re cihêkariyan ji holê rakin, di navbera hemû nasname û baweriyan de wekheviyê çêbikin. Gelo hûn jî li gel vê ne? Em dizanin ku tu xwedî vê cisaret û dilî nînî. Yên ku berê wan li vesayet, qedexe, înkar, zext û bêedaletiyê nikarin bibin xwedî vîzyoneke sedsalê. Heta ku hevrûbûn û edalet nebe, sedsalake nû qet nabe. 
 
Sedsala AKP-MHP’ê de kurd, elewî, bawerî, bindest, jin, ciwan û kedkar tune ne. Demokasî, azadî, edalet û aştiya civakî tune ye. Tenê yekperestî, rant, cihêkarî, krîza aborî û rizîbûn heye. Dijminatiya li kurdan û jinan heye. Kedxwarî heye. Rabûne qaşo dê 85 milyonan bixapînin. Dê sedsaleke din jî wiha ne dome. Ne civak civaka berê ye, ne kurd kurdên berê ne, ne ev erdnîgarî erdnîgariya berê ye û ne jî dinya dinyaya berê ye. Aktorên vê sedsalê ne hûn lê dê bibin gelên Tirkiyeyê. Xwediyên vê sedsalê dê bibin xwediyên berxwedana birûmet a li dijî faşîzmê. 
 
ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ PÎROZ BE 
 
Yekitî û piştevaniya gelên li Rojava bi xwe re destkeftiyên mezin anîn. Pêşerojeke demokratîk a hevpar li wir tê avakirin. Ez, hemû gelên berxwedêr ên Rojava, hemû jinên dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ berz dikin silav dikim û 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikim. Ev ruhê piştevaniyê dê bibe roniya têkoşîna hemû gelan. Her wiha berxwedana jinan a ku ji bo Jîna Emînî di serî de li Îranê bi giştî li seranserî cîhanê mezin bûyî, careke din nîşanî me da ku hêza sereke ya ku dê pêşeroja jinan û civakê diyar bike, hêza jinan e. 
 
YÊN KU DIBÊJIN ‘WERIN EM JI DARBEYÊ XELAS BIBIN’ BI XWE DARBEKAR IN 
 
Serokê Giştî yê AKP’ê dibêje ‘werin em vî welatî ji makeqanûna darbeyê xelas bikin.’ Lê yên ku her roj li dijî siyaseta demokratîk, daxwazên demokratîk, çapemenî û rêveberiyên me yên herêmî darbeyan dikin ew bi xwe ne. Yên ku li gorî biryarên AYM û DMME’yê tevnagerin ew bi xwe ne. Qaşo dê xwe ji makeqanûna darbeyê xelas bikin! 4’ê mijdarê dê bibe 6’emîn salvegera darbeya li dijî HDP’ê. HDP ev 6 sal in li dijî darbe, kompas, komkujî û komployan li ber xwe dide. 
 
GUFTÛGO Û MUZAKERE DÊ SEDSALEKE NÛ TACÎDAR BIKE 
 
Ez li vir dîsa dibêjim ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, hûn nikarin bikevin sedsaleke nû. Lewma jî em dibêjin ji bo pêşketin û demokrasiyê tekan rê, guftûgo û muzakere ne. Siyaseta şer û tecrîda girankirî dê we sedsalên din paşve bibe. Guftûgo û muzakere dê sedsala nû tacîdar bike. 
 
DEM DEMA KOMARA DEMOKRATÎK E
 
Demokratîkkirina komarê, pêşniyareke çareseriyê ya dîrokî ye. Ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêya demokrasiyê bê çareserkirin, HDP amade ye ku her berpirsyariyeke xwe bi cih bîne. Aliyê çêker û muzakerevan a HDP’ê, çareseriya hevpar a hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê ye. Armanca me ya esasî, demokratîkkirina komarê ye. Li dijî hegemonyaya faşîzm û mêtingeriyê, dem dema avêtina gava demokrasiyê ya xurt e. Ne pergala talanê ya heyî û ne jî aliyê wê yê hatiye restorekirin nabe dermanê gel. Em qala pergaleke nû ya wisa dikin ku li ser bingeha demokrasî, aştî, edalet û wekheviyê hatiye avakirin û pergaleke demokratîk û wekhev e. 
 
RÊYA SÊYEMÎN A HDP’Ê
 
Banga me ji bo tevahiya civakên me ew e ku bên cem me û em li ser bingeha rêgez û armancên hevpar hêzên xwe bikin yek. Werin em bi hev re bimeşin. Em bi hêza ku ji armanc û stratejiya xwe digirin amadekariyên hilbijartinê dikin. Banga me ji bo tevahiya gelên me ev e; wer in em li bingeha rêya 3’yemîn a ku HDP’ê vekiriye bibin yek.” 
 

