ÎZMÎR – Li Îzmîrê xwendekara bi navê E. ya ku çû pîrozbahiya Newrozê ji ber şala xemrî di stûyê wê de bû, polîsan bi hinceta “propagandayê” dike binçav kir.
Li Îzmîrê duh 3 xwendekarên lîseyê bi hev re çûn pîrozbahiya Newrozê. Ji xwendekarekê ji ber şala xemrî li stûyê xwe pêçabû hat binçavkirin. Duh li Konakê xwendekarên jin rastî êrîşa komekê hatibûn. Pişt re polîs çûn dibistanê ji xwendekaran a bi navê E. bi sedema şala xemrî li stûyê xwe pêçaye û “propaganda” binçav kir. Hat zanîn ku E. li şaxa zarokan a polîsan tê ragirtin.
Li aliyê din li qada Newroza Îzmîrê duh nêzî 60 kesan hatibûn binçavkirin. Ji 60 kesan Rêvebera HDP’a Îzmîrê Gulseven Turgal, rêvebera Komeleya Jinan Hatice Çoruk û Xwendevana Kaldiraçê Enîse Îlîn piştî kar û barên binçavkirina wan xelas bû hatin berdan.
Li bendê ye 12 zarokên binçavkirî piştî îfadeyên li miduriyeta polîsan derbixin dozgeriyê. Der barê biçavkiriyên din de tu daxuyanî nehat dayîn.