Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan

  • rojane
  • 09:02 30 Cotmeh 2022
  • |
img
AMED - Parêzer Mehdî Ozdemîr ê girtin û zextên li dijî Çapemeniya Azad nirxandin, bi bîr xist ku çapemeniya kurd di pozîsyoneke ku pêşî li mafê agahîgirtinê yê gel digire de tevdigere û got: “Xebatên wan weke sûc tên nîşandan.” 
 
Li Amedê di 8’ê hezîranê de di serdegirtina polîsan a JINNEWS, Produksiyonên Pel, Piya û Arî de ji 22 kesên hatin binçavkirin 16 rojnamevan di 16 Hezîranê de hatin girtin. Bêyî ku derbarê rojnamevanên girtî de îdianame derkeve vêcarê bi lêpirsîneke ku navenda wê Enqere di 25 cotmehê de li 9 bajaran 11 rojnamevan hatin binçavkirin û duh 9 ji wan hatin girtin. Dest danîn ser amûrên pîşeyî yên rojnamevanên ku bi paş ve hatin kelemçekirin, heqaret lê hatin kirin û gef lê hatin xwarin. Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr ê binçavkirin û girtinên ku li dijî çapemeniya kurd zêde bûn nirxandin, bal kişand ser sûcdariyên li dijî rojnamevanên kurd û bêhiqûqiyên di îdianameyan de.
 
Ozdemîr, diyar kir ku bi rêya daraza desthilata heyî bi xwe ve zext li kedkarên çapemeniya kurd tên kirin û tên astengkirin û got: “Îro xebatên pîşeyî yên kedkarên çapemeniyê tên astengkirin, di bin gefa ceza de dijîn an jî tên girtin, xebatên wan bi xwe sûc tên nîşandan û li girtîgehan ji azadiya xwe bêpar tên hiştin. Em di pergaleke îdarî de ne ku çapemeniya azad roj bi roj tê astengkirin û di vê wateyê de mafê gel ê agahîgirtinê tê piştguhkirin. Îro jî em şahidin ku di nava Tirkiyeyê de azadiya çapemeniyê bi temamî nayê pêkanîn û bi rêya darazê tê sînordarkirinên.”
 
‘ÎDÎANAMEYÊN WAN HÊJ NE AMADE NE’
 
Ozdemîr ê operasyonên li dijî rojnamevanên kurd nirxand, bi bîr xist ku rojnamevan bi hin bernameyên televîzyonan û belgefîlman tên sûcdar kirin. Ozdemîr, destnîşan kir ku dema mirov li naveroka mijara sûc dinêre nabe palpişta “endamtiya rêxistinê” û wiha berdewam kir: “Di dosyaya lêpirsînê ku kedkarên çapemeniya azad girtî jê tên darizandin, bi temamî di çarçoveya azadiya çapemeniyê de xebatên ku xebatên pîşeyî jî di nav de tên kirin, dibin mijara sûcdariyan. Ji ber astengkirina mafê wan ê azadî û ewlekariyê, azadiya raman û îfadeyê, xebatkarên çapemeniya kurd îro jî hêj girtî ne. Heta niha hêj îdîaname jî nehatiye amadekirin.”
 
‘TÊGEHA ÇAPEMENIYA AZAD’
 
Ozdemîr, bi lêv kir ku medyaya sereke di demên dawî de nêzîkatiyên ku fikrên bloka desthilatê tîne ziman nîşan dide û wiha pê de çû: “Lê çapemeniya azad an jî çapemeniya kurd bi armanca ku agahiyên rast ji gel re ragihîne dixebite. Têgîna azadiya çapemeniyê armanc dike ku di civakên demokratîk de xwe gihandina agahiyên rast bide raya giştî. Ji vê hêlê ve armanc dike ku medyaya sereke ya heyî an jî hin sazî û dezgehên nûçeyan ên li Tirkiyê li şûna ku agahîyên li ser bingeheke rast ragihînin, hin ramanan ji raya giştî re radigihînin. Di demên pêş de wê li seranserê Tirkiyeyê hilbijartinek pêk were. Ev atmosfer dikare di nava xwe de rê li ber tepisandinê veke û biryarên nehiqûqî derkeve holê. Ji bo pratîkeke darazî yan jî têgihiştineke îdarî ya ku li Tirkiyeyê pêşî li hiqûqê digire û mafên mirovan û azadiya çapemeniyê hedef digire, divê ji van zextan rizgar bibin û xebatên çapemeniyê yên ku pêşî li wergirtina agahiyên rast ên gel bigirin û di vê wateyê de şêweyeke ku xwe dispêre azadiya agahî wergirtinê ya gel esas bigirin.”
 
