ŞIRNEX - Bi deh hezarên di Newroza Cizîrê ya bi heybet de kom bûn, bertek nîşanî êrîşên li ser Efrîn û tecrîta li ser Ocalan dan. Cizîriyan, diyar kirin ku vî gelî serî netewand û gotin: “Efrînê serî netewand û azadî di yekîtiya neteweyî re derbas dibe.”
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 21’ê Adarê de bi deh hezaran gel herikîn qada Newrozê, ligel hemû astengî û zextên polîsan jî bi coşek emzin Newroza xwe pîroz kirin. Di Newrozê de bertekên li dijî êrîşên li ser Efrîn û tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mûhra xwe li pîrozbahiyan da û peyama “Teqez em ê qezenc” bikin hat dayîn.
‘EFRÎN NAKEVE’
Mustafa Baykara, bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî Efrînê şermezar kir û wiha axivî: “Ên ku êrîşî Efrînê dikin, em şermezar dikin. Em berxwedana Efrînê silav dikin û teqez emê qezenc bikin. Bi daxistina peykerê Kawayê Hesinkar, nikarin rastiya gelê kurd ji holê rabikin. Kurd ji bo yekîtiya gelan têdikoşîn. Ji ber vê Efrîn nakeve û dê teqez bi ser bikeve. Ez tecrîta li ser Ocalan jî şermezar dikim. Divê kurd bê hêvî nebin û baweriya xwe xurtir bikin.”
‘AZADÎ BI YEKÎTIYÊ PÊKANE’
Mesut Uçar jî, bertek nîşanî dagirkeriya Efrînê da û wiha got: “Bi daxistina peykerê Kawayê Hesinkar nikarîn serê gelê kurd bi tewînin. Ger gelê kurd serî bi tewanda îro ne dihatin Newroza Cizîrê. Gelê kurd heya serkeftinê dê liberxwe bide.
Kadrî Demîr jî, da zanîn ku Newroz ji bo gelê kurd xwedî girîngiyek mezine û wiha bilêv kir: “Azadiya Efrînê di yekîtiyê re derbas dibe. Divê gelê kurd bibe yek. Ger nebin yek, dê azad nebin.”
Abdurrahman Çagri jî, dest nîşan kir ku li ser gelê kurd polîtîkayên zalimane hene û wiha axivî: “Peykerê Kawa li Efrînê anîn xarê, lê bila vê ji bîr nekin bi hezaran Kawa derketine. Gelê kurd li ser piyane. Divê hemû hêrsa xwe di qadan de bînin ziman.”
‘VÎ GELÎ SERÎ NE TEWAND’
Aynur Elçîoglu ya li Kobanê hevjînê xwe winda kir jî, diyar kir ku bêguman dê ev êrîşên li ser gelê kurd bi dawî bibin û wiha got: “Bi vî awayî nikarin gelê kurd tune bikin. Ez û zarokên xwe li ser piyane û serê me bilind. Tiştên li Efrînê kirin, li Cizîrê jî kirin. Lê van êrîşan tu encam bi dest nexistin. Serkeftin a Efrînê ye û azadî nêze.”
‘OCALAN VÎNA GELÊ KURD’
Huseyîn Înedî jî, Newroz li gelê kurd pîroz kir û wiha got: “Bi girtin, binçavkirin û kuştinê nikarin gelê kurd tune bikin. Gelê kurd tu carî serî natewîne. Gelê Efrînê jî tu carî serî netewand û natewîne. Ez tecrîta li ser Ocalan şermezar dikim. Tecrîta li ser Ocalan tecrîta li ser bi mîlyonan kurde. Ocalan vîna gelê kurd û nayê tecrît kirin.”