COLEMÊRG - Li Geverê, polîsan mûdaxileyî gundiyên nexwestin jimêrkên eletrîkên wan bi dîrekan ve bikin, kirin. 4 gundiyên ji gaza îsotê bi bondor bûn, rakirin nexweşxanê.
Biryar a Belavkirina Elektrîkê ya Wangolu A.Ş. (VEDAŞ) a ji bo jimêrkên eletrîkên navçeya Geverê ya Colemêrgê bi dîrekan ve bike, cardin bû sedama gengeşiyê. Piştî gengeşiyên berê yên bajaroka Xirvatê û gundê Kiyatê vê carê jî li gundê Alekana gengeşî rû da.
Ekîbên VEDAŞ’ê ligel cendirme û polîsên çevîk serê sibê xwestin jimêrkên eletrîkên bi dîwarên malan ve bi dîrekan ve bikin. Li ser vê yekê di navbera gundiyan û ekîbên çûn gunde nîqaş derket. Polîs û leşkeran ji ber vê mûdaxileyê gundiyan kirin û bombeya gaza îsotê avêt nava gundiyan. 4 gundiyên ji gaza îsotê bi bandor bûn, bi ambulansê rakirin Nexwexaneya Dewletê ya Geverê. Ekîbên VEDAŞ’ê piştî gundî belav bûn, jimêrkên eletrîkan bi dîrekên gund ve kirin.
Li heman gundî berê jî ji ber vê yekê gengeşî rû dabû û elektîrîka gund hatibû birîn. Welatiyên nêzî du hefteyan di tarîtiyê man, bertek nîşanî vê yekê dabûn.