‘EM DI NAVA PIŞTEVANIYÊ DE BIN’
 
Ozdemîr, diyar kir ku divê her kes piştgiriyê bide saziyên çapemeniyê û rojnamevanên ku agahiyên rast digirin û têkildarî qadên xwe yên pirsgirêka civakî li ser bingeheke rast nûçeyan ji wan re radigihînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê gel bi rojnamevan û xebatkarên çapemeniya azad ên nûçeyên rast û civakî radigihînin û li her qadê rastî zext, tundî û astengiyên polîsan tên re di nav piştevaniyê de bin.”
 
 
 
 

Sernavên din

02/11/2022
09:02 Kurdêya dêya xwe, Zinarîna têkoşînê
09:01 Olûç: Madem tu dibêjî min çekên kîmyewî bi kar neaniye, nexwe destûra vekolandinê bide
09:01 Rojnamevan Alagaş: Em ê hêzê ji têkoşîna Nagîhanê bigirin û rêya xwe bidomînin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2022'YAN
01/11/2022
22:39 Mafparêzên li Îzmîrê: Demildest Fîncanciyê berdin!
21:21 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê navenda Şengalê bombebaran kir
20:20 Roja Kobanê ya Cîhanê: Hêmana demokratîk a sedsala nû li Rojhilata Navîn bû model
19:54 Ji bo Zinarîn Cûdî ya bi çekên kîmyewî hat qetilkirin mewlûd hat dayîn
19:10 Li Amedê Meşa Kobanê: Em ê li her derî têkoşîna felsefeya Kobanê bimeşînin
17:04 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser êrişên çekên kîmyewî
17:04 Civîna komîsyona ji bo Guzel a HDP’î hatibû avakirin hat taloqkirin
16:46 ‘Kobanê neket û dê nekeve’
16:41 Di merasîma 40 rojiya mirina Jîna Emîniyê de 17 kurd hatin kuştin
16:41 Dozgerê derbarê rojnamevanan de lêpirsîn da destpêkirin ji HSK’ê hat pirsîn
16:18 ‘Bi girtinan armanc dikin ku civakê û rojnamevanan bêdeng bikin’
15:50 Keştiya penaberan li Behra Egeyê binav bû
15:26 Buldan: Rojnamegerên hatine girtin rûmeta demokrasiyê ne
15:19 Di nava 5 mehan de 26 rojnamevan hatin girtin
14:46 Înîsiyatîfa Maf serdana Malbata Şenyaşar kir
14:34 Girtina rojnamevanan dê li Amedê were şermezarkirin
14:27 Doza Kobanê: HDP’ê banga tundiyê nekiriye
14:18 Hêzên rejîma Îranê, Komarê 16 salî qetil kirin
13:57 Cenazeyên gelek leşkeran anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê
13:46 Kedkarên perwerdeyê sibe dev ji kar ber didin
13:31 Dîroka bi berxwedanê hatiye nivîsîn: Roja Rojava ya Cîhanê
13:31 Daxwaza betalkirina darizandina parlamenter Kaya hat redkirin
13:04 Derbarê Şaredarê Rezanê yê berê de wê mutalaa bê amadekirin
12:42 Ji bo benzînê zemekê nû hat kirin
12:36 Li Mêrsînê kesek hate girtin
12:26 Ivana Hoffman a YPJ’î: Kobanê bû sembola vîna jinan
12:21 Rojnamevanên hatin girtin: Pênûsê heqîqetê nayê çemandin
11:59 'Gelo rewşa girtiyên nexweş di rojeva kîjan partiyên siyasî de heye?'
11:41 20 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan
11:36 Koç ê HDP’î: AKP bi bikaranîna çekên kîmyewî li ser sûc hate girtin
11:11 DBP: Xwedî li nirx û destkeftiyên kurd derkevin
10:14 Rojnamevan: Em ê li cem lêgerîna heqîqetê bin
09:48 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ya 2 salî, bi navê “Şoreşa Jinê” derket!
