Doza Kobanê: Desthilatdarî dixwaze sûcên xwe veşêre

  • rojane
  • 15:14 31 Cotmeh 2022
  • |
img
ENQERE- Siyasetmedara kurd Aynûr Aşan di Doza Kobanê de parastina xwe kir û da zanîn ku desthilatdarî bi hinceta dozên Kobanê û Geziyê hewl dide sûcên xwe veşêre. 
 
Rûniştina 5’emîn a 17’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên MYK’a HDP’ê ya berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedarjê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Berpirsyar Serhat Eren, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesên din jî di danişînê de amade bûn. 
 
Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Di danişînê de gelek parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesên din di danişînê de amade bûn.  
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin hatin xwendin.
 
PARASTINA SOKRATES
 
Di danişînê de siyasetmedara kurd Aynûr Aşan axivî û parastina xwe bi kurdî kir. Aşan, bal kişand ser lêgerîna Sokrates a edaletê û wiha got: “Ew lêgerîn, îro jî didome. Ji bo darizandina kesekî/ê ji ewil divê mirov wan nas bike û fêm bike. Hûn carnan dibêjin nêrîn û baweriyên we me eleqedar nakin lê belê ev nirx tevek jî mijara vê darizandinê ne. ‘qetilkirina mirovan, teşwîqkirina bo kuştinê’ tiştên jirêzê nînin. Ev yek, girêdayî şexsiyeta mirov in. Lewma jî fîlozofên her serdemê balê dikişînin ser darizandinê. Ez ê qala darizandina Sokrates bikim. Parastina Sokrates, ji bo nifşên pêş xwedî gelek ders û tecrûbeyan e. Ev ders, dê nîşanî me bide bê ka darizandin divê çawa were kirin, divê çawa neyê kirin û dema darizandin xelet hat kirin bi xwe re pirsgirêkên çawa tîne. Sokrates di axaftinên xwe de çawa bal kişandibe ser arîstokrasiyê, di parastina xwe de jî balê dikişîne ser esilzadeyên Atînayê. Li gorî Sokrates, çîna esilzadeyên Atînayê komeke pir biçûk e û xwe li ser her tiştî re dibînin. Di vê dozê de jî heman rêbaz hatine bikaranîn. Ji amadekirina îdianameyê bigirin heta qebûlkirina wê, ev tevek ji bo komeke desthilatdariyê ya biçûk tê kirin. Di şexsê me de hewl didin ji bo doza girtina HDP’ê bingeheke rewa ava bikin. 
 
ZÎHNIYETA DESTHILATDARIYÊ NAGUHERE
 
Sepanên AKP’ê, Tirkiyeyê ber bi tarîtiyê ve dibe. Dîrokê xwe dubare kiriye. Piştî îdamkirina Sokrates, zîhniyeta Meclisa 30’an a û biryarên wê, Atîna ber bi reştarî ve bir. Her çende ku erdnîgarî cuda be jî, zîhniyeta desthilatdariyê heman zîhniyet e. Her çend ku desthilatdarî ji hev cuda jî bin, ev bûyera ku 600 sal berê pêk hatibû hêj niha jî bandora xwe ya li ser civakê didomîne. Desthilatdarî, ji bo ku hêza wan kêm nebe serî li her cureyên rêbazan didin. Yek ji girîntirîn van rêbazan jî sirgûn e ku di roja me de pir tê ceribandin. Atîna ji vir gelek dûr nîne. A rast, ev şerekî îdeolojîk e û hêjta didome. Aliyek berjewendiyên komeke biçûk û aliyê din jî berjewendiyên gel diparêze. Rewşa ku em niha dijîn, tarîtiyeke kûr û bêedaletî ye. Û ev rewş Tirkiyeyê roj bi roj paşve dixe. Em siyaseta Tirkiyeyê rexne dikin û di halê hazir de jî êdî xitimî ye. Xebatên me yên demokratîk, weke hinceta ‘endamtiya rêxistineke çekdar’ tên nîşandan. 
 
DIXWAZIN SÛCÊN XWE VEŞÊRIN
 
Heke daxwazeke we ya ji bo bicihanîna edaletê hebe, divê ji ewil hûn me fêm bikin û bêyî ku pêşdaraz tevbigerin me bidarizînin. Heke hûn li gorî van pêşdaraziyên desthilatdarî li we ferz dike me guhdar bikin, ev rêbaz dê ji bo bicihanîna rastiyê bibe astengiyeke mezin. Divê hûn guh nedin van pêşdaraziyên desthilatdariyê ku li we ferz dike. Tevahiya saziyên Tirkiyeyê raste rast girêdayî desthilatdariyê hatine kirin. Yên ku ev welat ji hêla mafên mirovan û demokrasiyê paşve hiştî, ne em in. Lewma jî tiştên ku bi serê vî welatî hatin, encamên sepanên desthilatdariyê ne. Hûn jî biryarên xwe li gorî van kirinên desthilatdariyê didin. Gelo ma me saziyên darazê anîn vê astê? Sedema wê, tiştên ku ev desthilatdarî li saziyên darazê ferz dike ne. Gelo kesên dibêjin ‘destê xwe ji darazê bikişînin’ bêhtir serbixwebûna darazê dixwazin an yên her tim zextê lê dikin? Destê xwe, zimanê xwe û siya xwe li ser vê dozê rakin. Hewl didin bi dozên Kobanê û Geziyê bi ser sûcên xwe bigirin. Lewma jî ev doz, dozeke startejîk e û ji bo armancekê hatiye vekirin. 
 
