RIHA - Parêzerên di Newroza Rihayê de rastî êrîşên bi devkî û fîzîkî yên polîsan hatin, xwestin ku derbarê polîsan de lêpirsîn bê vekirin.
3 parêzerên Baroya Rihayê yên di 21’ê Adarê Newroza Rihayê de rastî êrîşên bi devkî û fîzîkî yên polîsan hatin, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) civîna çepemeniyê lidarxistin.
Berdevka Şaxa ÎHD’a Rihayê Nahîde Polat Aslan, daxuyanî da û got: “Her 3 parêzer diheman demê de rêvberên komeleya me ne û ji bo çavdêriyê beşdarî Newrozê bûn.” Polat, da zanîn ku di çalakiyek wihan de, pêkanînên keyfî nayên qebûl kirin û wiha axivî: “Em dixwazin demildest Serdozgerê Komarê yê Rihayê derbarê polîsan de lêpirsînê veke.