09:37 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Divê li dijî şer daxwaza aştiya civakî bê bilindkirin
09:03 Ji bo 'Meşa mirovahiyê' bang kir: Divê rê li ber lêkolînê bê vekirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2022'YAN
31/10/2022
19:50 Mahîr Unalê AKP'î ji peywira xwe istifa kir
19:10 Rojekê av nedane rojnamevanên girtî
17:40 Li Sêrtê Botan-DER hat vekirin
16:25 Zilma Girtîgeha Şakranê: Biryara şewitandina înfazê roja ku dê Taş bihata berdan jê re hat gotin
16:17 Li Wan û Stenbolê ji bo piştevaniyê serdana MA û JINNEWS’ê kirin
15:54 TMMOB a Amedê: Ev bajar bêxwedî nîne
15:49 Fîşeka ku avêtin parlamenterê HDP’ê hate gilîkirin
15:30 Xwendekarên hiqûqê yên DU’yê guherandina cihê fakûlteyê protesto kirin
15:24 Cenazeyê Ehettîn Kaynar hate veşartin
15:18 Bang li medyaya muxalîf hate kirin: Dest ji berdevkiya desthilatê berdin
15:14 Doza Kobanê: Desthilatdarî dixwaze sûcên xwe veşêre
14:45 Dorpêça li ser gundên Geverê didome: Şivan ji zozanan hatin derxistin
14:08 OHD: Rojnamevan bila bên berdan
14:04 Zanîngehên Îranê bûn navendên berxwedanê
13:57 YE plan dike ku IRGC’ê bixe ‘lîsteya terorê’
13:33 Rojnamevanên jin ên hatin girtin: Em peyrewê Gurbetelliyan e, em ê bêdeng nebin
13:17 Malbata Şenyaşar dê biçe pêşiya AKP, Meclis û Wezareta Dadê
13:08 11 roj cezayê hucreyê li nameya kurdî hat birîn
13:04 Ev bû 5 meh ku ATK’ê rapora ‘qisûrê’ ya polîsê faîl amade nekiriye
13:00 Nivîskar Hogir Berbir hat binçavkirin
12:44 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang kirin: Em nabin şirîkê vî sûcî
12:05 Bîrdal ê HDP’yî li Girtîgeha Makûyê dest bi rojiya mirinê kir
11:16 Ji Fîncanci peyam: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
11:15 Parêzera rojnamevanan: Xebatên rojnamevaniyê kirin hedef
11:06 Noam Chomsky: Divê Abdullah Ocalan were berdan
10:20 Girtiyê nexweş ê beriya du mehan hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
10:14 Rojnameger Aggoz: Bi rastiya ku me derxistî holê hatin sûcdarkirin
10:13 Ayşe Efendî: Em bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in
09:14 Hevpîşeyên Fîncanci: Em ê wezîfeya wê bidomînin
09:01 Îdareya Girtîgeha Bolûyê binpêkirinan wek ‘mevzûatê’ dibîne!
09:01 Di Roja Cîhanê ya Kobanê de gel wê li qadan bin
09:01 Saziyên navnetewî di mijara tecrîd û kîmyasalê de xwedî heman bêdengiyê ne!
09:00 ‘Îktidar beriya hilbijartinê dixwaze serê rojnamevanan bitewîne’
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/10/2022
23:55 8'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi dawî bû: Em li dijî tecrîdê û zilmê li ser dikê bûn
23:50 Bi sedan wesayît girseyê anîn ‘festîvala’ qeyûm!
23:25 Li Wanê li dijî êrişên kîmyewî çalakî
23:15 Rojnamevanên kurd ên hatin girtin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
21:23 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî bi axaftina mêvanê rûmetê bi dawî bû
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan