STENBOL - 6 xwendekarên li Zanîngeha Bogazîçî, ji ber ku binçavkirina hevalên xwe şermezar kirin, hatin binçavkirin.
Li Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê, 6 xwendekarên di 19’ê Adarê de, li dijî belavkirina “Loqima Efrînê” derketin û gotin “Loqima komkujiyê nabe” di derketina kampusa 3’yemîn de hatin binçavkirin. Di serdegirtinên malan ê serê sibê de jî, Endamê Lijneya Rêveberiya Giştî ya Federasyona Kulûbeya Fikir Şafak Kuçuksezer û 2 kesên din hatin binçavkirin.
Li Zanîngeha Bagazîçî xwendekarên xwestin binçav kirina hevalên xwe dinava Kampusa Guney de şermezar bikin rastî mûdaxileya polîsan hatin. Hat diyar kirin ku polîsan 6 xwendekar binçav kirin. Hat zanîn ku li aliyê din xwendekarên Zanîngeha Stenbolê Ozan Dolan Tuncay Dodan û xwendekarekê navê wî nehat zanîn şeve din hatine binçavkirin.
Xwendekarên hatin binçavkirin li ku derê tên girtin, nayê zanîn.