STENBOL - Stenboliyên tev li Newrozê bûn, diyar kirin ku ew li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şerê li ser Efrînê û OHAL'ê tev li Newrozê bûn. Welatî Gurbet Korkmaz, diyar kir ku ji bo Efrînê kezeba wan gelek şewitî û wiha got: "Ji bo Efrînê kezeba me gelek şewitî. Me xwest em bibin dengê Efrînê û em hatin qada Newrozê. Mamoste Mazlum Demîr jî anî ziman ku Kurdan careke din îspat kir ku gelê Newrzê nin."
Îsal Newroz bi şîara “Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e" li dehan navendan hat pîrozkirin. Bi milyonan kurd û gelên Tirkiye tev li Newrozê bûn û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Herî zêde tevlêbûn û coşa Newrozê li Stenbolê derket pêş. Li qada Bazara gel a Bakirkoyê bi sed hezaran gelê Stenbolî yên ji Kurd, Ermenî, Azerî, Erap, Gurcî, Pomak, Çerkes û bi dehan reng û dengen cuda beşdarî Newrozê bûn.
Ji 7 sali heta 70 salî ji her reng û nasnameyên cuda tev li Newrozê bûn. Yên ku tev li Newrozê bûn dagirkeriya Efrînê şermezar kirin. Li dijî OHAL'ê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bertekên xwe anîn ziman. Bi ser dehezaran xwestin tecrîd bi dawî bibe û OHAL rabe. Ji kesên beşdarî Newrozê bûn Karker Bager Bakur, diyar kir ku Newroz ji bo gelê kurd serhildan û raperîn e û wiha got: "Ji bo ku ez berxwedana Efrînê silav bikim ez hatim vir. Dema ez ketim qada Newroze egala dora stuyê min ji min stendin. Gelê kurd pir zelal peyam da gelê Cîhanê."
Karker Gul Kurt, jî diyar kir ku rêveberiya Tirkiye rêveberiyek faşîzmê ye û li dijî rêveberiya faşîzt daketin Qada Newrozê. Kurt, anî ziman ku li dijî zilma li ser gelê kurd tê meşandin hatin Newrozê û zerî xwar nekir û dê serî xwar neke."
Welatiyê Azerî Mesut Baysungur jî diyar kir ku ew û kurd birayên hev in û ji bo aştî û biratiya gelan tev li Newrozê bûye. Baysungur, anî ziman ku wekî welatiyekî Azerî biratiya gelan û aştiyê diparêze.
Endama Malên Gel Ruya Kurtuluş, jî anî ziman ku ew aştiyê dixwazin û ji bo aştiyê hatine vir. Zaroka 5 salî Gulsum Topçu ku tevî malbata xwe hatin Newroz pîroz kirin jî diyar kir ku ew naxwazin zarok bên kuştin û ji bo zarok neyên kuştin tev li Newrozê bûne.
‘COŞ Û HÊRSEK MEZIN HEBÛ
Rojnameger Yusuf Gursucu ku her sal Newrozê dişopîne jî diyar kir ku coşek mezin û hêrsek zêde hebû û wiha got: “Hêz û coşek mezin hebû. Qat zêde zêde tije bû. Li qadê cih nema. Kelecanek zêde bû. Tevî ku nava hefteyê bû dîsa tevlêbûn zêde bû. Li dijî şerê Tirkiye yê li ser Efrînê hêrsek gelek mezin hebû. Li dijî talankirina OSO û leşkeran hêrsa gel pir zêde bû.
welatî Zekiye Tabar, jî anî ziman ku wan li qada Newrozê berteka xwe ya li dijî Rusya û DYA yên piştgirî dan şerê Efrînê anîn ziman û wiha got: "Me bêdengiya welatên Ewropa piştgiriya Rûsya û DYA şermezar kir. Em mirinê naxwazin. Em jiyan û aştiyê dixwazin."
EM DÊ BI SER BIKEVIN
Welatî Habibe Tabar jî anî ziman ku ew li dijî OHAL û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin qada Newrozê û wiha got: "Me xwest tecrîd bi dawî bibe. Em li berxwedana Efrîne xwedî derketin. Me dagirkeriya li ser Efrinê şermezar kir."
‘BIRÊZ OCALAN DI BIN TECRÎDÊ DE YE'
Ji ciwanên tev li Newrozê bû Evin Korkmaz, jî wiha got: Gelê kurd u Birêz Ocalan di bin tecrîda giran de ye. Emê li dijî tecrîdê li ber xwe bidin. Gelê kurd wekî her demê li ser piyan e. Mamoste Mazlum Demîr jî ani ziman ku we li dijî OHAL û KHK'yan hatiye Newrozê û wiha got: "Gel li qada Newrozê li ser piyan e. Gel li dijî tarî û zilmê li ser piyan e. Em li dijî dagirkerî û şerê li ser Efrînê li vir in. Dibe ku peykerên Kawayê Hesinkar xera bikin. Lê em bi milyonan li vir Kawa ne. Wekî birêz Abdullah Ocalan gotibû gelê kurd gelê Newrozê ye. Gelê berxwedanê ye. Kurdan carek din ev yek îspat kir. "
Welatî Leyla Esendemir jî diyar kir ku Newroz cejna azadiyê ye û wiha got: "Îro roja ku hemû gel dakevin qadan in. Tevî her tiştî me qada Newrozê tije kir. Efrîn kirin gola xwînê. Li dijî vê yekê ji bilî kurdan deng ji kesî dernakeve. Bijî berxwedana Efrînê. Em dê bi ser bikevin."
EM HATIN BIBIN DENGÊ ERÎNÊ
Welatî Gurbet Korkmaz, diyar kir ku ji bo Efrînê kezeba wan gelek şewitî û wiha got: "Ji bo Efrînê kezeba me gelek şewitî. Me xwest em bibin dengê Efrînê û em hatin qada Newrozê. Em hatin bibin dengê gelê Efrînê."