ENQERE - Polîsan li Kolana Yukselê beriya daxuyaniyê mudaxaleyî çalakgeran kir. Polîsan 8 çalakgerên ku xwestin li karê xwe vegerin binçav kirin. Kesek ji ser xwe çû.
Çalakiya kedkarên bi KHK'ê hatin îxrackirin û ji bo li karê xwe vegerin li kolana Yukselê di roja 334'an de berdewam kir. Çalakiya greva birçîbûnê ya akademîsyen Nuriye Gulmen mamoste Semih Ozakça jî di roja 214'an de berdewam dike. Çalakgerên ku hatin Kolana Yukselê û xwestin daxuyaniyê bidin beriya daxuyaniyê bidin, polîsan mudaxale kir û 8 çalakger binçavkirin. Di mudaxalmeya polisan de çalakgerek jin ji ser hişê xwe çû. Polîsan piştî bûyerê 2 kesên ne çalakger jî li kolanê binçav kirin.