AMED - Siyasetmedarên kurd ên beşdarî merasima cenazeyê Celal Talabanî bûn, li Amedê sersaxiyên ji bo Talabanî qebûl dikin. Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, diyar kir ku hemû welat di merasima cenaze de amade bûn, lê tenê Enqere li wir tune bû û wiha got: "Li wir dost û dijminên gelê kurd aşkere bûn."
Serdanên mala şînê ya ji bo Serokê YNK'ê Celal Talabani (Mam Celal) ku li Mala Şînê ya Temiran a Amedê hatiye vekirin didome. Siyasetmedarên kurd ên beşdarî merasima cenazeyê Celal Talabanî ya li Silêmaniyê pêk hat bûn vegeriyan Amedê û sersaxiyan qebûl dikin. Heyeta ku ji nûnerên HDP, DBP û KCD'ê pêk dihat piştî beşdarî merasimêbûn vegeriyan û hatin mala şînê ziyaret kirin.
GUVEN: MAM CELAL LÎSTIK XERA KIR
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, diyar kir ku gelê kurd di nava şîna neteweyi de ye û wiha got: “Di dîroka kurdan de gelek kesên pêşeng derketin ser dika dîrokê. Mam Celal bi siyaseta xwe polîtîka û lîstikên siyasî yên dewletan a li ser Rojhilata Navîn xera kir."
BAYDEMÎR: BI MILYONAN ŞÎN GIRT
Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr jî sersaxî ji hemû gelê kurd re xwest û wiha got: “Mam Celal, mamê 40 milyon kurd e. Her kes dê rojekî ji vê cîhanê koç bike. Jiyana Mam Celal têr û tijî bû. Duh li Silêmaniyê 40 hezar Kurd ji bo Mam Celal şîn girtin û ew di dilê xwe de hîs kirin. Ji bo me rojek dirokî bû. Ger ku di van rojan de bi milyonan mirov bên cem hev, ev nîşan dide ku ev miletek e. Ger ku bi milyonna bi hevre ji bo kesekî şînê bigire, ev nîşan dide ku em miletekeki mezin in. Amed, Mahabad, Qamişlo, Silêmaniye, Kobanê ji bo Mam Celal şîn girtin. Em dê bibin şopdarê Mam Celal ê têkoşîna yekîtiyê."
Baydemîr, bal kişand ser gefên Erdogan ên piştî referandumê û wiha got: "Kesên dixwazin gelê kurd bi birçîbûnê terbiye bikin dê tu carî negêjin armanca xwe. Çawa ku li Enfal, Halepçe, Koçgirî encam bi dest nrexistin dê dîsa encamê bi dest nexin. Divê hemû cîhan hurmetê ji vîna gelê kurd re nişan bide. Em dibêjin em dê xeyala Mam Celal a yekîtiya gelê kurd pêk bînin."
HEMÛ CÎHAN HEBÛ ENQERE TUNE BÛ
Baydemîr, herî dawî helwesta Tirkiye jî rexne kir û wiha bi dawî kir: "Di merasima cenaze de hemû dewlet hebûn, lê Enqere tune bû. Gelê kurd cerek din li vir dost û dijminê xwe dîtin. Ez cerek din silav u hurmetê xwe ji nemirên kurdan re pêşkêş dikim. Ez ji bo gelê kurd azadî, aramî û demokrasiyê hêvî dikim."