HÊVIYA 80 MILYONAN
 
Pêvajoya çareseriyê weke jineke kurd û siyasetmedareka ku siyaseta demokratîk a HDP’ê diparêze, di min de hêviyên mezin çêkir. Yekitiya dîrokî ya gelan, baweriya bi komareke demokratîk, jiyaneke biewle, aboriyeke bihêz, welatekî demokratîk ku jin lê nayên qetilkirin. Ev yek ne tenê hêviya min lê hêviya 80 milyona kesan bû. Lê ev hêvî bi qurbanî desthilatdariyê hat kirin.” 
 
Piştî parastina Aşan jî navber hat dayîn. 
 

Sernavên din

09/03/2023
09:02 Tûtinfiroş alîkariyê naxwazin, dixwazin astengiyên li ber wan bên rakirin
09:01 4 zarokên wî di bin kavilan de mirin: Em ê çawa heqê xwe helal bikin?
09:00 Li dibistanan êrişên bi gazên jehrî
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2023'YAN
08/03/2023
23:12 Di Meşa Şevê ya Feminîst de jinan guh li barikatan nekir, xwe gihandin Taksîmê
22:22 Lêgerîna tazî li hevjînên hev Mehmet û Adle Samûr hat ferzkirin
22:11 Jin ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan: Êşa me giran e, lê hêrsa me zîndî ye!
21:47 Jin li Ewropayê daketin qadan: Jin jiyan azadî, em dimeşin ber bi şoreşa jinê ve
21:24 Kiliçdaroglû dê serdana HDP'ê bike
21:17 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê qesra we bi ser serê we de bînin xwarê
20:37 Li Rojavayê çalakiyên girseyî yên 8'ê Adarê
20:17 YNK û PDK: Me li ser guhertinên qanûna hilbijartin û komisyonê li hev kir
19:36 Danîşina hevşaredara HDP'î Fîdanê hat lidarxistin
16:55 Derhênerê kurd Samereî hat binçavkirin
16:46 Jinan bi minasebeta 8’ê Adarê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:30 Jin li qadan e: Em ê jiyaneke wekhev û azad bi hev re ava bikin
16:01 Jinan li Hatayê zincîra jiyanê çêkirin
15:26 Gunay: Jin jiyan azadî wê bi ser bikeve
15:01 Penaberên sûriyeyî ji konbajar tên derxistin
14:48 Jinên Botanê meşiyan: Em ê bi ruhê Jin Jiyan Azadî têkoşînê mezintir bikin
13:53 Oluç: Me heta niha tu bazarî nekirine û dê nekin jî
13:36 Başaran: Em ê bi hev re jiyanek nû û civakek komunal ava bikin
13:26 Gerok Ma bi rê ket: Ji bo piştevaniyê em li benda we ne
13:22 Serokê Konseya Darazê ya Bilind a Iraqê çû serdana Hewlêrê
13:00 Li Serhedê jin daketin qadan: Em ê li dijî serdestiya zilam têkoşîna xwe mezin bikin
12:45 Li Rojhilat di salekê de herî kêm 245 jinên kurd hatin girtin
12:38 Di 8’ê Adarê de li Êlihê jinek hate qetilkirin
12:25 Xelkê Amedê: Amed û Amedspor dilê me ye
12:14 Malbata Şenyaşar ji bo tevlibûna salvegera Nobeta Edaletê bang kir
12:05 Nexweşa penceşêrê ku ji sedî 95 astengdar e di avahiya pirxesar de dimîne
11:55 Kavilên li derdorê tên valakirin zirarê didin xwezayê
11:28 Du malbat di heman konê de dijîn: Ez terka warê xwe nakim
11:17 Kavilên li Meletiyê li gundên kurdên elewî tên valakirin
11:17 22 hezar malbat ev bû mehek li benda konan e
10:50 ‘Di 8’ê Adarê de em ê bi hêrs û şîna xwe li Taksîmê bin’
10:41 Ji ber 8’ê Adarê seferên metro û funîkulerê hatin betalkirin!
10:33 Alîkariyên li ser keyayan tên şandin nagihijin gel
10:26 Hevserokê HDP’a Bazarcixê Îper jiyana xwe ji dest da
10:20 Prof. Dr. Zencîr: Bila Wezaret xwe bide alî em ê her tiştî bikin
10:19 Nobeta Edaletê di sala 3’yan de ye: Li dijî zilmê bêdeng nebin
09:42 Li Şirnexê gefa maşotan a li ser çandiniyê roj bi roj zêdetir dibe
09:24 Mexdûra erdhejê ya hatayî: Em ê bajarê xwe pêşkeşî kesekî nekin
09:12 'Kon dan her kesî, nedan me'
09:04 Heyva Sor a Kurdistanê kampanyaya xwe ya alîkariyê berfireh dike
09:01 ‘Ji bo pêşîlêgirtina destdirêjiya li zarokan divê pergal ji serî heta binî bê guherandin'