Sernavên din

09/03/2023
09:02 Tûtinfiroş alîkariyê naxwazin, dixwazin astengiyên li ber wan bên rakirin
09:01 4 zarokên wî di bin kavilan de mirin: Em ê çawa heqê xwe helal bikin?
09:00 Li dibistanan êrişên bi gazên jehrî
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2023'YAN
08/03/2023
23:12 Di Meşa Şevê ya Feminîst de jinan guh li barikatan nekir, xwe gihandin Taksîmê
22:22 Lêgerîna tazî li hevjînên hev Mehmet û Adle Samûr hat ferzkirin
22:11 Jin ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan: Êşa me giran e, lê hêrsa me zîndî ye!
21:47 Jin li Ewropayê daketin qadan: Jin jiyan azadî, em dimeşin ber bi şoreşa jinê ve
21:24 Kiliçdaroglû dê serdana HDP'ê bike
21:17 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê qesra we bi ser serê we de bînin xwarê
20:37 Li Rojavayê çalakiyên girseyî yên 8'ê Adarê
20:17 YNK û PDK: Me li ser guhertinên qanûna hilbijartin û komisyonê li hev kir
19:36 Danîşina hevşaredara HDP'î Fîdanê hat lidarxistin
16:55 Derhênerê kurd Samereî hat binçavkirin
16:46 Jinan bi minasebeta 8’ê Adarê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:30 Jin li qadan e: Em ê jiyaneke wekhev û azad bi hev re ava bikin
16:01 Jinan li Hatayê zincîra jiyanê çêkirin
15:26 Gunay: Jin jiyan azadî wê bi ser bikeve
15:01 Penaberên sûriyeyî ji konbajar tên derxistin
14:48 Jinên Botanê meşiyan: Em ê bi ruhê Jin Jiyan Azadî têkoşînê mezintir bikin
13:53 Oluç: Me heta niha tu bazarî nekirine û dê nekin jî
13:36 Başaran: Em ê bi hev re jiyanek nû û civakek komunal ava bikin
13:26 Gerok Ma bi rê ket: Ji bo piştevaniyê em li benda we ne
13:22 Serokê Konseya Darazê ya Bilind a Iraqê çû serdana Hewlêrê
13:00 Li Serhedê jin daketin qadan: Em ê li dijî serdestiya zilam têkoşîna xwe mezin bikin
12:45 Li Rojhilat di salekê de herî kêm 245 jinên kurd hatin girtin
12:38 Di 8’ê Adarê de li Êlihê jinek hate qetilkirin
12:25 Xelkê Amedê: Amed û Amedspor dilê me ye
12:14 Malbata Şenyaşar ji bo tevlibûna salvegera Nobeta Edaletê bang kir
12:05 Nexweşa penceşêrê ku ji sedî 95 astengdar e di avahiya pirxesar de dimîne
11:55 Kavilên li derdorê tên valakirin zirarê didin xwezayê
11:28 Du malbat di heman konê de dijîn: Ez terka warê xwe nakim
11:17 Kavilên li Meletiyê li gundên kurdên elewî tên valakirin
11:17 22 hezar malbat ev bû mehek li benda konan e
10:50 ‘Di 8’ê Adarê de em ê bi hêrs û şîna xwe li Taksîmê bin’
10:41 Ji ber 8’ê Adarê seferên metro û funîkulerê hatin betalkirin!
10:33 Alîkariyên li ser keyayan tên şandin nagihijin gel
10:26 Hevserokê HDP’a Bazarcixê Îper jiyana xwe ji dest da
10:20 Prof. Dr. Zencîr: Bila Wezaret xwe bide alî em ê her tiştî bikin
10:19 Nobeta Edaletê di sala 3’yan de ye: Li dijî zilmê bêdeng nebin
09:42 Li Şirnexê gefa maşotan a li ser çandiniyê roj bi roj zêdetir dibe
09:24 Mexdûra erdhejê ya hatayî: Em ê bajarê xwe pêşkeşî kesekî nekin
09:12 'Kon dan her kesî, nedan me'
09:04 Heyva Sor a Kurdistanê kampanyaya xwe ya alîkariyê berfireh dike
09:01 ‘Ji bo pêşîlêgirtina destdirêjiya li zarokan divê pergal ji serî heta binî bê guherandin'
09:00 Hevserokê DFG'ê Altan ku 9 meh in îdianameya der barê wan de nehatiye amadekirin, ji bo piştevaniyê bang kir
09:00 ROJEVA 8’Î ADARA 2023’YAN
07/03/2023
23:16 Ciwanên ku li Rihayê hatin binçavkirin hatin berdan
20:47 Ciwanan êrişa li dijî Amedsporê protesto kir
19:27 Xebatkarê Modernîteya Demokratîkê Dîşari hat berdan
19:19 HDP'ê têkildarî êrişa nijadperest giliyê berpirsan kir
19:00 Leşkerek mir
18:20 Lê Sêwazê erdhej çêbû
16:56 Jinan ji bo meşa 8’ê Adarê ya Wanê bang kirin
16:41 Temel: Divê Maseya Şeşan çûyîn û vegerê ji xelkê re rave bike
16:32 Dek û Dolabên Scapen dê îcar ji bo piştevaniyê bê lîstin
16:16 Kiliçdaroglû: Kêmek ma ye em textê zaliman hilweşînin
16:00 Bi hinceta tevlibûna merasîma bîranîna Jîna Emînî cezayê hefsê dan aktîvîst Melaî
15:50 ‘Bi zanebûn rê dan êrişên li dijî Amedsporê’
15:36 Li Zanîngeha Dîcleyê qirkirina daran
15:31 MKGP û DFG’ê ji bo rojnamegerên girtî bang kirin
15:30 Buldan: Em ê mijara diyarkirina namzetiya serokkomariyê dîsa binirxînin
14:27 Girtîgeha Tîpa D a Amedê hate valakirin
14:20 Girtiyê nexweş ê ku înfaza wî hatibû taloqkirin dîsa dişînin girtîgehê
14:10 Sefîra DYA’yê bi Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê re hevdîtin kir
14:03 OHD’ê ji bo 8 sûcên li dijî Amedsporê hatine kirin li dozgeriyê gilî kir
13:41 Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê serdana Bexdayê kir
13:40 Jin li dijî gazên jehrî daketin qadan
13:38 Mexdûrên erdhejê ku konên wan di bin avê de man konteyniran dixwazin
13:24 Li Amedê 3 hezar û 252 avahî xesara giran dîtiye
13:13 Malbata Şenyaşar ji bo mexdûrên erdhejê û edaletê find vêxist
12:40 Amûrên çandiniyê di bin xirbeyan de ne, cotkar bi fikar in
12:18 Li herêma erdhejê mal bi mal digere û konan vedide
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:16 Bahçelî Amedspor hedef girt û êrişên faşîst silav kir
11:59 Di êrişên kîmyewî yên li dijî dibistanên Îranê de 4 zarok hatin qertilkirin
11:53 ‘Me encamên erênî yên piştevaniyê li vir dîtin’
11:52 Jinan ji bo meşa 8’ê Adarê ya Êlihê bang kirin
10:56 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dikeve sala 3’yan
10:53 Ji bo jiyaneke azadîxwaziya jinê û ekolojîk dixebitin
10:14 Mîna 10 bajarên din qeyûmê Colemêrgê jî ‘ji bo erdhejê amade ye!’
09:15 ‘Ji ber ku em kurd û elewî ne kon nedan me'
09:14 Jinên hatayî: Em giya jî bixwin, em ji vir naçin
09:09 Sûriyeyî hewl didin kesên piştî erdhejê winda bûne bibînin
09:07 Ji girtiyê ku gardiyanan parxanên wî şikandin 250 hezar TL dixwazin
09:05 Ajalên li ber kavilan sekinandî!
09:03 Jinên êzidî bi felsefeya 'jin, jiyan, azadî'yê vedigerin hêza xwe ya xweser
09:01 'Heke zû mudaxile bihata kirin dê encam cuda bûya'
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2023'YAN
06/03/2023
21:01 Namzetê serokkomartiyê yê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû ye
20:05 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 46 hezar û 104'an
19:31 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mûglayê: Hikûmet îstifa
18:29 Li ser rêya Şirnex-Nisêbînê qeza: 8 kes birîndar bûn
17:09 Jinên îranî: Em ê dev ji mafê xwe yê perwerdeyê bernedin
16:35 Komxebata Tifaqa Kurdistanî: Amedspor ne bi tenê ye
16:07 Ji bo jinên girtî qertên 8’ê Adarê hatin şandin
16:03 Akşener dîsa vegeriya Tifaqa Milet
15:50 Elçî piştî 31 salan hate berdan
15:42 Kiliçdaroglû dê bi Akşener re hevdîtinê bike
15:36 Baroya Bursayê daxuyanî da