09:00 Hevserokê DFG'ê Altan ku 9 meh in îdianameya der barê wan de nehatiye amadekirin, ji bo piştevaniyê bang kir
09:00 ROJEVA 8’Î ADARA 2023’YAN
07/03/2023
23:16 Ciwanên ku li Rihayê hatin binçavkirin hatin berdan
20:47 Ciwanan êrişa li dijî Amedsporê protesto kir
19:27 Xebatkarê Modernîteya Demokratîkê Dîşari hat berdan
19:19 HDP'ê têkildarî êrişa nijadperest giliyê berpirsan kir
19:00 Leşkerek mir
18:20 Lê Sêwazê erdhej çêbû
16:56 Jinan ji bo meşa 8’ê Adarê ya Wanê bang kirin
16:41 Temel: Divê Maseya Şeşan çûyîn û vegerê ji xelkê re rave bike
16:32 Dek û Dolabên Scapen dê îcar ji bo piştevaniyê bê lîstin
16:16 Kiliçdaroglû: Kêmek ma ye em textê zaliman hilweşînin
16:00 Bi hinceta tevlibûna merasîma bîranîna Jîna Emînî cezayê hefsê dan aktîvîst Melaî
15:50 ‘Bi zanebûn rê dan êrişên li dijî Amedsporê’
15:36 Li Zanîngeha Dîcleyê qirkirina daran
15:31 MKGP û DFG’ê ji bo rojnamegerên girtî bang kirin
15:30 Buldan: Em ê mijara diyarkirina namzetiya serokkomariyê dîsa binirxînin
14:27 Girtîgeha Tîpa D a Amedê hate valakirin
14:20 Girtiyê nexweş ê ku înfaza wî hatibû taloqkirin dîsa dişînin girtîgehê
14:10 Sefîra DYA’yê bi Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê re hevdîtin kir
14:03 OHD’ê ji bo 8 sûcên li dijî Amedsporê hatine kirin li dozgeriyê gilî kir
13:41 Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê serdana Bexdayê kir
13:40 Jin li dijî gazên jehrî daketin qadan
13:38 Mexdûrên erdhejê ku konên wan di bin avê de man konteyniran dixwazin
13:24 Li Amedê 3 hezar û 252 avahî xesara giran dîtiye
13:13 Malbata Şenyaşar ji bo mexdûrên erdhejê û edaletê find vêxist
12:40 Amûrên çandiniyê di bin xirbeyan de ne, cotkar bi fikar in
12:18 Li herêma erdhejê mal bi mal digere û konan vedide
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:16 Bahçelî Amedspor hedef girt û êrişên faşîst silav kir
11:59 Di êrişên kîmyewî yên li dijî dibistanên Îranê de 4 zarok hatin qertilkirin
11:53 ‘Me encamên erênî yên piştevaniyê li vir dîtin’
11:52 Jinan ji bo meşa 8’ê Adarê ya Êlihê bang kirin
10:56 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dikeve sala 3’yan
10:53 Ji bo jiyaneke azadîxwaziya jinê û ekolojîk dixebitin
10:14 Mîna 10 bajarên din qeyûmê Colemêrgê jî ‘ji bo erdhejê amade ye!’
09:15 ‘Ji ber ku em kurd û elewî ne kon nedan me'
09:14 Jinên hatayî: Em giya jî bixwin, em ji vir naçin
09:09 Sûriyeyî hewl didin kesên piştî erdhejê winda bûne bibînin
09:07 Ji girtiyê ku gardiyanan parxanên wî şikandin 250 hezar TL dixwazin
09:05 Ajalên li ber kavilan sekinandî!
09:03 Jinên êzidî bi felsefeya 'jin, jiyan, azadî'yê vedigerin hêza xwe ya xweser
09:01 'Heke zû mudaxile bihata kirin dê encam cuda bûya'
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2023'YAN
06/03/2023
21:01 Namzetê serokkomartiyê yê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû ye
20:05 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 46 hezar û 104'an
19:31 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mûglayê: Hikûmet îstifa
18:29 Li ser rêya Şirnex-Nisêbînê qeza: 8 kes birîndar bûn
17:09 Jinên îranî: Em ê dev ji mafê xwe yê perwerdeyê bernedin
16:35 Komxebata Tifaqa Kurdistanî: Amedspor ne bi tenê ye
16:07 Ji bo jinên girtî qertên 8’ê Adarê hatin şandin
16:03 Akşener dîsa vegeriya Tifaqa Milet
15:50 Elçî piştî 31 salan hate berdan
15:42 Kiliçdaroglû dê bi Akşener re hevdîtinê bike
15:36 Baroya Bursayê daxuyanî da